dem: 05.11.2017 22:09 xwendin: 350

Xebata Nû ya Li Ser Kalbûn/Pîrbûnê

Gelo em dikarin rojekê biserkevin û rê li ber kalbûn/pîrbûnê bigirin? Li gor xebata lêkolînerên ji Zanîngeha Arizonayê em nikarin biserkevin û rê li ber kalbûn/pîrbûnê bigirin. Çareya kalbûn/pîrbûnê tune ye.

Ji pirsiyarên bêbersiv yên bi salan e zana, zanyar û lêkolîner serê xwe bi wê pirsê diêşînin, pirsek jî pirsa “em dikarin rê li ber kalbûn/pîrbûnê bigirin” e. Lêkolînerên cihêreng yên xebatên xwe li ser vê meseleyê pêk anîbûn, amajekirine ku em nikarin kalbûn/pîrbûnê ji holê rakin. Eger em bikaribin sebebên kalbûn/pîrbûnê destnîşan bikin, dibe ku em dikarin rê li ber bigirin.

Lêkolînerên ji Zanîngeha Arîzonayê diyar dikin ku eger em biserbikevin û sebebên kalbûn/pîrbûnê vebînin jî, çareya kalbûnê/pîrbûnê tune ye. Lêkolîner Joanna Masel wiha dibêje; “Me bi xebata xwe ya matematîkî, piştrastkir ku em nikarin rê li ber kalbûn/pîrbûnê bigirin. Ne bi mantiqî, ne bi teorî û ne jî bi matematîkî çareya vê yekê tune ye.”

Lêkolîner di xebata xwe de balê dikişînin li ser du cureyên şaneyê. Li aliyekî çalakiya şaneyên ji ber xwezaya mirov hindik dibin, mesela porê me ku dest ji çêkirina pîgmentê berdidin. Li aliyê din şaneyên li hember wê çalakiyê serî rakirine, heye û hejmara şaneyên serî rakirine bi lez û bez zêde dibe û bi xwe re meseleyeke pirr mezin û giran dihîne, meseleya bi xwe re dihîne jî ev e; nexweşiya kula heftpençeyê ye. Ji xwe beriya em kal/pîr bibin jî dikarin bi nexweşiya kula heftpençeyê nexweş bikevin.

Xebata nû piştrast dike ku çareyeke bêqisûr û bêkemasî tune ye û em nikarin rê li ber kalbûn/pîrbûnê bigirin. Masel wiha berdewam dike; “Eger em alîkariya şaneyên ji ber xwezaya mirov hindik dibin, bikin û hejmara şaneyên resen zêde bikin, hejmara şaneyên bi nexweşiya kula heftpençeyê jî bi xwe xwe zêde dibe. Eger em şaneyên nexweşiya kula heftpençeyê jê bibin, bi gotineke din hindik bikin, wê gavê hejmara şaneyên kalbûn/pîrbûnê zêde dibe. Ji vê jî dihêt dîtin ku pêdiviya me bi balansa di navbera her du cureyên şaneyê de çêdibe, heye. Lêbelê em heya kengê dikarin wê balansê berdewam bikin? Em nikarin wê balansê heya hetahetayê berdewam bikin, bes em bitenê bi wê balansê dikarin kalbûn/pîrbûnê dereng bixînin.”

Çavkanî: Mother Nature Network

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      56
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      83
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      415