dem: 26.01.2017 19:33 xwendin: 521

Ziman nasnameya Gelan e

Ziman nasnameya gelan e

Gelek caran dema ku ez li civatekî an cihekî rûniştibim, min ev aniye ziman ku dema kesek birçî dibe an didize an dikuje, lê dema azadî ji mirov tê stendin miletek şoreşê dike.

Di dunyayê de pirraniya şoreşan ji bo sê armancan e, an şoreşa Niştimanî ye, an şoreşa Olî ye, an şoreşa îdolojî ye, yê ku ez dixwazim bînim zimnên ewe ku ji bo me Kurdan eger şoreş pêwîst be ji kevin û pêda heta niha derd û kêşeya Kurd ne ol bûye, ne îdolojî bûye, belkî derd û kêşeya Kurd mijara niştimanê bûye, şoreşa niştimanê jî ji bo nasnameya netew û gelê Kurd bûye, nasnameya netew û gel jî ziman e, ango ziman bingeh û paşxana niştiman û netew û ferheng,  çand û dîrok û wêje û huner û… ye.

Li çarparçeya Kurdistanê ger em binêrin, dibînin ku li başur çun ku welat azad bûye û Kurd b’xwe hukimdarên xwe ne, rewşa zimanê Kurdî roj bi roj ber bi pêş diçe ku ev cihê dilxweşiyê ye, li rojhilat û rojava jî gelê Kurd bi zimanê xwe dijîn eger çi b’qasî pêwîstiyê nîne lê kêşeya mezin rewşa zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê ye, ku pirrtirîn rêjeya Kurd tê de dijîn û mezintirîn parçeya Kurdistanê ye jî, mixabin terorekî hzirî (fikirî) û bişaftineka hinde mezin li ser gelê Kurd li bakurê welat hate meşandin ku niha ger dayik û bavên me li gundan û pajek jî li bajaran nebana ku dûr ji gelek  listikên bişaftinê man heta redeyekî..  wê rewş gelekî ji niha xerabtir bibûya, lê mixabin mirov nizane çi sedem bêje û kîjan bêje! ku çima heta niha jî gelê Kurd li bakur serhildanekî zimanî nekirine û matmayî stan bûne, ziman jî roj bi roj tê winda bûn! Helbet kar û xebat hene li ser ziman lê di vir de mebesta li ser nasmendiya civakê ye ku eger wisa dewam bike piştî çend salên din ew pîr û kalên mayî jî biçin dê ziman bikeve rewşeka wiha  ku bi hemû şoreş û nivîs û hêzên Kurdan ve nikarin careka din gelê Kurd li bakurê Kurdistan li zimanê Kurdî vegerînin.

Hêz hene û alî hene serbarê plan û merama dijmin, wan jî Kurd mijulê gelek meselokên pûç û vala kirine ku xema Kurd her çi be tenê ziman nebe! ez naxwazim reşbîn bibim an ti roşeniyek têde nebînim, lê gerek ev rastî di nava civakê de jî bê famkirin ku di niha de pê jiyan û pê axaftina zimanê Kurdî li serî her tiştî ye û giringiya zimanê baştir bê naskirin û famkirin, eger di berê de dijmin nasname û zimanê me nêjî be û bin ax kiribe, di niha de gelê me b’xwe nasname û zimanê Kurdî dinêjin û bin ax dikin.

di dema îro de  rola rewşenbîr û nivîskar û kesên niştimanperwer gelekî pêwîst e û bandordar dibe ku b’der ji aliyê siyasî û ramanên cur bi cur , rola xwe zêdetir bilîzin û mesela ziman bibe xema li pêşîne û sereke ya rewşenbîr û pênûsdaran, helbet rûya gotina min tenê ber bi rewşenbîr û dilsozên vî mîletî ye.

Herwiha ji bo Însiyatîfê jî gerek yek ji erk û karê însiyatîvê mijara zimanê be, bi awayekî rijd û xurt li ser  giringiya zimanê baldartir û kşdartir stan bibin,  da ku famkirin û naskirina ziman bigîje asteke wiha ku gel gav bi gav li zimanê xwe vegerin û pêşeroja gelê me jî ber bi kenareke roşentir û ronîtir biçe û em hemû serbilindê ax û av û ziman û nasnameya xwe bibin.

 

//Qandîl Şeyxbizînî

 

Pêveker: ziman nasnameya gelan e

Tevlîker

Qandîl  Şeyxbizînî
Qandîl Şeyxbizînî

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      385
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      350
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      460