dem: 14.01.2017 12:21 xwendin: 356

Têkiliya lêkerên Kanîn, Karîn û Zanîn - Baran Rizgar

 Çima ji dewsa ‘karîn’ê ‘kanîn’ê bi kar tînim? Di nav şîroveyên xwendekaran de ev pirs hatibû kirin; her weha piştî ku pirtûkên min hatin weşandin û di dema dersên Kurdî de jî gelek caran heman pirs ji min hatiye kirin. Çima ‘kanîn’ê bi kar tînim? Heta hinek kesan bikaranîna ‘kanîn’ê wek delîleke ji dewsa peyvên standard tercîhkirina peyvên herêmî dîtin û ji ber wê û çend peyvên din, lêv li pirtûkên min qurmiçandin.

 

 

    Bê guman, dema ku ev pirs ji min tê kirin, tiştê ku yekemîn dixwazim bibêjim bi xwe jî pirsek e: Çima bi kar nehînim? Xwedîyê pirsê jî dibêje, “Ey, her kes ‘karîn’ê bi kar tîne, hema tu jî bi kar bîne, bila standard be.’

 

Helbet ev ne rast e, desînformasyon e; her kes ‘karîn’ê bi kar nahîne; lê belê hinek kes jî dibêjin ‘piranî’ wê bi kar tîne, nabêjin her kes. A rastî di qada nivîskî de piranî ‘karîn’ê bi kar tîne, ji ber ku weha hatiye nasandin ku ya rast ew e û pêwîst e ku ew were bikaranîn. Yekî ku bi kar nehîne jî bela xwe jê nagerînin.

 

    Bê guman Kurmancîya nivîskî ne mijareke rûniştî û qedîyayî ye. Lewra Kurdekî ku bixwaze ku lê zêde bike, guhertinan çêke, pêşniyaran bike; an jî ji ewên ku çewt tên bikaranîn dûr bimîne, mafdar e û wê kêrhatî be ku wisa bike. Lê belê divê pîvan û gengeşî li ser faktên (rasteqînî) objektîv bin, heta ku dibe ji subjektîvîzmê dûr bimînin, da ku dewlemendkir, rêvekir û ronîkir bin; ne ku asteng û nakokîyan li yên heyî zêde bikin.

 

    Îcar ku em werin ser mijarê; divê pêşî bibêjim ku heke herêmî be, her du jî herêmî ne. Her du jî ne li seranserê Kurdistanê, lê li hinek herêmên Kurdistanê tên bikaranîn û herêmên ku ‘kanîn’ lê tê bikaranîn jî têra xwe hene, wek ku hinek îdia dikin, ne yek-du navçe ne. Ji Elbîstanê bigire seranserê Ruhayê bide ber, Bêlancûg, Wêranşar, Xelfetî, Serê Kanîyê, Dêrik, Qoser, Dîlok (Entab), Semsûr, Meletî, Kilîs, Amed (alîyê Qerejdax), Anatolya Navîn, Xorasan, li Binya Xetê Kobanî, Efrîn û û hwd di nav de li cografyake qerase ku cîhê wê di nav Kurmancî de nikane bê piştguhkirin, tê bikaranîn. Lewra maf û heqê wê heye ku bi rêzgirtin lê bê nêrîn, di nav nirxandinan de cîh jê re bê dayin.

 

    Wê gavê, tenê bi gazina herêmîbûnê çênabe ku em piştguh bikin. Çi dimîne? Dimîne ku em bi pîvanên lînguîstîk-akademîk ‘karîn’ û ‘kanîn’ê bidin ber hev û bibînin ku heke pêwîst be ku em tenê yekê ji wan bi kar bînin, ka mimkun e ku kîjan ji wan ji esil veqetîyabe, anku deng guherîbe (ne ku ez dibêjim bila tenê yek be, ez di berhemên xwe de her duyan jî didim). Bê guman, divîya ev analîz ji alîyê kesên ku bi israr ‘kanîn’ê piştguh dikin, bihata kirin. Ji ber ku li wan dikeve ku îzeh bikin ku çima divê ‘kanîn’ neyê bikaranîn. Yê min, min di berhem û nivîsan de kanîn bi kar anîye, lê her wisa cîh daye ‘karîn’ê jî û teva ku difikirim ku ya ji orîjînê şemitî, ‘karîn’ bi xwe ye jî, min tucarî negotiye ku guh nedin 'karîn'ê, wê bi kar nehînin, herêmî ye. Bervacîya helwesta wan a li dijî kanînê, min di berhemên xwe de her du li gel hev bi kar anîne.

