dem: 01.12.2017 03:48 xwendin: 66

Taybetmendiyên Felsefeya Dîrokê

Taybetmendiyên Felsefeya Dîrokê

  Peyva 'Felsefeya Dîrokê' girêdayê peyva 'Dîrokê' tê du wateyan. Peyva 'Dîrokê' hem kirû û bûyerên civakî yên rabirdûyê û hem jî, zanista ku li vê jiyana derbasbûyî digere de tê bikaranîn. Hinek fîlozofan, ji demeka gellek kevin ve cudatiyekî xistina navbera herdu peyvan (wateyan) û xebatên xwe wiha pêk anîne. Ji bo dîroka mirovî û civakî a rabirdûyê, peyva 'resgestae' û ji bo zanista ku li van bûyeran vedikole jî, peyva 'historia rerum gestarum' bikar anîne. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje ku pirranîya fîlozofan ji bo herdu wateyan ku me li jor qala wan kir, peyva 'historia-dîrok' bikar anîne. Di roja me de jî, bi herdu wateyan jî tê bikaranîn.

Girêdayê wateya peyva dîrokê; ji felsefeya dîrokê jî, mirov têdigihêje du tiştan. 

1- Felsefeya Dîrokê, a ku li rabirdûya hatiye jîyin vedikole.

2- Felsefeya Zanista Dîrokê.

Di wateya xwe ya yekemîn de, felsefeya dîrokê bi lêpirsîna wateya bûyerên rabirdûyê dest pê dike û ber bi hemû jiyana mirovahiyê, ya derbasbûyî ve diqeside. Ango, mirov dikare weke xebateke felsefî ya ku ber bi ve qesidiye jî lê mêze bike. Ev xebat (kar yan jî mijûlahî) dikare heta bidestxistina nêrîneka berfireh (bergehdar) ya ku dixwaze hemû dîroka mirovahiyê fêr bibe û di vî warî de felsefeyeka sîstematîk ava bike jî, here.

Di wateya duyemîn de jî felsefeya dîrokê, li zanista dîrokê û rê û rêbazên dîrokzanan vedikole, rexne li hêman û rêbazên zanista dîrokê digre, li ser wesfên zanayiyên dîrokî û dibetiya wan dahûrandinan, radiweste. Bi kurtasî, mirov dikare bibêje ku felsefeya zanista dîrokê; rexnekirina zanayiya dîrokî ye. Bi wateya xwe ya duyemîn bingeha felsefeya dîrokê, ango bingeha felsefeya zanista dîrokê; digihêje beriya hezar salan. Lê wekî disîpleneka felsefeyê, ew encax di sedsala 19 an de derketiye holê.

Zanista dîrokê ya ku bi xebatên Xwendegeha Dîrokê ya Alman re gellekî berfireh bûye, ku ev xwendegeh girêdayê fîlozofê Herder ma ye; ber bi dawiya sedsalê ve, bi taybetî jî di dema xebatên W. Diltey yên hîmdarkirina de, bi awayekî pirr dijwar hatiye rexnekirin û Dilteyî, wisa xwestiye ku zanistên manewî, li gor mînaka Xwendega Dîrokê ya Alman, hîmdar bike.

Ji wê rojê ve, mirov dikare bibêje ku felsefeya zanista dîrokê wekî felsefeyekê hatiye avakirin û berfireh bûye. Lê bi rastî mirov dikare herdu felsefeyan ji hevdu veqetîne, çimku herdu felsefe ber bi hêlên cihêreng ve diqesidin. Ya yekemîn, li hemberî hemû rabirdûyê felsefeya ku ji aliyê fîlozofan ve, di bin nêrînek gelemperî de tê pêkanîn e. Ya duyemîn jî, felsefeya zanistekî û rexnekirina metodolojiya wê ye. Lê dîsa jî ev herdu felsefe, bi awayekî jidyayî; bi hevdu re girêdayî ne.

Ev yek eşkere ye ku herdu berbiçûn jî, hewcedarê bûyerên dîrokî ne. Heke rawêjeke (ferazîyeke) wiha tune be, wê demê sedemê hebûna wan (ya herdu felsefeyan) wê ji holê rabe. Dîsa di wateya yekemîn de dîroka felsefeyê, ango felsefeya rabirdûye; mirov dikare bibêje ku bi awayekî gelemperî rahijmendiyeke şirovekirina ye. Felsefeya dîrokê ya ji celeba duyemîn jî, ango felsefeya zanista dîrokê jî li hember zanista dîrokê; di helwestek septîk (gumanker) de ye.

Felsefeya zanista dîrokê, daneheva xwe axlebî ji yên fîlozofan girtiye. Lewma jî, di navbera herdu celeb felsefeyan de girêdanek bivênevê heye û wiha dixweyî ku wê ev girêdan berdewam jî bike. Li hêla din jî em dibînin ku felsefeya zanista dîrokê, her ku diçe qada vekolanên xwe berfirehtir dike û ji ber vê berfirehkirinê jî, rexneyên dijwar li felsefeya dîrokê (felsefeya rabirdûyê) digre. Lê dîsa jî em dikarin bibêjin ku felsefeya dîrokê (rabirdûyê) weke berê berdewam kiriye.

Li gor baweriya min; sedemê vê yekê jî jênegera mirovan ya lêgerîna wateya rabirdû û siberojê ye. Wekî ku Kant jî dibeje: jêneger in.> Mirov di nav sêbareya rabirdû-dema niha-sibêrojê de, tê dîtin ku hewldana dîtina bersiva pirsên her berdewam kiriye. Dema ku em bi çavekî sade lê mêze bikin, helwdana dîtina bersiva beşa yekemîn (em ji kû hatine?) berdewam bike jî, mixabin têrbersiveke ku em bikaribin ji beşa duyemîn re (em ber bi kû ve diçin?) bibînin, tune.

Li gor vegotineke din jî: Felsefeya Dîrokê, beriya her tiştî li zagonên ku bûne sedemê pêşveçûna şarîstanî û pêşketina dîrokê vedikole û li ser wateya guherînê û siberoja mirovahiyê, ramanan pêşkêş dike. Herweha, hewl dide ku qodên kulturî yên ku aîdê medeniyet û mirovahiyêne jî, destnîşan bike.

Ji vê hêlê ve jî Felsefeya Dîrokê dibe sê beş:  

1- Felsefeya Dîrokê a Metafizîkî

2- Felsefeya Dîrokê a Şexsparêz

3- Felsefeya Dîrokê a Diyalektîk.

Li gorî Felsefeya Dîrokê a Metafizîkî

Dîroka mirovan, bi îradeya xwedê pêk tê. Xwedê wiha xwestiye û ev yek, bûye dîrok û wê her dem, ev yek wiha be.

Li gor Felsefeya Dîrokê a Şexsparêz

Dîrok ji layê şexsên mezin, ramanwer û serokên xwedîbandor ve tê birêvebirin û ji ramaneka bi vî rengî, dest pê dike.

Li gor Felsefeya Dîrokê a Dîyalektîk

Ramana ‘dîrok, ji aliyê civakên ku bi têkiliyên hilberandinê têne destnîşankirin tê birêvebirin’ Serwer e.

Hasilê mirov dikare bibêje ku rastqîniyên dîrokî, girêdayê îfadekirina rasteqîniya ne. Kirûya rasteqîniyê jî, li gorî avahiya bûyer, war û demê, şekil digre.

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      70
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60