dem: 02.03.2017 23:48 xwendin: 506

Yar û mirad

Besek ji xebata romana ber destê min

"Yar û Mirad"

 

Peyv hene wek jahra marê reş êşdar,

peyv jî hene her bi hewes in û meriv tu car jê têr nabe.

 

Şevek ji şevên kanûnan, hewa sar û tariya êvarekê xwe dabû rûyê erdê û hey diçû giran dibû. Tarî bû, lê çer tarî. Qey şev hene bi tariya xwe nebin; şevek ji wan şevan û şevezengî...

Na!

Ne tenê derva, lê hundir jî bi tariya xwe û hema weha di quncikekî da çirayek biçûk kaj dikir (dişxulî, pêketibû) û ronahiya ku ji xwe wê bidaya jî, nebû. Ji vî hundirî ra ne yek, lê te heft çirayên wek vê daniya jî dîsa têrê nedikir û tarî bi tariya xwe dima. Li aliyê rastê stêr û li ber stêrê jî di rêzekê da sê stûnên stûr û ji wan her yek jî ber bi kêranek va wek kutekekê radibû. Ji tifikê ronahiya êgirî dabû banî û li rûyê kêranan dimilmilî. Tifik, li ser milê çepê û di dîwarê xênî da bi huner û marifetekê hatibû çêkirin.

Agir bi tîna xwe û li ber wî jî pîrejin û lawikekî li ba hev rûniştîbûn; lawikê ku di temenê xwe da ya deh ya yazdeh salî...

Li ser agir beroş û di destên wê da jî heskek hebû. Kevaniya malê, ji şîva îşev ra girara pûngê danîbû serê û çengek nok avêtibû navê. Bi kofîka serê xwe bû.

Li bejn û bala wê kubarê fistanekî pirrûrengî û golgolî û li ser navika xwe jî wê, di rengê sor da piştekek bi rêşî girêdabû.

Bi xwe jî, ji hişmendan hişmendtir, maqul û jinekê bi ezmûnî bû. Ji ciyê xwe liviya û di pey ra jî wê devika beroşê hilda û bi heska destê xwe li kel û tama girarê mêze kir.  Erê, herçiqasî bilqîn bi beroşê ketibe jî, lê hîn ne bi ya dilê wê bû.

Li ser milê çepê xwar bû û ji tenişta xwe hinek ji ardû girt û di pey ra jî da ser êgir û tev lê kir. Tev lê kir, lê bi carekê rivîn bi dar û zilikan ket, kir qirçeqirç û li ser hev çîk jê pekand.

Bi wê dilşewatiya xwe ji lawik ra got:
“Min qeda! Ka xwe weha parikî ji para (paş) va bigre. Bigire, ku bila çîkên ji êgir dipekin neyên çavên te....” Got û di pey ra jî vegeriya ser karê xwe. Rûyê kulekê jî wek şara serê wê reştarî û meriv digot qey bi qetranê hatiye sewaxkirin. Na, ne bi qetran û ne jî bi ava reş hatibû sewaxkirin. Reşî ye û wê jî reşiya xwe ji qurima (qirim) xwe girtibû.

Ka îca çi bi reşiya xwe nîne ku ruyê bixêriyê (ruyê kulekê) jî nebe. Bext e û bext jî reş e. Dar ku şewitîn bi wê ra kevir û kûç û ax jî dişewitin, kevir jî reş û dar û ber jî. Dil e û ew jî dişewite. Ji wê ra jî bişewite bişewite dîsa dil dişewite. Odaxê ku niha li ber tîna êgir rûniştîbû ne xerîbê vê malê û neviyê wê bi xwe bû.

Wek Pîrikê ew jî bi mijûliya xwe bû. Ax, de îca wê mijûliya wî çi be. Di destên xwe da darikekî ziravok û nîvşewitî girtibû, geh li ba dikir û rîtm dida û li pilûçên (kevane- kavîs) duxanê mêze dikir.

Ji tifikê dû,  ji beroş jî gulf radibû. Gulf, lê gulfek xweş. Berxikê wê, hêvîyek ji hêvîya vê malê û ji biaqilan jî biaqilekî bû.

Ew jî bi şarika li dor eniya xwe û tevgêra xwe ji hişmendan hişmendtir û jinikeke bi ezmûnî bû.. 

 

Berdewam dike... 

Tevlîker

Welî Sebrî
Welî Sebrî

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      119
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      182
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      453