Şert û Mercên Endamtîyê

Ji bo hun dibin endamê Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê divê hun vê belavoka destpêkê ya ÎRK yê bipejirînin.
Ji kerema xwe re bixwînin, bipejirînin û paşê bibin endam.

ÎNÎSİYATÎFA REWŞENBÎRÊN KURDISTANÊ

Rewşenbîrên Kurd yên hêja!

Em zarokên Kurdistanê ne, ya ku axa wê di bin dagirkeriyê de, perwerdeyiya zimanê zikmakî jî di nav de tevayî mafên wê hatine binpêkirin.

Di vê demê de, ku dijî gelik bajar û deverên me şerekî hovane tête meşandin, welatê me tê wêrankirin, dahatiya me dixwazin tarî bikin wekî pêdiviya berpirsiyariya rewşenbîrî dijî rewşa heyî em nikarin bê helwest bimînin. Di vê wateyê de hewldana sazîbûn û xwebirêkxistina Rewşenbîrên Kurd yên cîhanê û bi taybet Ewrûpayê pêdiviyeka dîrokiye.

Bi lezgînî pêdivî bi yekîtiyekî wisan heye ku dijî komkujiyên li himber gelê me berdewam dikin, bêyî xwe bispêrin tu tevgerên leşkerî û siyasî. Yekîtiyekî azadî û rizgariya me bo xwe bingeh bigre, berjewendiyên me yên netewî ser partiyan re bigre. Yekîtiyekî xizmeta rizgariya gelê Kurdistanê û Erda Kurdistanê bike ya ku ji rewşa dagirkeriyê jî jêrtirde ye. Bi vê boneyê em bi berpirsiyariyeka wisan ve beramberî hevin ku dawî bi hebûna li ser welatê me ya siyasî û leşkerî ya desthilatên Tirk-Ereb û Farsan bînin. Belavbûna xwe werçerxînine yekîtiyeka netewî û bi zanebûna dad û demokrasiyê ya ku desthilatiya me ya netewî bingeh bigre tevbigerin.

Ji bo em rewşê bi rengekî rasteqîn şirove bikin, hizrên stratejîk yên sûddar biafirînin, bo tevgerên siyasî piştevaniyeka entellektuel rave bikin, em pêşniyar dikin di bin navê “Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurdistanê” de tevaya Ewrûpayê zemînê gotûbêjeka berfireh biafirînin û di encam de di Konferansekê de li hev bicivin.

Wekî tê zanîn mirovê Rewşenbîr ew kese, yê azadiya wê civak û wî gelî diparêze yê ku di nav de dijî. Ew kese, yê rewşa dîrokî û civakî bi rengekî rast vedikole, giriftan aşkere dike û bi zanebûna vê berpirsiyariyê ji bo pêkhatina mercên jiyaneka xweştir û jiyandar têdikoşe. Di encama parçebûna Kurdistanê, mercên dagirkeriyê û belavbûna cîhanê de li Ewrûpayê paneberiyeka Kurd pêk hatiye. Îro hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ji hemî demê bêhtir pêwiste. Pêdiviyeka lezgîn bi pêkhatineka birêkxistî heye ku li gel tekoşîna azadiyê ya li herçar parçeyên Kurdistanê didome bi berpirsiyariyeka Rewşenbîrî piştevaniya rewşenbûna civaka me bike û mafê wê yê netewî biparêze. Karê Partiyan, rêxistinên siyasî û saziyan cûda ye; lê dikarin nûnerên xwe bo Konferansê rêbikin. Saziyên siyasî li gel berjewendiyên Netewî ji bo ku hebûna xwe ya rêxistinî biparêzin berjeweniyên xwe yên Rêxisti-Partiyê bêhtir dihizirin û diparêzin. Rewşenbîr jî di vê qonaxa sext û zehmet de berjewendiyên netewî, rizgariya netewî, yekîtiya netewî û rewşenbûna civakî ser hertiştîre digrin. Rewşenbîrên Kurd di dema nêzîk de dikarin çi bikin? Bi zanebûna ku gelê Kurd bi asîmîlasyon û Komkujiyeka mezin ve beramberî heve, bi parestina yekîtiya navbeyna partiyan dikare ji bo doza netewî ya li her parçeyê Kurdistanê pêş dikeve piştevaniya hêza derûnî û ramyarî bide û li gel vêya jî di navbera parçe û partiyan de dewra pirê pêk bîne. Ji bo van pêşniyarên me hejmartî û yên hîn giringtir û leztir pêdivî bi Konferansê heye. Em pêşniyar dikin ew rewşenbîrên navê xwe li jêr vê belavokê bixin ya ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatiye pêşkeşkirin werin cem hev, bicivin û saziya xwe pêk bînin.

Komîteya Amadekar ya destpêşxeriya Insiyatifa Rewşenbîrên Kurd
27.02.2016

Ji bo endamtîya Rewşenbir

Taybetmendiyên Endamê malpera Rewsenbir.com çi ne?
1.Endamê malpera rewsenbir.com di heman demê de dibe endamê ÎRK jî.
2.Endamê dikare di pişka xwe ya malperê de,  ji hemî biryar, ragihandin, civîn û çakeliyên ÎRK yekser agahdar bibe.
3.Endam eger bixwaze dikare bibe nivîskarê malperê. Ji bo vê yekê divê rêvebirên malperê agahdar bike.