xwendin: 7127

Şirovê û Pêşniyarên Komcivîna Sitenbolê

Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd, di 8 ê Gulana 2016 ê li Sitenbolê di Weqfa Îsmail Beşîkçî Hola Terasê de, bi beşdarbûna nêzîkî 70 ê nivsîkarên Kurd, siyasetvan, hunermend, dîroknas û ji karên cûda Kurdistaniyên ji nasnameya xwe hayedar û hişyar pêk hat. Di mijarên berîya hingî hatî diyarkirin de beşdaran hizrê xwe derbirîn. Axaftin di rengê formê de hatin meşandin û hatin pejirandin.

Gotûbêj bi kelecanî pêk hatin.
Hizrên zelal û têgihiştbar derketin holê. Hizra pejirandina ku Kurdistan bûye pênc parçe, hatiye parçekirin û parvekirin yek welate dîsan hate derbirîn. Ew destnîşanî hate kirin ku li Kurdistanê Gelekî Kurd û li gel gelên dîtir yên ji zaravayên cûda, bawerî û çandên cûda pêk tên cih digrin. Dîsan hate ravekirin ku di sedeya 21 an de, di gerdûna cîhanê de, di qonaxeka widan de ku amurên ragihandin û peywendiyê yên girseyan gihiştina astên bilind û pêşve diçin. Ji bo ku tevayî mirov û nasname li gel yek wekî hev bijîn, tevayî maf û azadiyên jiyanî û rêvebirî yên di warê netewî û navnetewî de hatine erêkirin ji bo Kurdan jî pêdiviyeka jiyanî ye. Hate derbirîn ku Kurdên li pênc parçeyên Kurdistanê yên nêzîkî 50 milyon in divê bi nasnameya xwe ya netewî xwe birêve bibin.
Di civînê de hate derbirîn ku divê dijî hemî nexş û kiryarî, tepeserî û tunedîtinên dijî zimanê ji aliyê vê nasnameyê ve tê bikaranîn, çand û bi giştî hemî diyardeyên vê nasnameyê didin jiyankirin, Kurdistanî di nava hevgirtinê de têbikoşin. Di gotûbêjan de hate derbirîn ku ew hizra Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd tune ku bibe nunerê Kurdistanê, lê belê dê dijî hemî arîşeyên li Kurdistanê hişyar be û di wê hêzê de be da dest bavêje birêveçûna neyênî.

Di warê hizrî de careka dîtir hate pejirandin ku bi awayê rêvebiriya girêdayî xakê azadbûn pêkane û sazîbûneke bê dewlet dê ne pêkanbe.
Hate bilêvkirin ku di Kurdistana parçebûyî de, siyaset û helwestên parçebûna komên siyasî rewa dibînin ne kiryarên pejirandinê ne.
Hate derbirîn ku bi lezgîn pêdivî heye di sedsala 21an de tevger û bizavên Kurd li Kurdistanê bi peymannameyeka li gorî rêbazên tevgerîna hevbeş di çarçoweya rêzgirtina li himber xwe de, ya ku mafên mirovan yên cîhanî, xweza û şûnwar, dîrok û jiyana çandî têde bêne parestin li hev werin. Hate diyarkirin ku ew bîrdozî û îdeolojiyên bi çemkên Cîhanî û Ummetî ketine rê, rastiya gelê Kurd û welatê Kurdistan piştdest dikin, dixwazin azadbûna wê asteng bikin tu sûdê nadin û berovajî wêya jî azadbûna Kurdistanê asteng dikin.
Di derbarê Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd de hate diyarkirin ku hîna jî kêmasiyên hizrî dibê hebin lê belê bi bêhtir civîn ku kombûnan, axaftin û gotûbêjên azad, bi navxweyîkirina hizir û berpirsiyariya rewşenbîrî, bi berpirsiyarî nêzîkbûna arîşeyan di çareserkirina arîşeyan de dê bibe şêwazê bingehîn.
Hate pejirandin ku pêwiste jinên Kurdistanê yên xwedî dewr û wekî nîşana aşîtiya navbera Kurdan, ya demokrasî û hewldana nûjen, xwedî li nasnameya xwe derkevin, têbikoşin û bi rengekî çalak di nava Înîsiyatîfa Rewşenbîran de cih bigrin.

Wekî dîtir hate diyarkirin ku divê Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd divê giringiyeka taybet bide karên akademîk û yên sazîbûnê.
Hate pêşniyarkirin ku civînên dahatiyê jî bi tevlîbûneka bêhtir pêk bên û ji bo têr û di asteka baştir de pêk bên pêşniyar û gotûbêjên civînên berê bêne berçavkirin û encamên pêwist bêne derxistin.

Hate diyarkirin ku di warê rewşenbîran de, axaftina Kurdan li gel Kurdan derveyî zimanê Kurdî bi zimanekî dîtir axaftin dê ji bo nijadkujiya dijî Kurdan bibe arîkarî û bê nivîsandin û xwendina mirov nabe nivîskar, çalekvan û rewşenbîrê Kurd. 

Li ser navên “ Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistan “,“Platforma Rewşenbîrên Kurd “,“ Înîsiyatîfa Serxwebûnxwazên Kurdistan“ û hwd. hate axaftin. Hate diyarkirin ku ev mijar careka dîtir di ber çavan re bête derbaskirin.

Înîsiyatîfa Reşenbîrên Kurd (ÎRK)

8 Gulan 2016
Sitenbol

image

image

image

image

image

image

MAY 11, 2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      280
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      255
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      333