dem: 04.11.2017 18:07 xwendin: 367

Vedîtina Cureyeke Oerang-oetanê Pêkhat

Lêkolînerên cihêreng li girava Sumatra ya li Endonezyayê ye, vedîtina cureyeke nû ya orang-oetanê pêk anîn. Navê cureya nû Orang-oetanê, Tapanuli ye. Rengê Tapanuli (Pongo tapanuliensis) weke Borneo (Pongo pygmaeus) û Sumatra (Pongo abelii) sor e. Her çiqas vedîtina vê cureya nû ya orang-oetanê pêk hatibe, dihêt zanîn ku Tapanuli gav bi gav ber bi tunebûnê dihere.

Malbata piçûk ya Tapanuli li Batang Torubosê dijî û vedîtina Tapanuliyê di sala 1997an de pêk hatibû, lêbelê lêkolîner heya vê gavê nedikaribûn bipeyitînin. Lêkolîner diyar dikin ku îskelat û çeneya Tapanuli naşibe ya Borneo û Sumatrayê. Tapanuli li gel 6 prîmatên mezin beşdarê malbata prîmatan dibe û bi wê re hejmara prîmatên mezin dibe heft. Gorîl, şempanze û mirov jî endamên ji malbata prîmatên mezin in.

Matthew Nowakê ji Sumatran Orangutan Conservation Programme wiha dibêje; “Her çiqas me vedîtina vê cureya nû pêk anibe, xeteriyeke mezin li ser vê cureyê heye. Hejmara endamên vê malbatê kêmzêde 800 heb e û li sê şûnên cuda belav bûne. Mixabin, metirsiya mezin ya Tapanuliyê ber bi tunebûnê dibe, mirov e. Mirov bi nêçîrvaniyê an jî qirkirina daristanê kok li heyîna Tapanuliyê dihînin.”

Profesor Serge Wichê ji Zanîngeha John Moores ya li Liverpoolê ye wiha berdewam dike; “Em bi vedîtina cureyeke nû kêfxweş û dilê me jî pê şa dibe, lê dîsa em bi metirsiya tunebûnê ya li ser vê cureyê xemgîn û dilê me jî giran dibe.”

Çavkanî: Current Biology

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      119
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      182
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      453