dem: 01.12.2017 04:36 xwendin: 315

Taybetmendiyên Zanayiya Dînî

Taybetmendiyên Zanayiya Dînî 

     Di vê cure zanayiyê de, gurza têkiliya kirde û wanekê, afiraner (Xwedê) yan jî, pîrozî ye. Wekî tê zanîn ol sîstemeka baweriyê ye û di vê sîstemê de fermanên Xwedê bi navcîtiya pêxemberan têne hinartin. Zanayiya olî, xwe disperê pirtûkên pîroz û wehiyê û ji ber yekê jî, naguher e û nikare were rexnekirin. Ev yek jî, nîşan dide ku zanayiya olî, zanayiyek hişkebawer (dogmatîk) e. Bingeha zanayiya olî herçiqas girêdayê baweriyê be jî, zanayiya olî zor dide mirovên nebawer û dixwaze ku ew jî baweriya xwe pê bînin.

Mesela, heke li gor zanayiyeke olî Xwedê di heft (7) rojan de dinyayê afirandibe, pênebawerî nabe û ev zanayî, nikare were rexnekirin. Ev yek, taybetmendiyeke zanayiya olî ya dogmatîk e. Lewra ev zanayî ji layê Xwedayê afiraner ve hatiye hinartin û nabe ku mirov, pê baweriya xwe neynin, an jî jê fikaran bikin. Erka zanayiya olî ew e ku hem li vê dinyayê, hem jî li dinyaya din; verastkirina jiyana giyanî ye. Xwedayê afiraner bi rêya wehiyê, hem jî vê dinyayê û hem jî ji bo axretê, hindek delk û zagon bi rê kirine û divê hemû mirov li gor van delk û zagonan tevbigerin.

Bi vê yekê re jî, ji alîyekî ve jiyana mirovan tê bi rê û pêk kirin (verastkirin) û li aliyê din jî di babetên wek afirandin, axret (dinyaya din), mirin, tevgera ehlaqî û hwd. de, ku babetên derê ezmûna zanistî ne; hindek zanayî têne vegotin. Zanayiya olî ji ber ku nabe babeta ezmûn û çavdêriyê, weke zanayiyek kirdewar (subjektîv) tê hesibandin. 

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Pêveker: zanayiya dînî

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      193
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      246
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      497