dem: 24.02.2017 16:00 xwendin: 745

Sistemeke Demokratîk Pêwiste ji bo Kurdistan - Ster E Neco

1-Sereray van pêşkeftinan, gelo ji ber çîye, partîyên sîyasî, grup, rewşenbîr hwd pêkoleya yekgirtinê nakin, yan jî her çend behsa vê yekê bikin jî, lê ji bo çi nikarin bereyek, blokek û yeketîyeka netewî ya giştî li parçên Kurdistanê çê bikin?


Stêr E Neco: Beriya hertiştî, ez dixwazim pirsên we bi awayekî giştî li ser kêşeya Kurd û Kurdistan bibersivînim, lewma ezê van bersivan di çarçêweya partî û rêxistinên Kurdan de bidim. Ji ber ku a niha min tu bawerî bi siyaseta partiyên Kurdan tune, herweha ez vê kêşeyê weke barekî li ser mile xwe dibînim, ev rewşa han, rewşeke awarteye, rewşeke lezgîn e, ev barekî etîk e ku em divê rojekê beriya rojekê careseriyekê ji vê rewşa kambax re bibînin, ji ber ku her roj Kurd xwînê didin, tên kuştin. Heger ez li bersiva we vegerim, sedsala 21 neku ji Kurdan re bibe sedsala rizgariyê lê ew pirr eşkereye ku Kurd raserî komkujiyan dibin û dê her bibin. Lewma, girîng e ku helwesteke rewşenbîran ji her çar parçeyên Kurdistan û ji her netewê derkeve û rê li ber van kambaxiyan bigre, ger pêwist bike, dest li ser vê kêşeya gelên Kurdistan deyne, heger nikaribin bi vî awayî tevbigerin, ji kêmayî ve dikarin helwesta xwe diyar bikin. Bere herkes baş bizanibe! Û hesabê xwe li gor wê bike. Di van çar salen dawî de 100 hezar Kurd hatiye kuştin, talan kirin, tecavuz kirin, firotin. Ev rastiya han, di bin berpirsyariya partiyên Kurdan de ye, û heger rewşenbîr helwesta xwe diyar nekin, dîrok dê wan jî sucdar binivîse.
    Kurd, ne hîn di pêvajoya netewbûnê de, lê hîn ji nûve ketine pêvajoya civakî ya giştî. Ev kêşe bi parçekirina Kurdistanê ve girêdayîye, parçekirina Kurdistan di nav çar dewlet û neteweyên din de, bûye sedem ku ev pêvajo paşve biçe, yanî, Kurd û netewên din ku li Kurdistan dijîn tenê hewldane ku ew li jiyanê bimînin. Herweha vê rastiya han, ku ew netew sedsala xwe di bin mêtîngeriya dagirkeran de derbaskirine bûye sedema pirr problemên civakî, aborî û psikolojîk. Herweha kêşeya psikolojiyê lay min pirr girînge ku ez vê wek sendrom binav dikim. Hun dizanin, sendroma Stockholm heye. Li gor vê sendromê, ku kesê dîl hatiye girtin, piştî demekê ew dibe hezkiriyê wî kesê ku ew dîl girtiye û evîndariya xwe pê dike. Civakeke ku di vê rewşa han de be, rewşenbîrê xwe, partiyên xwe seqet in. Ev rewşa han di her awayê jiyanê de, dibe kelem li pêşîya Kurdan. Rewşenbîrên Kurdan, serokên Kurdan, civaka Kurd tev di bin bandora vê sendroma han de ne, herweha ku ew di tevayê siyaset û jiyana wan ya rojane de diyardeyeke pirr girînge ku ev jî seqetiyeke pirr mezin e. Helbet li vir têgiha dewletbûnê derdikve pêşiya me ku ew ji bo neteweyan çendî girînge. Dewlet rêxistineke, heger tu ji vê rêxistinê bêpar be, tu dê hertim raserî karesatan, komkujiyan, nexweşiyan