dem: 11.10.2017 02:27 xwendin: 262

Zenon û Ramanên wî yên Dijberê Tevgerê

Zenon û Ramanên wî yên Dijberê Tevgerê

      Fîlozofê Zenon (B.Z.490-430), ji yewnana antîk e, yek ji wan pêşengên xwendegeha Eleayê tê hesibandin û di dîroka felsefeyê de jî, hîmdarê/damezranerê metoda diyalektîkê tê zanîn. Zenon, şagirdetiya Parmanîdes kiriye û li xwendegeha xwe, gelekî li ser felsefeya Parmanîdes rawestiya ye. Li gorî dîtin û dinyabiniya Zenon: Ger ku boşî/pirranî hebe, divê boşî heta dawiyê biçûk be û heta dawiyê mezin be jî û ku ev yek jî, nakokiyek e.

Li gorî dîtin û dinyabiniya Zenon

1- Boşî, ji yekîneyan/unit tê holê. Lewra, ew boşî ye û navê wê, bi vê têgehê tê gotin û ew, boşiya perçeyan û yekîneya ye. Divê ku ew yekîne ji hevdu veneqetin, an ji hev dûr nebin. Lewra, dema ku ew ji hev veqetin, wê gavê ew ne yekîne ne û nikarin bibin yekîne.

Ji ber vê yekê ye ku, yekîne qet ji hev venaqetin û perçe nabin. Ji ber ku perçe nabin û ji hev venaqetin, tu mezinahiyeka wan jî tune. Hege mezinahiya wan hebûna, dê wê demê ji hevdu veqetiyabûna, an wê ji hev cuda bibûna. Axirê, boşî ji yekîneyekê nemezin ava dibin û têne holê. Lewra, ew yekîneyên herî biçûk in.

2- Belam, divê boşî di dawiyê de mezinahiyek be jî. Lewra, mezinahiyeka yekîneyê heye. Lewra, ew xwediyê mezinahiyekê ye û ku wisa ye perçe dibe û ji hevdu vediqete. Perçeyên ku di vê niqteyê de dertên holê, ew jî xwediyê mezinahiyekê ne; ji hevdu vediqetin û perçe dibin. Jihevçûn, wiha heta dawî berdewam e. Herweha: Boşî, ji hev vediqete. Ev pêşniyar tê wê arîşê ku boşî her yek bi serê xwe xwediyê mezinahiyekê ye û ji perçêyên bêdawî hatiye holê. Ew tiştên ku ji perçên bêdawî çêbûne, ew jî bêdawî mezin in.

Hasilê, li gorî vê felsefeyê tiştek nikare bibe mezinahiyeke bêdawî yan jî biçûkiyeke bêdawî. Ramanekê wiha, li gorî vê felsefeyê çewt e. Ramana wî ya dawî ev e: Boşî/pirranî, ne rasteqîn e. 

Ramanên Zenon yên dijberê tevgerê: Cosmîk, di ser riya xwe de divê ku ewilî nîvê riya xwe biqedîne (temam bike). Lê li pêşiya cosmîkê, nîvê rê dîsa dimîne û divê ku ew cisim (cosmîk), nîvê riya xwe ya mayî jî biqedîne. Belam, ew çixa here bila here, dê nîvê rêya cosmîkê dîsa jî  bimîne. Ev pêvajo, (maweya ku dê biqedîne) heya dawî bi pêş ve diçe û her dem, nîvê rêya cosmîkê dîsa dimîne.

Ji ber vê yekê: cisîmek ji niqteyekî nikare here ya din. Lewra, ew tu carê nagihêje wê niqteya dawî. Di vê niqteyê de cîh (war) ji hevdu heta dawî vediqete (cihê dibe) û jihevçûn, tevgerê pûç dike.      

Li gorî felsefeya Zenon: Boşî û tevger, ne rasteqîn in. Gelo, Zenon di vê pêşniyarê de dixwaze çi bibêje? Ew wan tiştên ku em wan bi alikariya sehekan dinasin, wan înkar dike yan na? Bêguman, wan înkar nake. Lê wiha dibêje: 'Bingeha cîhana sehekan, tevger û boşî ne. Dibe ku cîhaneka sehekan hebe, lê ew cîhan ne rasteqîn e.'

Him Parmanîdes û him jî Zenon, sehekan înkar nakin. Lê dibêjin ew ne rasteqîn in û vê yekê napejirînin (qebûl nakin). Li gorî felsefeya Zenon: Tevger û boşî, hene. Lê ew bi alikariya sehekan hene û tu realîteya (rasteqiniya) wan tune. Ew bi tenê xwiyakirin in û rasteqîniya tiştan jî, di naveroka wan xwiyakirinan de ye.

Di vê niqteyê de: Di navbera xwiyakirin û rasteqîniyê de cudatiyek xwiya dike, ku Zenon vê yekê wiha şirove dike: 'Objeyên (nesneyên) ku li hawirdor in, xwediyê bûyîn û heyînekê ne. Belam, ew ne di xwede ne.' Ango, cewherê (substance) wan, ne di wan de ye.

Ew cewher, ji tiştekê din tê ku ew jî, heqîqeta heyînê ye. Bi gotineke din, mirovî dikare wiha jî şirove bike: Di cîhana sehekan de obje (nesne) hene. Belam, ew ne xwediyê hebûnatiyeke serbixwe ne. Bi tenê, xwiyakirinên heyînên rasteqîn in. Ji xwe înkara sehekan jî, ji vê xalê (niqteyê) dihat. 

Ali Gurdilî

[email protected]

11.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Pêveker: zenon livdarî tevger

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      56
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      83
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      416