dem: 07.11.2017 22:12 xwendin: 190

Stephen Hawking û Metirsiya Tunebûna Mirovahiyê

Profesorê bi nav û deng Stephen Hawking li Pekîngê di konferansê de li ser tunebûna mirovahiyê axivî ye û dîsa hişyarî daye ku gerdûna me gav bi gav postê xwe diguherîne û vediguhere baloneke sor. Stephen Hawking wiha dibêje; “Heya sala 2600ê gerdûna me dibe baloneke sor. Balona sor bi xwe re tunekirina îmkanên vejiyînê dihîne, ji ber vê jî divê em bi lez û bez li çareya serê xwe bimeyzînin. Eger em li çareya serê xwe nemeyzînin, bêguman em ê tune bibin.” Stephen Hawking di konferansê de ne tenê li ser metirsiya tunebûna mirovahî axivî ye, her wiha di wê konferansê de bi hûrgilî li ser bidest xistina çareyê jî vegotina dîtînên xwe kiriye.

Stephen Hawking di konferansê de sebebên rê li ber tunekirina gerdûnê vedikin jî yek bi yek eşkere kiriye. Ji sebebên rê li ber tunekirina gerdûnê vedikin, yek; roj bi roj zêdebûna hejmara mirovan û ya din jî pêdiviya me ya bi enerjiyê ye. Dîsa Stephen Hawking diyar dike ku çare ne li ser rûyê erdê an jî li binê erdê lê li banê ezmanê jorîn, li cem stêrkan e û rojgera Alpha Centauri ku pirr nêzikê rojgera me ye, cihê herî baş û ewle ya vejiyînê destnîşan dike.

Lêbelê çûyîna li Alpha Centauriyê ne ewqas hêsan e û ev jî problemeke pirr mezin e. Alpha Centauri ji me bi qasî 4,37 mîlyar salên tîrêjbez dûr e, bi gotineke din 41.000.000.000.000 kîlometre ye. Bi keştiya fezayê ya herî bi lez çûyîna li wê rojgerê 30.000 sal e. Lê Hawking alternatîfek vedîtiye û li Pekingê ji berpirsiyarên dewletên mezin daxwaz kiriye ku bi pereyê piştgiriya xebata wî bikin.

Stephen Hawking û CEOyê facebookê Mark Zuckerberg bi hev re vegotina projeya xwe ya bi navê Breakthrough Starshot kirine. Hawking û Zuckerberg bi projeya xwe dixwazin keştiyeke fezayê ya pirr bilez çêbikin ku hejmara salên çûyîna li rojgera Alpha Centauriyê hindik bikin, armanc jî ev e; dixwazin di nav 20 (!) salan de xwe bigihînin li ser rûyê wê rojgerê. “Keştiya fezayê bixêlî ye û bi tirûskînerê dihêt birêve birin û ev jî hezar caran ji keştiyên heyî zûtir e. Mesela bi wê keştiya fezayê çûyîna li Mars û Plutoyê ji saetekê kêmtir e û di çend rojan de meriv pê digihêje ser sînorê pergala roja me.

Rêvebirê projeya Breakthrough Starshotê, Pete Worden wiha berdewam dike; “Li gor texmînên me, em ê di nîvê vê sedsalê de wêneyên pêşin yên rojgereke ku li ser rûyê wê rojgerê îmkanên vejiyînê heye, werbigirin. Me 100 mîlyon dolarê destpê xebata kiriye, lê pêdiviya me 5 heya 10 mîlyar dolarê heye daku em xebata biqedînin.”

Çavkanî: De Morgen

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Xebatên Li Ser DNAya Rûyê Benîadem
Zanistî

Xebatên Li Ser DNAya Rûyê B..

25.02.2018 15:38    Metîn Eser

Lêkolînerên ji KU Leuven, zanîngeha Pittsburg, Stanford û Pen Stateê vedîtina 15 genên nû pêk anîn. 15 genên nû xetên li ser rû û rûçikê me diyar dikin. Bi vedîtina 15 genên nû hinek karên ji..

Bixwîne
      20
Li Bajarê El-Minyeyê Vedîtina Nekropolê Pêkhat
Zanistî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîti..

24.02.2018 22:51    Metîn Eser

Berpirsiyarên ji wezerata serdema Antîk ya Misirê vedîtina nekropoleke kevn eşkere kirin. Li bajarê El-Minyeyê, an jî bi kurtî Minye, vedîtina nekropoleke kevn pêk hat. Di nekropolê de, bi gotineke din di bajarê miriyan de, maskeyeke zêrinî, 40 h..

Bixwîne
      83
San Actun û Şikeftên Mayayiyan
Zanistî

San Actun û Şikeftên Mayayi..

24.02.2018 19:32    Metîn Eser

Şûnwarnas li Meksîka yê, di rêze şikeftên herî dirêj yên di bin avê de, vedîtina hestiyên benîadem yên 9.000 salî kevn û seramîka ji çanda Mayayiyan pêk anîn. Di şikeftekê de hestiyên ajalên bi nav..

Bixwîne
      86