dem: 01.12.2017 07:30 xwendin: 97

Wilhelm von Ockham û Nomînalîzm

Wilhelm von Ockham û Nomînalîzm

   Williamê Okhamî 1285-1347, wekî Wilhelm von Ockham û wekî William of Ockham jî tê nasîn. Fîlozofekî navdar yê dewra felsefeya skolastîk e û wekî damezranerê Nomînalîzmê hatiye dîtin. Li gor baweriya Ockhamî, yên tevayî (tumel) ne xwediyê çêbûneke (hebûneke) rasteqîn in û tiştên çêkirî ne. Yên tevayî (tumelî), encax weke hilbera ramana razber û di nav xebateka zanistî de, dikarin derkevine holê. Ew ne hêla hevpar ya pirraniyê ne, ew bi tenê navên ku li wan hatine (têne) barkirin, in.

Ji ber vê yekê jî zanist divê ne li tevahiyê, divê li yên taybet û tekane bikole. Çimku, bi tenê rasteqîniya heyînên tekane (yekhejmar) heye. Tişt, ji destpêka xwe ve wek tekane (weke şexs) yan weke yekhejmar hene. Mirov dikare bibêje ku Ockhamî, xwediyê dilêrîneka amprîk bû û wiha bawer kiriye ku ezmûn (deney), bingeha hemû texlîd zanayiya ye. Yên taybet, heyînên tekane ne û çêbûna bûyeran, bi tenê bi rêya ezmûn û zanayiya ku xwe dispêre sehekan, dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê jî, hebûna teolîjîyeka rasyonel (aqilane) ku pêşniyarên wê bi ezmûnê nikarin werin qontrolkirin, yan jî hebûna psîkolojiyeka ku dixwaze hebûna rih bipeyîtine, nikare were qebûlkirin.

Herweha yekîtiya Xwedê, bêdawîtiya (bênatiya) wî û heta hebûna wî jî, bi awayekî misoger nikare were peyîtandin (îsbatkirin). Çimku zanayiyên bi vî rengî, encax dikarin bibin babeta (mijara) baweriyê û encax, bi baweriyê ew dikarin werin pejirandin. Ev zanayî, ne dikarin werin peyîtandin û ne jî di pêvajoyeke peyîtandinê de, nikarin weke hêmanekî werin dîtin. Bi vê helwesta xwe re Wiiliam bi awayekî misoger, zanayî û baweriyê, ji hevdu cuda kiriye. Bi ramanên bi vî rengî yên Williamî re, felsefe êdî wekî berê, ne di xizmeta bawerî û teolojiyê de nema ye û bêtir hatiye ser xeta xwe ya resenî.

Piştî vê pêşveçûnê; li hemberî zanayiyên ku hene, serxwebûna zanayiyê dest pê kiriye û zanayiyê, xwestiye ku xwe bibîne. Ramanên Wilhelm von Ockham, beriya 300 salan mizgîniya Ronesansê daye me. Ramana Williamî ya ku hebûna bingeheka madî ya têgehan diparast, bi ramana îdealîzmê re dikete nakokiyê, ku li gor vê baweriyê jî, di bingeha rasteqîniyên madî de têgehên tevayî hebûn. Bi rêya nesneyên tekane û bûyerên berbiçav/girgîn, li vekolandina xwezayê û li ser vê mijarê hilberandina zanayiyan, ramanên fîlozofên berê dianî aqilê mirovan. Hemû aligirên (piştgirên) skolastîkê, li hemberî William rawestiyan û ramanên wî qebûl nekirin. Piştra, dêrê wî aforoz kiriye. Lê dazanînên wî, di sedsala 14 û 15 an de zaningehan kiriye hola şer. 

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Pêveker: nomînalîzm

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Xebatên Li Ser DNAya Rûyê Benîadem
Zanistî

Xebatên Li Ser DNAya Rûyê B..

25.02.2018 15:38    Metîn Eser

Lêkolînerên ji KU Leuven, zanîngeha Pittsburg, Stanford û Pen Stateê vedîtina 15 genên nû pêk anîn. 15 genên nû xetên li ser rû û rûçikê me diyar dikin. Bi vedîtina 15 genên nû hinek karên ji..

Bixwîne
      20
Li Bajarê El-Minyeyê Vedîtina Nekropolê Pêkhat
Zanistî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîti..

24.02.2018 22:51    Metîn Eser

Berpirsiyarên ji wezerata serdema Antîk ya Misirê vedîtina nekropoleke kevn eşkere kirin. Li bajarê El-Minyeyê, an jî bi kurtî Minye, vedîtina nekropoleke kevn pêk hat. Di nekropolê de, bi gotineke din di bajarê miriyan de, maskeyeke zêrinî, 40 h..

Bixwîne
      83
San Actun û Şikeftên Mayayiyan
Zanistî

San Actun û Şikeftên Mayayi..

24.02.2018 19:32    Metîn Eser

Şûnwarnas li Meksîka yê, di rêze şikeftên herî dirêj yên di bin avê de, vedîtina hestiyên benîadem yên 9.000 salî kevn û seramîka ji çanda Mayayiyan pêk anîn. Di şikeftekê de hestiyên ajalên bi nav..

Bixwîne
      86