dem: 05.12.2017 01:14 xwendin: 312

Zanistên Formel

Li Ser Zanistên Formel (Fesalî) Çend Gotin 

    Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku mirov bi hêsanî dikare wan bibersivîne û nekeve tu gumanan. Ev pirs jî, pirsên emprîk in û mirovî dikare bersiva wan, bi rêya çavdêrî yan jî ezmûnan misoger bike. Mesela em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Amed, bajarê herî mezin yê Kurdistanê ye û vê zanayiyê, bi rêya lêkolînên demografîk û belgeyan, dikarin îsbat jî bikin. Lê ne pêkan e ku em pirsên matematîk û geometriyê, bi vî awayî bibersivînin. Ango, pirsa 2X2=? ê, em nikarin bi rêya ezmûn û çavdêriyan bibersivînin, yan jî îsbat bikin. Em ancax dikarin xwe bisperin aqil û bi vê rêyê dikarin bersiva vê pirsê bidin. Ji van celeb zanistan re, zanistên fesalî (zanistên formel) tê gotin.

Ê baş e, sebebê binavkirineke bi vî rengî çi ye gelo?

Lewra, zanistên fesalî xwe naspêrin ezmûn û çavdêriyan. Em ne dikarin hejmaran di laboratuaran de hilberînin û ne jî, li ser rê em dikarin li wan rast werin. Zanistên fesalî, bi temamî li gor hêmanên (prensîpên) aqil û mentîqê û bi rêya deranan dixebitin. Matematîk û mentîq, ewilî hindek danasînan didin me û ji van danasînan dest pê dikin û hindek deran têne bidestxistin.

Çend taybetmendiyên zanistên fesalî   

1- Zanistên fesalî/formel bi temamî xwe disperin aqil û hêmanên (prensîbên) aqlî.

2- Karên xwe bi danasînan/pênaseyan û bi deranên ku xwe dispêrin wan deranan didomînin.

3- Mijarên wan, razber/soyut/nedîtbar in.

4- Heyînên ku dibine mijara zanistên fesalî, di zeman û mekanê de cîh nagrin.

5- Zimanekî sembolîk bikartînin, ji ber vê çendê jî, zanistên çêkirî û îdeal in.

6- Zanistên xwezayê û zanistên mirovî, ji zanistên fesalî sûdwerdigrin û bi xêra vê alîkariyê dibine zanistên nesnel û teqez.

7- Rêbaza deduksiyonê bikartînin.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017 

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      307
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      284
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      368