dem: 01.12.2017 07:21 xwendin: 304

Utopya û Utopyayên Sereke

Utopya û Utopyayên Sereke

    Utopya modeleke civakê ye, ku ji aliyê ramanweran ve di hiş de hatiye pêşnûmakirin. Pêkanîna wê ne gengaz e (bêîmkan e) û modêleke civakek bêkêmasî (tequz) e, modêla civakek xeyalî ye. Hinek ramanweran, bandêra dewletên xwe rexne kirine û bi vî awayî utopya, weke ramaneke derketiye holê. Helbet mirov dikare bibêje ku, ji ber kêmasî û tengasiyên bandêrên (sîstemên) wê demê, ramana utopyayê derketiye holê.

Mirovî, dikare utopyayan bike du beş û wiha jî şirove bike. 

1- Utopyayên Ku Têne Xwestin

2- Utopyayên Tirsê/Dîstopya

A- Utopyayên Ku Têne Xwestin

Di van utopyayan de wiha tê xwestin ku, bila mirovî şad û bextewar bijîn û vê yekê vedibêjin. Utopyayên sereke yên ku weke yên baş tênd dîtin jî li jêr in:

1- 'Dewleta' Platon

Di dewleta Platon de civak, ji 3 çînan pêk tê. Karkerên ku erdema wan xebat e, leşkerên ku erdema wan wêrekî ye û rêveberên ku erdema wan edalet e. Di vê utopyayê de dewlet di heman demê de wek saziyeke perwerdehiyê jî kar dike. Hemwelatiyên dewleta Platon, li gor hegînên/zîrekiya xwe têne hevotin û dibin xwedîkar. Di dewleta Platon de ji bo leşker û rêveberan, malhebûn/mulkiyet- serwet qedexe ye.

2- Utopyaya 'Bajarê Xwedîerdem' ya Farabî

Farabî, ji ramanên Platon ketumet bûye û di bin bandûra wî de maye. Di vê utopyayê de behsa dewleteke îdeal dike û wiha dixwaze ku bila civak ji layê mirovên xwedîerdem ve were birêvebirin. Li gorî Farabî, rêveber divê ku ji Xwedê bawer bikin; rastgo, jîr, nefsbiçûk, dilzîz û ji layê rih ve zexim bin.

3- 'Utopyaya' Thomas Moure

Thomas Moure di utopyaya xwe de civakeke bêçîn/bêtebeqe pêşnûma kiriye ku di vê civakê de mulkiyeta taybet tune û prensîba wekheviyê, lê serwer e. Moure wiha bawer dike ku çavkaniya bêedaletî, xirabî û bedbextiyê, mulkiyeta taybet e. Li gorî Moure dewlet, divê demokratîk be û rêveberên dewletê jî, divê ji layê hemwelatiyan ve werin hilbijartin. Di vê dewleta utopîk de pere/dirav nayê bikaranîn, lê di dewsa peran de mal têne takaskirin.

4- Utopyaya 'Welatê Rojê' ya Campanella

Campanella di vê berhema xwe de dewletek îdeal pêşnûma kiriye. Rêveberên dewletê fîlozofên oldar in, ku ji gelek aliyan ve baş hatine perwerdekirin. Hemû mirov, bi hevdu re xwediyê hemû mulkiyetê ne. Di civakê de, mulkiyeta hevpar serwer e. Mirov di rojê de 4 seetan dixebitin. Dema mayî jî; ji bo huner, xwendin, nivîsandin û bêhnvedana ruhên xwe derbas dikin.

5- 'Atlantîsa Nû' ya Francis Bacon

Bacon di vê berhema xwe de, civakeka ku li ser bingeha zanistê hatiyê avakirin, pêşnûma kiriye.

B- Utopyayên Tirsê

Di van utopyayên tirsê de armanc ew e ku şexs, li hember zordestiyên bandêrên ne demokratîk werin hişyarkirin. Ji rewşa civakên îroyîn, rewşa civakên siberojê (paşerojê) tê pêşnûmakirin.

1- 'Dinya Nû' ya Alex Huxley

Huxley di vê utopyeya xwe de ji hêla zanist û teknolojiyê ve, behsa civakeke gelek pêşketî dike. Mirov, li gor pêdiviyan li kargehan têne hilberandin û li navendên taybet têne xwedîkirin. Malbat û zewac, bi temamî ji holê rabûye. Taybetmendiyên kulturî û bîra dîrokî, ji holê hatiye rakirin. Ji ber vê yekê jî, gelek caran mirov ji rê derdikevin û xwekuştin jî, di civakê de gelek zêde ye.

2- '1984' a George Orwell

Di '1984' a George Orwel de rêveberiyên zordest, têne rexnekirin. Di vê utopyayê de zordestiya dewletê pirr dijwar e û heta tê wê radeyê ku mirov, hişê xwe winda dikin.

Mirov dikare bibêje ku utopyayên ku têne xwestin û utopyayên tirsê jî, wekî alternatîva bandêra siyasî a ku heye, têne dîtin.

Belam, di van rojên dawî de, di dewsa 'Utopyayên Ku Nayên Xwestin' de, peyva 'Distopyayê' tê bikaranîn. Distopya, (antî-utopya. Bi yewnanî dystopia) bi pirranî ji bo dijberê civakek utopîk de tê bikaranîn.

Ango, antî-utopya ye. Civakeka distopîk; civakek zordest, tehdekar, otorîter-totalîter e yan jî em bibêjin, ku sîstemeka zordest bikar tîne.

 Ev peyv, cara yekemîn ji aliyê John Stuart ve hatiye bikaranîn. Dema ku mirov zanayiyên John Stuart dide ber çavan, mirov dikare bibêje ku wî vê peyvê ne di wateya 'berevajiya utopyayê' de, belam di wateya 'cihekî xirab' de bikar aniye. Bi yewnanî tê wateya yan jî,

Hinek Berhemên Distopîk.  

1- Hezar û Nehsed û Heştê û Çar – George Orwell

2- Cotgeha Heywanan – George Orwell

3- Ez (roman) – Ayn Rand

4- Dinya Wêrek Ya Nû – Alex Huxley

5- Em -- Yevgeni Zamyetin

6- Fahrenheit 451 (pirtûk) – Ray Bradbury

7- The Handmaid's Tale -- Margaret Atwood.

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Pêveker: utopîa

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      161
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      133
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      194