 

    Lê dîsa jî ez ê di vê nivîsê de hewl bidim ku vê mijarê çenekî ronî bikim.

 

    Cudatîya di navbera her du awayên vê lêkerê de tenê tîp/dengên ‘n’ û ‘r’ ne. Anku kanîn an karîn? An jî kan an kar?

Em kanin bi çend awayan lê bikolin: 1) li zaravayên din ên Kurdî binêrin, ku di lêkerên bi vî awayî de ‘n’ an ‘r’ heye; 2) li zimanên din ên Hind-Ewropî binêrin, ku di lêkerên bi vî awayî de ‘n’ an ‘r’ heye; 3) ji alîyê wateyê ve binirxînin, ku ‘kan’ an ‘kar’ wateya lêkerê serast dike; 4) heke hebe, li lêkerên têkilîdar (peywendîdar) binêrin.

 

1) Di Soranî de lêkera bi vî rengî ‘tiwanîn’ e, heman lêker di Farisî de wek ‘tuwan’ an jî ‘tawân’ (توان ) derbas dibe. Her du lêker jî bi wateya ‘kanîn’ê tên bikaranîn; anku hebûna hêz, qudret, potansîyel û hwd dîyar dikin. Di Farisî de ew ji bo enerjîyê jî tê bikaranîn. توان ِ هسته‌ای / tavân-e haste-yi / enerjî yan hêza nuklear. Wek ku xuya dibe di herduyan jî de ‘n’ tê bikaranîn.

 

2) Di zimanên Ewropî de, em li lêkerên bi awayekî zêde balkêş nêzîkî ‘kanîn’ê rast tên; ew qasî nêzîk ku ji bo ku em nefikirin ku hîmên wan yek in an nêzîkî hev in, qet nebe mantiqên wan wek hev in, tu sedem tuneye. Hinek ji wan wisa ne:

 

Holandî kunnen

Swêdî kunna

Almanî können

Îngilîzî can (wek ‘ken/kan’ tê xwendin)

 

Wate û cîhê bikaranînê eynî wek wate û bikaranîna ‘kanîn’ê ye û di hemûyan de ‘n’ tê bikaranîn; ‘r’ nayê bikaranîn.

 

3) Ji alîyê wateyê ve ‘kan’ an ‘kar’? Li vir dixwazim berê niqteyekê zelal bikim; ‘kar’a ‘karîn’ê û ‘kar’a bi wateya ‘şixul, îş’, tu têkilîyên wan bi hev re tunin, ne heman peyv in. ‘kar’a ‘karîn’ê divê wek ‘kar’a bizinê bê bilêvkirin. Ew deng di navbera ‘k’ û ‘g’ de ye, wek ku di peyvên kevn, kerr (nabihîse), ko (ne tûj), kadîn (cîhê kayê), kirin, kevçî, kur (law) û hwd de tê bikaranîn. Ev deng û ‘k’ya kar (şixul) cuda ne. ‘k’ya kar (şixul) wek k’ya van peyvan bi lêv dibe: ker (heywan), kab, kom, kef, kîs, kulm, kêr, kêf û hwd.

 

    Çawa cudatîya van her du dengan kane du peyvên cuda pêk bîne, wek kêr (alava jêkirinê) û kêr (fêde, sûd), kûr (dijbera nizm) û kûr (nabîne), ka (li ku derê ye?) û ka (qirşên hûrkirî), kanî (li ku derê ye?) û kanî (kanîya avê), kal (nebûye) û kal (pîr, kokim, yextîyar); heman cudatî di peyva ‘kar’ de jî pêk tê û guherîna deng bi awayê di ‘karîn’ê de wateya kar an karika bizinê dide, tu têkilîya xwe bi ‘kar/şixul’ re namîne.

