dem: 01.12.2017 07:57 xwendin: 43

Zanayiya Teknîkî

Zanayiya Teknîkî

  Têkoşîna mirovan ya li hemberî xwezayê, ji destpêkê ve berdewam e û bi hêsanî mirov dikare bibêje ku ev têkoşîn, hêjî didome. Ji destpêkê ve, xwezayê zehmetiyan derxistiye pêşiya mirovan û mirovan jî, bi rêya bikaranîna aqil û behreya (qabiliyeta) xwe haletan (alavan) îcad kirine û bi rêya van haletan, bûne serwerê xwazayê. Teknîk, di rêya têkoşîna li hemberî xwezayê de navgîna herî girîng e. Peyva teknîkê, ji techneya yewnanî tê û di wateya hunerwerî û hunerê de ye.

Li gor vê yekê teknîk, bi xêra behreya mirovî û navgînan, bi armanca bikaranînê; veguherandina kirariya (îşlema) kereseya (malzemeya) ye. Bi vê yekê ve girêdayî, mirovî dikare bibêje ku teknîk, ji bo hilberandinê ye. Bi armanca hilberandinê, bikaranîna (cibicîanîna) zanayiya zanistî ye.

Di vê yekê de armanc, hêsankirina jiyana mirovî ye. Di zanayiya teknîkî de kirde (ozne, mirov), daneyên ku bi xêra zanayiyên zanistî têne bidestxistin bi kar tîne û zanayiyê hildiberîne. Wek mînak: Heke ramanên ku şilahî di nav beroşek devdadayî de ye guşarê (pesto, palepesto, fişar, tazyîk, basinç) pêk tîne tunebûya, mirovan nikaribûn wan makîneyên ku bi enerjiya guşarê digerin îcad bikirana. Nexwe, mirovî dikare bibêje ku di navbera zanist û teknîkê de têkîliyeka jidyayî (xurt) heye. Di destpêkê de ev têkilî ji zanistê ber bi teknîkê ve bû, lê di roja me de bi saya berfirehbûna teknîkê, ev tekilî bûye têkiliyek dualî. Ango, herdu jî di bin bandora hevdu de ne.

Di roja me ya îroyîn de daneyên ku di zanayiyê de têne hilberandin, di teknolojiyê de têne bikaranîn û ji pêşveçûna teknolojiyê jî, zanist sûd werdigire. Wek mînakeke: Bi xêra zanayiyên fizîkê yên di babeta ragihbaran (veguhêzbar, îletken) de compitur hatine hilberandin, van compituran jî wiha kiriye ku di zanistê de pêşveçûnên girîng derkevin holê.

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Pêveker: teknîk

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      70
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60