dem: 02.12.2017 22:13 xwendin: 199

Şoreşa Albert Einstein

Şoreşa Albert Einstein

   Guherîn û berfirehbûnên ku di zanista nûjen de pêk hatin, dilêrîn û nêrîna me ya derheqê çawaniya zanayiyê de, ji binî ve guhêrtin û di encama vê yekê de, bivênevê felsefe jî hate guherîn. Piştî vê berbiçûna nû, zanayiya zanistî mîna zanayiya herî ewledar û feydedar hatiye dîtin. Piştre jî, wisa hatiye xwestin ku zanayiyên me yên ewledar beriya her tiştî divê xwe bispêrin zanistê, çavkaniya wan zanist be û li ser zanistê werin sepandin.

Bi rastî jî, mirov dikare bibêje ku di dîroka felsefeya rojavayê de, derheqê xwezaya zanayiyê de, zanist herdem bûye navend û motora dehfdanê. Meriv dikare bibêje Çarsed sal in, ku ev yek derbasdar e. Bi taybetî jî di Sedsala 20an de, di zanistê de guherînên gelek mezin û bêhempa derketin holê û zanayiyên derheqê zanistê de, ji binî ve hatin guherîn.

Di warê fizîkê de, du (2) şoreşên mezin pêk hatin. Teoriya Einstein ya Rolatîvîteyê (îzafiyetê), kete dewsa têgihiştina zanista kevneşopî. Şoreşa din jî, bêguman Teoriya Kuantumê ye. Dibetiya rastiya herdu teoriyan jî tune, dibe ku herdu teorî jî çewt derbikevin. Ligel vê yekê, herdu teorî jî di jiyana me ya rojane de bi awayekî gelemper têne bikaranîn û encamên rêkûpêk jî didin.

Piştî wan du (2) şoreşên navborî, gelek teoriyên ku derbasdarbûn, pûç derketin û wisa hate têgihiştin ku tu toriyên mayende (misoger) tune nin û dibe ku rojekê, dîsa werin pûçkirin. Zanayiyên ku mirov xwediyê wan in, dibe ku çewt bin. Lewra, kesên ku wan zanayiyan hildibirînin jî mirov in. Herweha, em îro êdî pê dizanin ku zanayiyên me dikarin werin guherîn û zanayiyeke ku heta hetayê, neyê guherîn jî tune ne.

Zanyaran, ramanên me yên derheqê zanayiyê û têgihiştina me ya derheqê serboriyên (azmayişên) weke de jî, guhêrtin. Tu guman têde nîne ku di vê guhêrîna me ya têgihiştînî de, rola zanyaran gelek e. Ji ber vê çendê jî, dema ku dîrokzanên siberojê derheqê serdema me de binivîsînin dê behsa fîlozofên ku mirovên zanyar in bikin. Çimku di warê guhêrîna têgihiştina me ya dinyayê a felsefî de, para wan gelekî mezin e.

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Pêveker: albert einstein

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Xebatên Li Ser DNAya Rûyê Benîadem
Zanistî

Xebatên Li Ser DNAya Rûyê B..

25.02.2018 15:38    Metîn Eser

Lêkolînerên ji KU Leuven, zanîngeha Pittsburg, Stanford û Pen Stateê vedîtina 15 genên nû pêk anîn. 15 genên nû xetên li ser rû û rûçikê me diyar dikin. Bi vedîtina 15 genên nû hinek karên ji..

Bixwîne
      20
Li Bajarê El-Minyeyê Vedîtina Nekropolê Pêkhat
Zanistî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîti..

24.02.2018 22:51    Metîn Eser

Berpirsiyarên ji wezerata serdema Antîk ya Misirê vedîtina nekropoleke kevn eşkere kirin. Li bajarê El-Minyeyê, an jî bi kurtî Minye, vedîtina nekropoleke kevn pêk hat. Di nekropolê de, bi gotineke din di bajarê miriyan de, maskeyeke zêrinî, 40 h..

Bixwîne
      83
San Actun û Şikeftên Mayayiyan
Zanistî

San Actun û Şikeftên Mayayi..

24.02.2018 19:32    Metîn Eser

Şûnwarnas li Meksîka yê, di rêze şikeftên herî dirêj yên di bin avê de, vedîtina hestiyên benîadem yên 9.000 salî kevn û seramîka ji çanda Mayayiyan pêk anîn. Di şikeftekê de hestiyên ajalên bi nav..

Bixwîne
      86