dem: 01.12.2017 03:30 xwendin: 148

Taybetmendiyên Ramana Ronesansê

Taybetmendiyên Bingehîn Yên Ramana Ronesansê

   Bi hilweşîna skolastîkê re taybetmendiyên wekî pirsgirêka hilberandina zanayiyê, pirsgirêka zanayiyên derheqê xwezayê de, bi rêbaza ezmûn û çavdêriyê  vekolana xwezayê, bi rêya zanayiyê serweriya xwezayê û hwd. bûne wesfên sereke yên ramana Ronesansê. Bi vî awayî aqil û ezmûn, ketine dewsa îman û desthilatdariyê. Mirovê Ronesansê ew mirov e ku hemû perdeyên di navbera xwe û xwezayê de hene rakiriye û bi çavekî nû, li xwe û xwezayê mêze dike. Pêşveçûn û berfirehbûna mezin ya zanistên matematîk û fizîkê, ji bo derketina holê ya awayê fikirîna nû bûye alîkar. Ji bilî vê yekê, mirov dikare bibêje ku tevgera Ronesansê bala mirovan kişandiye ser berhemên mirovên beriya Serdema Navîn û rê li lêkolîn û pejirandina van berhemên çandî û zanistî vekiriye. Di vê navberê de mirovên Ronesansê, li ser felsefe û zanista yewnanî, bi awayekî taybetî rawestiya ne.

Di ramana Ronesansê de mirovan xwe ji dogmeyan (hişkebaweriyan), îman û desthilatdariyan rizgar kirine û Ronesans, qonaxeka bi vî rengî ye. Ji ber vê çendê jî, Ronesans serdemeke wiha ye ku pêngaveka nû û dewlemendbûna ramana mirovî îfade dike. Bi saya Ronesansê, mirov êdî têgihiştine ku zanayî ne tene tiştekî teorîk e, mirovî bi saya zanayiyê dikare bibe serwerê xwezayê û di dawiyê de jî, zanayiyê bi rengekî wiha bikar anîne.

Wesfên Bingehîn Yên Felsefeya Ronesansê

1- Di ronesansê de sîstema ramanê, bi tenê xwe dispêre xwe, mijar û merhaleyên/gehînekên xwe jî, bi serê xwe hildibijêre.

2- Di cîhana kevin de yekîtiyek hebû, lê di ronesansê de pirranî heye.

3- Li hemberî zagonan, şexsiyeta mirova xurttir bûye û ev şexsiyet, ji aliyê civakê ve hatiye dîtin û mirov, çêtir bûne mirov.

4- Bi alikariya hestên neteweyî, dewletên neteweyî hatine damezrandin û hestên neteweyî xwe di warê felsefeyê de jî, xwe daye der.

5- Wek tê zanîn; berê ronesansê zimanê serwer latînî bû. Lê piştî ronesansê, hêdî hedî zimanê neteweyî hatine bikaranîn.

6- Di heyama navîn de; ramanwer yan nivîskarên mezin û binavûdeng, mirovên oldar bûn. Lê ronesansê ev tişt jî guhêrt. Di ronesansê de, ev mirov alim û pispor in. Ango, şexs in, şexsiyet bi xwe ne.

7- Di heyama navîn de, bersiv gîşk amade bûn. Lê di ronesansê de, bersivên amade tune nin, rastî jî ne yek e, pirr in.

8- Lêgerîna rastiyê û ev hewil, piştra riya keşfan vedike.

9- Di heyama navîn de, rolê mirov û cihê wî li qata Xwedê diyarkirî bû. Lê bi saya humanîzmê; ku rêçeka ronesansê ye, nêrînên mirovan berfireh bûn û çandeyekê nû yeke laîq derkete hola civakî.

10- Ronesans, tevgereke lixwegerîn e. Bi saya vê şoreşê, qata zanînê bilind bû û pîvanên zanyariyê hatin damezrandin.

11- Di ronesansê de, rola dêrê jî hate guhêrtin. Dêr, ji tewşiyan hate rizgarkirin û destê dêrê, ji doliwgeriya dewletê hat qutkirin. Bi vî awayî, dêr carekê din veqişiya ser karûbarên xwe yên berê, yên olî.

12- Bi ronesansê re zanayî û ramanên cur bi cur, di serada aqil de hatine derbaskirin û pozîtîvîzm derketiye holê.

13- Bi ronesansê re; dinya êdî li gorî pîvan û dîtinên dinyayê hatin dîtin û momenta vê xalê jî, bûye însan.

14- Ronesans herçiqas pêşengê modernîzmê be jî, dîsa jî mîratxwarê heyama navîn e.

15- Dilêrîna heyama navîn, bû, lê dilêrîna ronesansê, şexs e û ev dilêrîn ferdî ye.

16- Di bawerî û rewiştê (ehlaqê) de, serbestiyek heye û li hemberî dêra kataolîk, dêra protestanan hatiye damezrandin.

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      63
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      81
Meteroîdên ku Destnîşana Çavkaniya Vejiyînê Dikin
Zanistî

Meteroîdên ku Destnîşana Ça..

13.01.2018 22:19    Metîn Eser

Du meteroîdên ku di sala 1998an de daketibûn li ser rûyê erdê, xwediyê wê taybetmendiyê ne ku li cihê daketine, bibin çavkaniya vejiyînê û ev jî ji analîza nû diyar bûye. Ji her du meteroîdên ku ji ban&ecir..

Bixwîne
      61