dem: 15.12.2017 20:09 xwendin: 109

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke irsî(rakendî) ye ku rê li ber xerabûn û kêmasiyên genetîkî vedike. Lêkolînerên Brîtanyayî bi dermanekê ku li ser wê dermanê dixebitîn û testên xwe pêk dianîn, xerabûn û kêmasiyên genetîkî ji holê rakirin.

Nexweşiya Huntingtonê, nexweşiyeke ji nexweşiyên herî giran yên dihên zanîn e. Nexweşiya Huntingtonê gav bi gav şaneyên mêjiyê mirov dikuje ku semptomên motorîk, nezantiyê(ji bîr kirin) û derûnî rûdidin. Hin kesên bi nexweşiya Huntingtonê nexweş ketine, nexweşiya xwe weke nexweşiya Parkinson, Alzheimer na jî nexweşiyeke tûreyî vedibêjin. Semptomên vê nexweşiyê dema kesên nexweş 35 an jî 40 salî ne, destpê dike û kesên nexweş di navbera 10 û 20 salan de diherin ber rehma Xwedê.

Huntington nexweşiyeke irsî ye û çareya vê nexweşiyê jî tune ye. Lêbelê lekolînerên ji Universty College ya li Londonê ye vedîtina dermanekê û bi wê dermanê nû tedawîkirina nexweşiyê pêk anîn, dermanê nû hêviya kesên nexweş yên li benda çareyekê ne xurt dike. Dermanê nû bi rêya derzîkirinê li movika/marîpişta 46 kesên nexweş dihêt zêdekirin, dermanê nû hejmara proteînên jahrî yên di mêjiyê kesên nexweş de hebûne, hindik kiriye. Profesor û zanyarên cihêreng yên li çar aliyê cîhanê kêfxweşiya xwe diyar dikin û di 50 salên dawîn yên di beşa nexweşiyên norodejeneratîf de gavekî pirr mezin û girîng dibînin.

Li gor lêkolînerên ji “Dezgeha Huntington”ê li darê dinê ji 1000 kesî 1 bi vê nexweşiyê nexweş dikevin. Huntington ji ber kêmasî an jî xerabûna DNAyê rûdide ku jê re şaneya-Huntingtonê dibêjin. Di wê beşa DNAyê de dîrektîf dihêt dayîn ku bi dîrektîfên ji wê beşê proteîna Huntingtonê çêdibe û mêjiyê mirov bi wê proteînê diperise/pêşdikeve. Lêbelê ji ber kêmasî an jî xerabûna genetîkî proteîn vediguhere kujerekî û şaneyan dikuje.

Tedawiya nû genê Huntingtonê bêbandor dike. Testên pêşin yên li ser mirov diyar kir ku dermanê nû bêxeter e û proteîna jahrî ya Huntingtonê bi awayeke zêde hindik kiriye.

Rêveber û lêkolîner Sarah Tabrizi wiha dibêje; “Xebata me ya nû hêviya me û ya kesên nexweş xurt dike, heya a niha çareya nexweşiya Huntingtonê nehatiye dîtin, lê em ji xebata xwe piştrast in ku em ê rojekê rê li ber nexweşiyê bigirin û tune bikin.”

Çavkanî: BBC

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      63
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      81
Meteroîdên ku Destnîşana Çavkaniya Vejiyînê Dikin
Zanistî

Meteroîdên ku Destnîşana Ça..

13.01.2018 22:19    Metîn Eser

Du meteroîdên ku di sala 1998an de daketibûn li ser rûyê erdê, xwediyê wê taybetmendiyê ne ku li cihê daketine, bibin çavkaniya vejiyînê û ev jî ji analîza nû diyar bûye. Ji her du meteroîdên ku ji ban&ecir..

Bixwîne
      61