 

    Lewra bêfêde ye ku meriv hewl bide ku 'karîn'ê bi ‘kar/şixul’ re têkilîdar bike, ji ber ku bi rastî ‘k’ya kar (şixul) û ‘k’ya ‘karîn’ê ne heman deng in, ne eynî ne, fonemên cuda ne. Li vir gelek kesên ku ferhengên Kurdî amade dikin jî ji çewt-têgîhanên bi vî rengî berpirs in, zemîna şaş fahmkirinê ava dikin; ji ber ku heqê karê xwe nadinê û teva ku bi zelalî tê zanîn ku 8 tîp (ç, e, h, k, p, r, t, x) du-deng in, anku du dengên fonem dinimînin, temsîl dikin jî (»bixwînin), ew di ferhengên xwe de vê cudatîyê raber nakin; heke ferheng vî karî nekin, ka çi yê bike? Meriv ji bo ku elfabe bargiran nebe, tîpan zêde neke tiştek e, meriv tiştên ji hev cuda, wek ku eynî tişt bin raber bike û dûre jî wisa li ser cudatîyan miameleya wekhevîyê bike, encaman ji wekhevîya wan derxe, tiştekî din e. Tiştekî îrasyonal (deraqil) e.

 

    Îcar heke wekhev bûna, heman tişt bûna, anku heke ‘kar’a ‘karîn’ê wek ‘kar/şixul’ bûya, gelo wê wateya ‘kanîn/able to/can/-ebilmek’ bidaya? Na, ew ê nedaya. Çawa ku ‘şixul’ wek ‘şixulîn’ wateya ‘kar kirin’ê dide, ‘kar’ jî wek ‘karîn’ wê heman wateyê bide. ‘Ez dikarim’ ê bibûya wek ‘Ez kar dikim/dişixulim’, ew ê nebûya ‘Ez (di)kanim/I can/Ich kann/…ebiliyorum’. Ew jî çênabe, ji ber ku ewên ku bi kar tînin, 'karîn'ê bi armanca ‘kanîn’ê bi kar tînin, ne bi armanca kar kirinê.

 

    Baş e, wê gavê ‘karîn’ dikane çawa bi wate bibe? Heke bi ‘kanîn’ê re têkilîdar bibe, dikane watedar bibe. Anku heke ji orîjînala ‘kan’ dengê ‘n’ di nav pêvajoyê de, bi hin tesîran li hinek herêman bi ‘r’ guherîbe, ‘kanîn’ bûbe ‘karîn’.

 

    Îcar wek ‘kan’ ji xwe wateya xwe zelal e û di gelek peyvên din de jî bi wateya potansîyel(a mezin), hêz, qudret û hwd tê bikaranîn. Mînak: kan (kana maden, komir û hwd), kanî, çavkanî, pêkan û hwd. Di hemûyan de potansîyel, hêz û qudret heye.

 

4) Lêkerên têkilîdar: Di gelek zimanan de lêkerên bi wateya ‘kanîn’ê bi lêkerên bi wateya ‘zanîn’ê re têkilîdar in; raman ew e ku ji ‘zanîn’ê derhatibin. Mînak:

 

Kurmancî kanîn < > zanîn

 

Soranî tiwanîn < > zanîn

Îngilîzî can < > know

Almanî können < > kennen

Hollandî kunnen < > kennen

Swêdî kunna < > känna (bi wateya nasîn, nas kirin)

Tirkî -ebilmek < > bilmek

 

 

 

     Têkilîya ‘kanîn’ û ‘zanîn’ê dîyar e û her wisa di evên Hind-Ewropî de hem di ‘kanîn’ û hem jî di ‘zanîn’ê de ‘n’ heye, ‘r’ tuneye.

 

Ka em ji wan hema li ya Îngilîzî binêrin ka (can/kan) ji çi peyvê derhatiye:

 

Origin of CAN: Middle English (1st & 3d singular present indicative), from Old English; akin to Old High German kan (1st & 3d singular present indicative) know, am able, Old English cnāwan to know — more at know (merriam-webster)

 

    Dawîyê dibe bi lêkera Îngilîzîya kevn cnāwan (knawan) ve girê dide, ew jî ‘zanîn’ bi xwe ye. Anku lêkera wan a alîkar ‘can/kan’a bi wateya ‘kanîn’ê ji lêkera wan a kevn bi wateya ‘zanîn’ê derhatiye. Ji bo wê ye ku dengê ‘n’ di van her du lêkeran de kilît e; ew deng neyê famkirin, mijar serobinî hev dibe.