bibe. Herçendî ku di vê dema han de, hin kes dibêjin dewra ‘NetewDewlet’ bûnê derbasbûye, ew xelet in û herweha ew rasteqîniya a niha ya cîhanê nasnakin, tênagihin. Bê dewletbûn, bandora xwe li ser civakê heye ku ew têgih dibe sedema ku, mirov, civak, peywendiya xwe bi war ê xwe re nikare deyne, ew hebûna xwe nikare binav bike, bê rêxistin dibe, bê war dibe, bê têgeh dibe, hebûna xwe wenda dike. Ev rastiya han dîrokî ye, û civakên paşketî bi vî awayî pêvajoya evolusiyonê derbas dikin, hun nikarin ji nişka vê biguherin. Dewletbûn nasnameye. Mînak, dema hun ji Holenda derdikevin dikevin xaka Almanya, Belcika, Fransa weyan Ispanya, rê tên guhertin, lampe/ronahî tê guhertin, mîmarî tê guhertin, baxvanî tê guhertin şêwe tev tên guhertin ev têgiheke,  nasname ye hebûn e, ziman e. Ziman di vir de pirr girîng e, ji ber ku ziman ne tenê amûreke danûsitandinê ye, ziman pêvajoyeke hebûna mirov e, ziman hindek qodin ku mirov hebûna xwe pê diyar dikin, ziman hestin ku ew girêdayî netewiyetê ne. Heger hun bi zimanê dagirkeran yekîtiyê bixwazin ava bikin, hun nikarin ew ne raste. Di sedsala 21 de, di dewra ku globalîzmê bazar mezinkiriye de, dewlet rola xwe tenê bûye wek saziyek/şirketeke aborî. Dema ku we şirketa xwe nebe, hun dê hertim kolê xelkê bin. Beriya hertiştî, divê kesê rewşenbîr xwe ji vê xefka han rizgar bike û rêzaniyê li gelên xwe bike. Mînak, beriya demekê hewldanek rewşenbîrî peya bû, dema em li vê gruba han dinerin, ev nexweşiyên ku min binav kirin tev xwe di rastiya wan de didin der. Helbet pirr kesên hêja hene di nav wan de, lê mixabin di civaka me de ku hîn di asta gundî, feodal de ye, pirr kes hene ku ew xwe li ser gel ferz dikin, divê hewldana rewşenbîran bikaribe li hember vê rastiya han derkeve. Ji ber ku hewldan bi vî awayî dibe, mixabin ew hertim bisernakevin, ev jî me xemgîn dike Divê ev hewldan xwedî bergehek diyar be. Li xaka Kurdistan (ku ez weke Mesopotamia binav dikim) pirr kêmnetew hene, Suryanî, Ermenî, Ereb, Turkmen Rewşenbîr dive hewl bidin ku ji tevayên van neteweyan û ji her çar parçeyan rewsenbîran diyar bikin, ez bawerim ku ev dê pirr baştir bibe. Yanî, divê rewşenbîr warekî (territorium) ji xwe re bike armanc ne ku neteweyekê, herweha divê Kurd tev vê rastiya qebûl bikin.  Dîse ku ez li bersiva we yan di derbarê partiyan de vegerim, ev rewşa kambax xwe di asta partiyan de careke din dide der, ku ya rastî hîn kambaxtir e, ji ber ku destên wan di xwîna hev de heye, divê beriya hertiştî çareserî ji vê rastiya han re were dîtin. Lewma pirr girîng e ku hewldaneke Hukukî were damezirandin. Divê em çarçêweyeke hukukî çêbikin ku di xaka Kurdistan/Mesopotamia de, çi ji hêla dewletên dagirker, çi ji hêla navxweyî nihaqiyên ku dibin di asta navneteweyî de werin cezakirin.Li gor min divê rewşenbîr bi van tiştan ve mijûl bibin.

