dem: 20.04.2017 13:08 xwendin: 779

Tirk li ser kursîyên xwe, Kurd jî li ser qûna xwe rûniştin!.. Îkram Oguz

Referandûma Tirk a, ya 16’ê Nîsanê li paş ma.

Tirk çep û rast li ser dewleta xwe…

Kurd, Kurdên ku heta roja 16’ê Nîsanê ji bo „erê“ û „na“ xwe diqelaştin, ew jî li ser qûna xwe rûniştin.

Bi encama referandûmê ra, ne ji bo kurdên ku di hilbijartinê da „erê“ gotibûn tiştek guherî, ne jî ji bo kurdên ku „na“ gotibûn, qîyamet qetîya.

Lê weke, gotineke Tirkan, „Alavêre-dalavêre Kürt Mehmet nöbete!“

Çepê Tirkan careke din dîsa fatura têkçûna xwe ji Kurdan ra derxistin, Kurd ji biratîya xwe avêtin.

Di nav pênceûpênc mîlyon hilbijêran da, tenê hilbijêrên Kurd dibînin û bi dek û dolaban dixwazin careke din Kurd têkevin dafikê…

Ku têkçûna wan neyê xûyakirin, sedem dek û dolaban, dewleta wan ji alî dewletên dinê va neyê şermezarkirin.

Heger ku di encama referandûmê da „na“ zêde derketaba û Erdogan û şûrekaya wî têkbiçûya, bêşik wê gavê jî wan Kurd wek sedemê têkçûna xwe nîşan didan û ji xwe ra deyndar derdixistin.

Jiber ku ev dewlet, Dewleta Kemalîst sed sale bi Gelê Kurd ra dilîze.

Carcaran bi şer, carcaran ji bê şer…

Were hesabê wî, dibêje, „Kurd himdarê dewletê ne!“

Neyê hesabê w, dibeje, „Kurd neyarê dewletê ne!“

Carcaran hîmdar binavdike, dilê Kurdên diltenik germ dike…

Di wê dilgermîyê da ger bi navê biratîya olî, ger bi navê biratîya gelan wan dixapîne.

Asîmîle dike.

Bi koka wan ra dilîze.

Ava wan kêm dike, dilçilmisîne.

Davêje newalekî û li ber mirinê dihêle.

Carcaran jî neyar binavdike, dilê Tirkan, Tirkên çep û rast germ dike.

Bi dilgermîya Tirkan radibe şah…

Bi çek û rextan, bi top û tankan, dest davêjê ser gund û bajarên Kurdan.

Keç û xortan dikuje.

Jin û mêran birîndar dihêle.

Kal û pîran koçber dike.

Zarokan davêje heps û zîndanan û ji kokê va diqelîne…

Mixabin, ne bi xapandina bi dek û dolaban…

Ne bi kuştina bi tank û topan…

Ne jî bi şewitandina gund û bajaran…

Kurd her du rûyên dewletê, durûtîya rêvebirên dewleta kemalîst nabînin.

Jiberku, hinekan xwe bi çepên dewletê va zeliqandine…

Hinekan jî xwe bi putperestên dewletê va girêdane û kapê weris avêtine histûyên xwe…

Hinek çep lê dixin…

Hinek jî rast…

Lê ne şahî şahîya wan e…

Ne jî govend govenda wan…

Kurd, di 16’ê nîsanê da jî bi strana „erê“ û „na“ reqisîn û xwe westandin…

Kemalîst û rêvebirên dewleta kemalist jî li reqsa wan temaşe kirin û kêfa xwe anîn..

Heta şahiyeke din…

Kurdên westyayî li ser qûna xwe…

Tirk jî bi kêf û eşq li ser kursîyê dewleta xwe rûniştin…

20.04.2017

[email protected]

Tevlîker

İkram Oguz
İkram Oguz

Îkram Oẍuz) di sala 1962an da li gundeki Tekmanê, Xanbegîya Jêrin, ji dayîk bû. Mekteba ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzirumê xwend. Di dema 12ê Îlonê da hate girtin. Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Îstenbolê Fakulta Îktisadê xilas kir. Çend salan li Îstenbolê di fîrmayeka taybetî da wek rêvebir xebitî. Bi destpê..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      47
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84