dem: 01.12.2017 07:36 xwendin: 42

Xoşewîst Augustînus û Ramana Dewletê

Xoşewîst Augustînus û Ramana Dewletê

  Bingeha ramana filehtiyê, yekemîn car ji aliyê St/xoşewîst Augustînus (P.Z.354-430) ve hatiye avêtin û felsefeya skolastîkê ji aliyê wî ve, li ser hîmê felsefeyekê hatiye rûniştandin. Xoşewîst Augustînus, di bin bandûra Stoa û Platon de maye û hemû imrê xwe, ji bo berfirehkirina ola filehtiyê derbas kiriye. Berhema wî ya sereke, Xwedê> (civitas Dei) ye. Di vê berhema xwe de dibêje ku û hejmara şeşê, (6) mîna hejmareke pîroz dibîne.

Li gorî dîtina wî, du texlîd dewlet hene.

1- Dewleta erdê.

2- Dewleta ezmanan.

Nêrînên wî yên civakî û felsefî

1- Dijberê milkiyet, newekhevî û koletiyê ye. Nemaze, li ser koletiya hûndirîn radiweste. Lewra dibêje ku koletiya ji derve çarenûsek e û mirovî, nikare li hemberî wê rabe. Û dibêje ku, divê mirov, li hemberî fermanên karbidestan jî qet ranebin. Bêguman, di vê xetê de bi xwe re dikeve nakokiyê. Lê divê ev ramanwer jî, li gorî dem û şertên ku jiyaye were nirxandin û şertên civakî û dîrokî, yên wê demê jî, divê bêtin hesibandin. Lewra di wê dewra ku ew lê dijiya, li aliyekî împaratoriya Romayê (ku heta demekî, ji aliyê vê dewletê ve tehde û sitembariyekê mezin li filehan hatiye kirin) û li aliyê din jî, saziya dêrê hebû.

2- Beş û tebeqebûna civakî dipejirîne. Li gorî dîtina wî: Xwedê, rol û şûnwara mirovî kifş kiriye û divê ku, tevgerên mirovan di vê çerçoweyê de bin. St. (Ezîz) Augustînus; van dîtinên xwe, bi dîtinên ola filehtiyê re bi awayekî hişk girê daye û wiha, pêşkêşê civakê kiriye.

3- Civakê, mîna orgenîzmeyeke dibîne. Û li gorî wî: Di vê niqteyê de, em dibînin ku ew fonksîyonel e. Lê mixabin, bi nêrîneka olî.

4- Li gorî baweriya wî;

5- Di navbera rêvebirinê (administer) û yên têne rêvebirin de, cudatiyekê ava kiriye.

Berhemên Xoşewîst Augustînusî

1- Contra Academicos - Li Hemberê Aqademiyan

2- De Beata Vita – Li Ser Jiyaneke Berxwîdar

3- De Ordine – Di Bandêra Xwedayî de Başî û Xirabî

4- Soliloqua – Guftegoy

5- De libero arbitro – Li Ser Hilbijartina Serbest

6- De civitate dei – Li Ser Dewleta Xwedê

7- De trinitate – Li Ser Yekîtiya Sêmend

8- Confessiones – Mukurhatin, Çîroka Jiyanê

9- Retractiones – Nêrînek Li Ser Rabirdûyê.

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      70
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60