 

    Reha van lêkerên Hind-Ewropî yên bi 'zanîn-kanîn'ê re têkilîdar hemûyan diçe ser peyva Proto-Hind-Ewropî gnō, ǵneh, Avestayî zan- ku ew jî wek zanîn û kanîn 'n' dihewînin.

 

    Niqteyeke din jî, di nav gel de hema hema bê îstîsna ‘zanîn’ û ‘kanîn’ di erênî û neyînîya dema nuha de ji lêkerên din cuda tên kişandin. Lêkerên din di normalê de pêşpirtikên ‘di-‘ û 'na-'disitînin. Wek,

 

çûn ez diçim/naçim

kirin ez dikim/nakim

birin ez dibim/nabim

firîn ez difirim/nafirim

 

 

    Lê belê kanîn û zanîn ‘di-‘ bi kar nahînin û ji dewsa na- jî ni- bi kar tînin. Wek,

 

Ez kanim/nikanim Ez zanim/nizanim

Tu kanî/nikanî Tu zanî/nizanî

 

    Ev taybetî jî têkilîya kanîn û zanînê, û her weha di her duyan de jî hebûna ‘n’ dîyar dike. Ev taybetîya kanîn û zanînê ji alîyê Mîr C. Bedirxan û R. Lescot ve di pirtûka wan a bi navê Rêzimana Kurmancî de jî tê ravekirin.

 

----------------------------------------------

 

 

-----------------------------------

 

    Lewra bila hinek xwendevan, dema ku dibînin ku ez dibêjim, 'Ez kanim, ez zanim' li şûna 'Ez dizanim/dikanim', bes peyamên gazinê bişînin ku ez çewt bi kar tînim; taybetîyeke wan heye, loma. Ev her du lêker (kanîn/karîn û zanîn) bi-, di- û na- bi kar nahînin, taybetîya wan heye. Vê dawîyê hewl didin ku van pirtikan pê ve bikin, nêzîkbûneke ew çend purîst li vir ne pêwîst e. Heke van lêkeran kevneşopîyek pêk anîbin, ne pêwîst e ku em wan ji kirasê wan derxin.

 

      Di Kurdîya nivîskî de hinek kes, vê yekê wek kêmasîyekê dibînin û wek ku ev form tunebe tev digerin, her tim ‘di-‘ bi serî ve dikin. Wek,

 

Ez dikanim/dikarim Ez dizanim û hwd.

 

    Lê belê dibe ku sedemeke vê bikarnehanîna ‘di-‘ hebe. Dibe ku têkilîya wê bi awayê ‘I can’, ‘Ich kann’ û hwd re hebe. Dibe ku orîjînal ‘Ez kan im’ û 'Ez zan im' be, ne wek ‘Ez dikanim’ û 'Ez dizanim'. Lewra divê ev yek jî bê notkirin. Carinan, jêrqaydeyên qaydeyan hene. Bi rastî di warê kişandina lêkerên Kurdî de ne carinan, lê gelek caran jêrqayde û îstîsna hene, û mixabin em jê ne haydar in û hewl didin ku peyvan li ser hev ûtî bikin, da ku awarte xuya nebin, awartebûn bi me ‘beloq’ xuya dibe; ew jî ne rast e. Piranîya qaydeyan hem jêrqayde, hem jî îstîsnayên wan hene; divê gişt werin zelalkirin û tu tişt li qaydeyên sivik û mantiqê basît. lê çewt, neyên girêdan (wek mijara îy, êy û iy, bixwînin). Lewra ziman ne tenê formalîzm e, ne jî tiştekî statîk û ji formulasyonan pêkhatî ye. Ew bi her awayê xwe, îfadekirina her awayê jîyanê ye, dînamîk e. Ne mijara çend qaydeyên hişk û basît e.

 

Hêvî dikim ku ev ‘hewldana analîzekê’ bi kêrî xwendevanan were.

 

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84