dem: 18.09.2017 11:52 xwendin: 443

Xwe naskirin şeref û sîyanete.


“Belkî jî ez Kurdistana Azad nebînim, lê zarokên min yê ese bivînin Kurdistana serbixwe. Hun layîqî, hêjayî dewleteke taybetin, hun gellekin, ranewestin, pêşeroj ya weye.” Nêlson Mandêla (Ji xelata dewleta Turkyayê ye tewrebilind a li ser navê Ataturk înkar dike).

Rapirsîn şoreşek medenî, qanûnî, ramanî û serkevtinek hemdemîye. 

Hestek ji yê mirovahî û xwedaî azadîye,
Mirovê ku ne azadbe jîyanêda ne zindîye. 

Gelê ku nikare welatê xwera xwedî derkeve,
Şepirzeye, penabere pêşê wî hertim reve...

Li tu erda li nav gela tu wext nabe binecî,
Bê şeref dihesbînin jêra tune rûmet û cî.

Mirovên bê welat ra nadin rê û dirb derfetê,
Bê îtbare, tawanbare li pêş çavê edaletê.

Ne hêcaye, nezaneye li pêş çavê hummetê,
Ji bala Xweda jî dûre nake jêra kerametê.

Gelê ku nikare welatê xwe biparêze,
Qismetê wî koletîye, berdeste, bê rêze...

