dem: 24.04.2017 20:38 xwendin: 411

Tevgera Apoçiyan û rêjîma Esed: Evîna ji aliyekî - 2

Di xeleka borî a nivîsê de, min da zanîn bê Ocalan derbarê rewş û rûdawyên Sûrî çi got û çi ji PKKê xwest û helwesta PKKê ji serhildana li dijî rêjîma Esed çawa bû û çima hat guhertin?. Di despêka bûyeran de PKKê digot: "em ne digel rêjîmê, ne digel oppositionê ne. em digel mafên xwe ne. em xeta sêyemîn in". Lê di van 5 salên dawî de, PKKê-PYDê gelek alîkarî û xizmeta rêjîma Esed kirin. PKKê bihaneya xwe ji bo bê alî kirina Kurdên Sûrî û dûr sixtina wan ji şoreşa Sûrî, wisa digot: "Em herêmên rojavayê Kurdistanê ji wêran kirin û hilweşandinê diparêzin û nahêle rêjîma Esed; Qamişlo, Kobanê û Efrîn...hwd bike weke Heleb, Humus û Reqa...". Ne tenê wisa jî, PKKê hemû kes û partiyên Kurd ku tevlî xwepêşandanên dibûn, wan bi kirêgirtî û girêdana bi Ardogan ve tawanbar dikirin ku dixwazin bajarên "rojava" bidin ber bombeyên Esed û birûxînin. Lê di eynî demê de, PKKê Amed, Cizîr, Nusêbîn...hwd da ber agir û bombên rêjîma Turk dema "xweseriya demokratîk" li bakur îlan kir!. Ango, PKKê li binxetê aştîxwaz û rêformîst û"Gandiyê Hindistanê" bû, lê li serxetê PKKê Ernesto Che Guevara bû!. Di dawiyê de, ev derewa mezin jî eşkere bû.

Pirsa sereke ev e: PKKê ji bo xwe bi rêjîma Esed re bide qebûl kirin, çima ewqas gelê Kurd li Sûriyê dike alav û êzing?!. Ji bo em bersiva vê pirsê bibînin, divê em vegerin sala 1996an. Di wê salê de, rojnamevanê Ereb yê Sûrî Nebîl Mulhêm hevpeyvîneke dirêj bi Ocalan re çê kir û di pirtûkekî de bi vanê "Serokeke û Milletek: hefteyeke digel Apo" hat çap kirin. Ew pirtûk nehat wegerandin zimanê Turkî, lewma gelê me li Kurdistana bakur tişt li ser daxwiyaniyên Ocalan yên şaş û nebaş derbarê doza Kurd li Sûriyê nas nakin û nizanin bê "serokê netewî" û "serokên gelê Kurd" çiqas heqaret li hebûn, dîrok û doza gelê Kurd li Sûriyê kiriye û bê çiqas pesnê rêjîma Hafiz Esed daye!?. Di wê hevpeyvînê de Ocalan hebûna Kurdan weke gel li Sûriyê nas nake û hebûna beşek ji Kurdistanê li Sûriyê qebûl nake û di rûpela 167 û 168 ji wê pirtûkê wisa dibêje: "Di derbarê Sûriyê de, piraniya gelê Kurd li Sûriyê koçber in, ji Kurdistana bakur hatine. Hinek kes hene behsa têgeha Kurdistana Sûriyê dikin, lê di baweriya me de, pirsgirêkên asê û aloz di vê mijarê de nînin. Ev têgeh ne objektîv û rast e. Ya rest ew e ku em bêjin; Kurdên Sûrî ne Kurdistana Sûrî. Ev Kurd, ji zilm û zordariya Osmaniyan û komara Turk reviyane (...) eger em li dîroka wan ku tenê vedigere 150î salî binerin, dê bibînin ku piştî têkçûna serhildanan, ew reviyane û hatine Sûriyê û hinek ji wan, ji ber sedemên civakî reviyane (...) Ez tekez dikin; ew ji bakur hatine. Ya girîng ku ev Kurd, weke Eremen û Çerkezan in, ew jî kêmnetew in. Di destpêka hatina min ya rojhilata navîn de, min got: divê em koçberiya ber bi başûr ve rawestînin û dest bi koçberiya ber bi bakur ve bikin".

Rojnamevan ji Ocalan pirs dike: "mebesta te ji koçberiya ber bi bakur ve çiye!?", Ocalan dibêje: "di vî warî de, me dest bi pêvajo û têkoşîneke dijwar û dirêj kiriye. Me berê kurdên Sûrî daye çiyayên bakur, devera ku jê hatine Sûriyê. Bawer dikin ku rêjîm û Kurdên Sûrî ji vê yekê razî ne".

Wateyeke tenê ji gotina Ocalan re heye ku PKKê ji salên 1990î ve û ji bo xatirê çavên rêjîma Esed, planên guhertina demografîk û paqijkirina rojavayê Kurdistanê ji Kurdên Sûriyê pêktîne. ji ber ku ma ancama koçberkirina Kurdên Sûrî ber bi bakur ve, ji bijî guhertina demografîk û erebkirina herêma rojavayê Kurdistanê dê çibe!?.

Ocalan di wê pirtûkê de bi van hevokan pesnê Hafiz Esad dide: "serokatia Esed tê wateya mezenbûna Sûriyê. Niştimanperweriya mezin di serdama Esed de li Sûriyê peyda bûye. Eger serokatiya Sûriyê were guhertin, dibe ku sûrî, li ser asta netewî û tayfî, perçe bibe. Ev jî tê wateya tunebûna Sûriyê. (...) Kurdên Sûrî, li ser asta hijmara tevahiya Kurdan, ji 5% jî kêmtirin û ji bakur hatine. Eger dewetekê dixwazin? bere berên xwe bidin bakur".

Ji axaftinên Ocalan baş tê diyar kirin û têgihiştin ku PKKê û  Ocalan, ji salên 1990î ve, Kûrdên Sûrî ji maf û doza wan ya sereke dûr dixistin û berê wan dan bakur. Ev jî gelek gelek diket xizmeta rêjîma BAAS û Esed. ji ber ku birastî tu wate ji gotinên Ocalan re nînin, ji bilî ku PKKê ji salên 1990î ve planên guhertinên demografîk li herêma rojavayê Kurdistinê pêk bîne û herêmê ji Kurdan paqij bike, tenê ji bo xatirê çavên rêjîma H. Esed re.

 Ji ber şok û nerazîbûna gel derbarê van gotin û nirxandinên Ocalan yên wê çaxê, PKKê ev pirtûk ji nav gel berhev kir. Bi kurtî be jî, li gorî dîroka PKKê li Sûriyê, her tim, PKKê ketiye xizmeta rêjîma Esed û Kurdên Sûrî kiriye qurbanên peywendî û berjewendiyên bi rêjîma BAAS - Esed re.

 

BasNews

Tevlîker

Hoşeng Osê
Hoşeng Osê

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      119
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      182
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      453