2-    Sereray ku dizanin bi dirustkirina yekgirtine, dê bibin xwedan destkeftîyên mezin, lê ji bo çi xwe nêzîkî vê yekîtîyê nakin?


Weku ku min li jor jî diyar kir, parçekirina Kurdistan û herweha psikolojiya bindestiyê nahêle ku ew werin cem hev û yekîtiyekê ava bikin. Wekî din, berjewendiyên heremî weyan partîzanî rê li Kurdan girtine ku ew yekîtiyeke netewî ava bikin, herweha ew ne xwedî bergehek netewî ne. Lê, li gor min divê em hewl bidin ku em peywendiyeke hukukî û dirist di nav parçe û partiyên Kurdistan de ava bikin, ku ji kêmayî ve ew li dijî hev siyasetê nekin û zererê nedin hev. Ji ber ku yekîtî di nav parçe û partiyên Kurdistan de, a niha pirr zahmet e û ew ne di wê astê de ku ew wê yekîtiyê ava bikin. Em li vir bahsa civakeke pirr tevlîhev dikin, welew di asta civakî de welew di asta olî, aborî de civak pirr tevlîhev e, bi hatina bazar a global ev tevlîhevî zêdetir bûye. Mixabin ku di sedsala 21 de jî partiyên Kurdistan bi hişhmendiya sedsala 19 han difikirin, ev jî dibe asteng ji bo pêşketina civakê. PDK/malbata Barzanî en nîvsedsal e ku ew stratejiya Amerika Yekbûyî di şopînin, ne ku ez li dijî van têkiliyanim, lê çawa ku di destpêka sedsala 20 de li Rojhilata Navîn welatên netew diktator hatin avakirin, ew a niha heman hişmendiyê dişopînin. Yanî ew ligel wê yekê ne ku ew di desthilatdariyê de bin û bi wî awayî dixwazin welatekî girêdayî qewetên derve avabikin, ev li dijî rasteqîniya îroye. Li aliyê din, ji dema ku kapital li Başurê welêt peya bû, çendî şellaf, sîxûr, ji parçeyên din ji Kurdistan xwe sipartin Mala Barzanî ku ev jî li dijî gerilayê Kurdistan dixwazin siyasetê bimeşînin û herweha dijminatiya gerilla dikin. Divê, bi awayekî pirr radikal em li hember van kesan bisekin û nehêlin ku ew zererê bidin gerilla. Ji ber ku gerilla paşeroja Kurdistan e. Herwekî din ez vegerim ser têgiha ku Mala Barzanî dixwazin çi welatî ava bikin, Îroj li li welatên ku demokrasî ev dused sal heye, nifşên nû vê demokrasiyê nema qebûl dikin, ji ber ku ew têgeh nema dikare bibe bersiv ji bo sedsala 21 an. Lewra ku, îroj sistemeke demokratîk pêwiste ji bo Kurdistan, divê ew hewl bidin ku nifşên azad mezin bikin û ku ew berê xwe bidin dinyaya modern û xwedî bergehek netewî û modern bin, ev dê azadiyê bîne Kurdistan û herweha qedr û xêra Barzaniyan mezin bike. Li aliyê din, heta ku partiyên Kurdistan peywendî ligel welatên ku Kurdistan dagirkirine hebin, yekîtî nikare were avakirin. Divê em dev ji têkiliyên bi Ereb, Tirk û Eceman re berdin, ew tenê dikarin zererê, cahiliyetê bigihînin Kurdistan. Mînakekê ez bidim ku ev pirr balkêş e, Mala Barzaniyan dibêjin ku ew dê Hewlêr bigihînin asta Dubai. Serkirdeyên Dubayî, di dinyayê de çendî, hunermedên, mîmarên, endezyarên baş heye tînin welatê xwe û welatê xwe xweşik dikin. Mala Barzanî, yekî weke Ibrahim Tatlises dibin welatê xwe, ku ew welatê xwe bi vî kesê ku dibistana seretayî jî temam nekiriye dixwazin ava bikin!. Li aliyê din partî û hêzên Silêmanî, ku ew didin xuyan ku ew moderntirin ji Mala Barzaniyan, bi awayê mafya tevdigerin, gel ji wan ditirse. Di van deh salên dawî de, bi dehan milyardêr li wan deran çêbûn, ev pere, çavkaniya xwe çiye, ne diyar e… Evane problemên mezin in, ku mixabin ev rewş li parçeyên din jî derketiye holê. PKK ev17 sale ku bê siyaset tevdigere û bê serî maye. Her hewldana ku ew dikin, ji zererê zêdetir tishtekî nagihîne Kurdistan. Kurd roj bi roj xwînê didin. Dagirkerên Kurdistan, demografiya Kurdistan diguherin. Islamiyeta radikal, ajantî, hevaltiya bi dewletê re gihaye asta herî bilind. PKK ku armanca xwe mirovek nû welatek nû bû, îroj çiyayên Kurdistan kirine ciyê seyranê!..
Dewleta Tirk, her roj erîşan dibe ser kes û warên azad yên Kurdan, ev jî dibe sedema xwîneke zêde. Divê rojekê beriya rojekê helwest û stratejiye radikal li dijî van kirinan were nîsandan. Li hêla siyaseta legal, sazî û rêxistinên Kurdistanî, di sistemeke kozmopolit de tevdigerin û armanca azadiya kesê azad de mixabin tê veşartin ev jî dibe sedema xwîna Kurdan. Siyaseta legal, nîv feodaliyeke nû dixwaze li demê bar bike, ev jî li ser Kurdan tê ferz kirin. Armanca tekoşîna Bakûrê Kurdistan şoreş bû ku tu xwediyê xwe û şoreşê be, divê tu siyasetê ji nifsên nû re bihêle, neku tu kesan hilbijêre ku nîv feodal û temenê xwe 70 sal in!.ev li dijî têgiha şoreşê ye. Îroj, xortekî ku nû universite qedandiye, ji yekî 70 salî zanetir û zîrektir e. Ev giyanê şoreşê ye. Herweha ev rewşa heyîn, sazî û rêxistinên Kurdistan seqet dihêle. Dixwazim, balê bikişînim ser kêşeyeke din, Di salên 90’ de nifşekî ku temenê xwe 18-20 sal bûn dest bi xabêtên Kurdî kirin, ku ev daxwaza şoreşê jî bû, lê îroj ev nifş ji çend kesan bûne bi hezaran, lê şoreş li van kes û hewldanan xwedî dernakeve, ya kambax ew e ku ew derdor jî bêdeng e li hember demê.Ev tê wateya mirina vî nifşî. Ev in xwediyê vî welatî, ev in xwediyê vî gelî, dive ew dengê xwe derbixin.