Her gel bi gorî hêza xwe dijî û dimeşe. 
25 ê îlonê ev rojê bibe roja destpêka bi giştî azadîya netewa kurd, dîroka azadîya gelê dîrokî û kevnar. Tiştê ku kurdê undakin evin - zulm, zor, neheqî, bindestî, koçberî, îmha, înkar, komkujî, êrîşên bîyanîyan ên hovane, sînor ên di navbera kurda hatine kişandin ê ji holê rabin. Kurdê bi giştî pêşerojek pîroz bi sîyanet bînin dest. Rapirsîn rê û wesîla jîyanek bi şerefe bo kurdan. Kurdên ku xwe nasdikin hemû bi bawerî benda vê roja pîrozin. Heqê kurda tune vê derfetê ji dest berdin. Ev derfet daxwaz û qazanca şeîdane. Ji bo azadîyê gelê kurd di navbera qurnekê de heya 5 milyon ewledên xwe hêja şeîd daye, rapirsînê ra dijderketin şeîdara, gelê kurd ra, nifşên hatî ra, dîrokê ra, Kurdistanêra îxanetek bêhempaye, bê şerefî û serberjêrîye.
Kurda gellek cara dîrokêda hewil dane bibin xwedan dewlet, lê mixabin li ser neketine, hertim li kurda neheqî hatine kirin, bi hestên kurdara leyîstine, kurd xapandine, lê kurd ji ruh neketine eşqa azadîyê ve hertim jîne, bi berxwedanî jîyana xwe domandine.
Netew û kesayetên bê welat, bê dewlet xesandîne, gel tenê bi dewletbûnê ve dikare xwe îfade û temsîl bike û nirxên xwe netewî xwedî derkeve, mafên xwe xwezayî, gerdûnî biparêze û azad bijî.
Bi serpereştîya serok Mesud Berzanî gelê kurd biryara serxwebûnê, dewletbûnê daye û vê oxrêda bi îsrare. Yên ku îro dewletbûna kurda naxwazin dijî rapirsînê radiwestin. Serokê kurd bersiva wan weha tîne ziman: «Em birçî de bimirin jî em dizanin ji bo çi emê bimirin», an jî «Min li bin vê ala reng rengî çavên xwe vekirîye ezê li bin vê ala milmilandî de jî çavên xwe bigirim», an jî «Me Enfal dît, Helebçe dît gellek rojên giran dîtin. Em ji tu tiştî jî venakişin, em ji bo serxwebûnê her dijwarîyêra amadene». Belê mirina li ser pîya ji jîna li ser çoka çêtirê.
Di qada dîplomasîya navnetewî de jî di hêla serokê Herêma Kurdistanê ve gavên pêşketî têne avîtin. Bi saya sîyaseta wî dewletên gerdûnî di herêma Kurdistanê ra têkîlîyên aborî û sîyasî didomînin, bi dehan dewleta li ser axa Herêma Kurdistanê bi resmî nûnertîya xwe (konsûlxane) vekirine, bi milyarda dollar sermaye danîne, di şexsê serok Mesud Berzanî serok û rayedarên dewletan bi rûmet bi sîmpatîyek gewreve nêzînkî pêşmerge û gelê Herêma Kurdistanê dibin. Serok û rayedarên dewletan li bin ala kurd pêşwazîya serokê Herêma Kurdistanê dikin.
Bi raman, gotin, kar û xebata xwe a bi berbiçav serokê Herêma Kurdistanê birêz M.Berzanî moral û bawerîyek berz ji bo gelê kurd pêjda tîne.
Bê şik bi sîyaset û kirinên xwe humanîstve serokê kurd dişipe Selahedînê Eyyûbî ê navdar. S.Eyyûbî beşek mirovahîyê dema xweda ji qetlama selîbîya parast, îslamîyyet îro ji bo hebûna xwe minetdarê altindarîya wîye. Lê cudatîyek di navbera wan de heye. Serok Mesud Berzanî netewa xwe bi wesîla rapirsînê ber bi pêşerojek bi şeref dibe, gelê kurd ber bi durustbûna dewletek niştmanî, fermî, neteweyî seferber kirîye. Netewa xwe ra bi sîyanet, bi baristanî, bi bawerî xizmetê dike. Ji bo netewa kurd ev xizmet û nûjenbûn pir girîng û balkêşe.
Îro netewa kurd bi bizava serokê Herêma Kurdistanê Mesud Berzanî daxwaz û xastekên bapîrên me Simkoyê Şikak, Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Ebdulselam Berzanî, Seîd Riza Dêrsîmî, Şêx Ehmed Berzanî, Îhsan Nûrî Paşa, Mela Mistefa Berzanî, Pêşewa Qazî û hwd. hewl dide bi rêya aşîtî, aramî, bi mirovane muyesserê jîyanê bike.
Rapirsîn şoreşek medenî, destûrî, ramanî û serkevtinek hemdemîye. Girîngîya vê rapirsînê:
1. Bi şêwazekî aramî, bi aştîyane kifş kirin a sînor û erdnîgarîya aqara Herêma Kurdistanê (başûr ê Kurdistanê).
2. Herifandin a projeyên hevpeymanên Saîs Pîkoyê (1916 s.) û a Lozanê (1923).
3. Avakirina dewletek serbixwe bi navê Kurdistan ê. Ev zerûretek dîrokîye. (li ser nexşeya cîhanê bi navê KURDISTAN dewleta 213 an yê xuya bibe).
4. Pêvajoya rapirsînê wesîleya zindîbûna yekbûna netewa kurde, îrade gelêrîye.
5. Pergala koletîyê, dagirkerîyê di Rojhilata Navîn da tê qetandinê. Nijadperest û dagirkerên ku kuştinê ji bo kurdan rewa dibînin qels dibin.
6. Zemîn a destpêbûna dêmokrasîyayê û di pêjdahatina aramîyê, aşîtîyê de rol û serkevtina kurda di Rojhilata Navîn de.
7. Wek miletekî resmî têgêhiştina kurdan û zimanekî standart.
Di şerê hemberî hovên, kujerên mirovahîyê DAÎŞê li pêş çavê alemê kurda çawa netewek maqûl, xêrxwez, mirovhez, altindar xwe bi fedekarî dan naskirinê. Kurda îspat kir ku dostê her kesî û her gelîye, dilsozê nirxên mirovahîyêye lewma jî bala gerdûnî celbî xwe kirîye, bi rûmet nêzînkî kurda dibin. Kurda dinirxînin. Derbarê kurda de sernivîskarê “Charlie Hebdo” Steven Cahrb weha nivîsîbû: 
«Ez ne Kurdim, Ez nikarim bi kurdî biaxivim navê nivîskarekî Kurd jî nizanim, tiştekî li ser dîroka kurdî jî nizanim, çanda Kurdî ji bo min namo ye. Lê îro ji nişkêve îlham (sirûş) hatiye min, Ez bi Kurdî difikirim, bi Kurdî diaxivim, bi kurdî xwarinê dixwim, bi Kurdî stranan dibêjim û bi kurdî jî digrîm. Ez îro hest dikim ku ez Kurdim. Ew Kurdên ku li Sûriyê hatine dorpêç kirin tenê Kurd nînin, belkî ew mirovin ku li beramberî hêzên reş şer dikin, ew jiyana xwe diparêzin, malbatên xwe diparêzin, welatê xwe diparêzin. Em bixwazin yan nexwazin ew take astengin li pêşiya pêşveçûna dewleta îslamî… Kurd me hemûyan diparêzin neku tenê li beramberî DAIŞ belkî li hemberî hovanetirîn hêz».
Pey erê kirina rapirsînê ra bê şik élan kirina dewletbûna kurdara, serbixwebûna Herêma Kurdistanê ra cîhan yê bê deng nemîne. Heqê kurda tune vê derfetê ji dest berdin, ev derfeta jîyana serbilinde.
Ey kurd, dema te hat gihîşt şansa xwe bernede, rapirsînê ra erê kirin peywir û deynê teye li ber zarokên te, li pêş mirovahîyê, li pêş dîrokê, maf û heqê teye, rêya te a jîyanêye.
Bapîrê me weha gotine “Kî yekî din re ku bîrê vedikole ew bi xwe dikevê”. Kurd berxwedana xwe re dilsozin, vê pêvajoyêda tiştê ku kurd undake bindestîye, tiştê enî pîroz jî ji bo kurdan jîyana paqije û rastîya dîrokêye, ronahîya pêşerojêye, rizgarîye.
Yên ku rapirsînêra na dibêjin bersîva wan eve – “Eger hun ala xwe û dewleta xwe naxwazin di we de seqetîyek heye” (Îsmaîl Bêşêkçî).
Tevgera giştpirsînê re laqêyd nemînin. Bindestî an SERXWEBÛN bila her Kurd bifikire.
Welat her kêmasîya jî ji hole radike. Mirovên bê welat xesandî û vemirandîne bê xayîne heyf û gunê tu kesî li wan nayê.

Welat nanê cesaretê û azadîyê ye.
Welat tace serê netewe.
Gelê bê cesaret, bê culet bê rûmete serberjêre.
Welat qedera mirovan û şerefa gelane.
Welat serbilindaya milyonane.
Welat jîyana bi weteye.
Mirovên bê welat netewên bê welat bermayên dîrokê koleyên cîvakêne. Qismetê wan bê maftî û koletîye.
Bê welat em bê ruhin, welatê me dilê meye, welatê me jîna meye, bê welat em tuneyîne, undayîne, edenene li welatan beredîne. Bê welat kurd xwelîya bin pîyê xelqêne, barkaşin, barkaşin… Welat xwedî derkevin bibin dewlet.
 Netewa ku xwe nasdike tu wext koletîyê qebûl nake.


Bêwar Barî Teyfûrî.

Tevlîker

Barî Têyfûrî
Barî Têyfûrî

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      60
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      93
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      421