dem: 01.12.2017 06:56 xwendin: 340

Tevgera Reformê û Mîstîsîzm

Tevgera Reformê û Mîstîsîzm

   Tevgera reformê (reformation) tevgereke olî ye û li hemberî dêra katolîk, li dijderketinek e. Lewra, dêra katolîk ya wê demê, di rewşeka xirabûyî (aloz) de bû û ji erkên xwe yên eslî (resenî), gelekî dûr jî bibû. Tevgera reformê, encameka tevgera ronesansê û dilêrîneka nû ya olî ye. Ronesansê bêguman ne tenê din guhertiye, dilêrîna mirovî, hiqûq û dewletê jî guhertî ye. Di tevgera reformê de, dijberiyek li hemberê dêra Serdema Navîn û skolastîkê heye ku, skolasîzm jî felsefeya dêrê ya fermî bû û reformê, daxwaz kiriye ku dêra kevin hilweşîne û dêra xwe ya nû bide damezrandin.

Ev xwestek di destpêkê de ne wiha bû. Lewra, reform bi awayekî şidyayî bi mistîsîzmê re girêdayî bû û paşê, ev tevgera reformê hate guherîn. Ji ber vê yekê jî, reformê berê xwe dabû filehtiya ewilî/pêşîn ku dêrê ew xira kiribû û dixwaze ku civatê, ji ketumetbûnên Serdema Navîn zû bi zû rizgar bike.

Di cîhana filehtiyê de, ji bilî mezheba katolîk û ortodoksê, tevgera dêra protestaniyê ji aliyê Martin Luther (1483- 1546) ve tê destpêkandin. Martin Lutherî, di sala 1517an de li deriyê dêra Wittenbeggê 95 (notupênc) dozîneyan daliqandî ye.

Di van dozîneyan (tezan) de, Martin Lutherî nebaşbûna (nepakiya) dêrê û bi pereyan firotina gunehan, pirr dijwar rexne kiriye. Beguman, ev bûyer îdoneyek e û tevgera reformê, bi vê protestoyê dest pê dike û dûvre, dibe mebesta şerên 30 (sih) salan. Her gaveka Luther dibe lehiyek û mîrovan bi xwe re diherikîne. Lewra, wê demê li her derên welêt, li hemberê dêra Katolîk û ortodoksê, dijberiyek/dijatiyek hebû. Dêr, êdî mîna cîhgirê mirovan ne dihate hesibandin. Lewra, di wê demê de dêr pirr xira bibû û ji wezîfeyên xwe yên eslî gellekî dûr jî bibû. Bi karên xwe yên olî, zêdetir bi karê dinya û siyasetê re mijûl dibû. Ji ber vê yekê di nava çînên bindest de, ji bo olekê nû bîrîkirineka mezin hebû û êdî li gorî dîtinên wan, dêrê xwe bêesil kiribû, ji başî û rindiyê jî dûr bibû.

Ev tevgera olî ya nû, ku xwe ji dêra filehtiyê dûr xistibû, bi awayekî xwezayî berê xwe dabû mîstîsîzmê. Bêguman ev yek jî, tişekî xwezayî bû. Lewra mîstîsîzm, li gorî dîtinên xwe oldariyekê hundirîn û dilînî bû. Xwiya ye ku, di destpêkê de reformê xwe ji çavkaniyên mîstîsîzmê xurt kiriye.

Lewra, mîstîsîzm bi hêmanên xwe re girêdayî ye û ew, ne dogmeyekê kifşkirî ye, ew oldariyekê dilînî ye. Mîstîsîzm, zêde rûmetê nade pirtûkên pîroz û pîroziyê, rasterast di hindurê mirov de (Revelatio) dibîne. Mîstîsîzm, herweha cîhgiriya dêrê jî napejirîne û naxwaze ku tu kes, (şexs yan jî sazî) bikevin navbera mirovan û Xwedê.

Li gorî ramanên mîstîsîzmê: Pêdivî, bi wan avahiyên dêrê tunebû. Lewra, ew avahiyên şeklî/lewnî ne. Herkes rahîbe xwe ye û bêwekîl, rasterast dikare Xwedê di dilê xwe de bibîne.

Piştra jî, dîtinên protestanan ji bo avakirina dêra mezheba protestaniyê, ji mîstîsîzmê dûr dibe. Martin Lutherî jî, di destpêkê de bi awayekî şidyayî bi mîstîsîzmê ve girêdayî bû. Lewra li gorî dîtinên wî, ol karekî dilînî bû. Martin Luther, filehtiya ewilî ji xwe re weke mînakeke û rêzanekî dihesiband. Hasilê, piştî tevgera reformê mezhebeka nû ya protestanan derkete holê û dûvre, bû dêr. Di encamê de jî, dêra filehtiyê li gorî mercên wê demê xwe nûkir, nêrîn û avahiyên xwe jî guherand.

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      308
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      284
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      369