 

 

 

 

1-    Axavtina partîyên sîyasî yên Kurdistanê hene, lê çalakîyên wan nîne, heger hebin jî, gelek lawaz û bê hêzin. Bi kurtî rêzdarê te dikareegera helwîstênvan partîyan bihelsengîne.

Li gor min divê rewşenbîr, vê rewşa han bi dev partiyan ve bernedin, ji ber ku rewşa partiyan pirr kambax e. Yanî dixwazim bibêjim ku dive rewşenbîr dest deynin ser kêşeya Kurdistan, heger nikaribin, divê ew her helwesta xwe nîşan bidin. Binerin, dema ku Pêşmerge derbasî Rojavayê Kuridistan bû, Kurdan tevan cejn kirin, ev hestên yekîtiyê ne. Ji ber vê yekê divê em sînorên mafê kes weku nişteciyê Kurdistan diyar bikin, ku her çi kes zererê bide, ew werin darizandin. Girînge ku rewsenbîr li ser vê xalê rawestin.

 

 
1-    Gelo kongra netewa Kurdistanê bi mifayên ezmûnên pêşerojê, çawa bihête komkirin? Erê gelo bêyî dirustkirina yeketîyeka netewî, komkirina kongreyekê di şîyan de ye?

Weku min li jor jî diyar kir, beriya her tiştî divê yekîtiyeke hukukî were avakirin, heger yekîtiyeke bi vî rengî were avankirin, ez bawer im em dê bikaribin, xwe bigihînin yekîtiyê.

 

Tevlîker

Dursun Ali Küçük
Dursun Ali Küçük

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Bill Gates û Dermankirina Alzheimerê
Zanistî

Bill Gates û Dermankirina A..

16.11.2017 22:13    Metîn Eser

Bill Gates mîsyona xwe ya nû eşkere kir, Bill Gates dixwaze dermanê nexweşiya alzheimerê vebîne. Lêkolînerên cihêreng bi salan e xebatên xwe yên li ser peydakirina dermanê nexweşiya alzheimerê pêk dihînin, heya vê gavê h&ecir..

Bixwîne
      39
Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên Bixesar û Kevn
Zanistî

Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên ..

11.11.2017 19:17    Metîn Eser

Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne. Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina met..

Bixwîne
      77
Stephen Hawking û Metirsiya Tunebûna Mirovahiyê
Zanistî

Stephen Hawking û Metirsiya..

07.11.2017 22:12    Metîn Eser

Profesorê bi nav û deng Stephen Hawking li Pekîngê di konferansê de li ser tunebûna mirovahiyê axivî ye û dîsa hişyarî daye ku gerdûna me gav bi gav postê xwe diguherîne û vediguhere baloneke sor. Stephen Hawking wiha dibêje; “H..

Bixwîne
      70