dem: 15.01.2017 22:13 xwendin: 435

Siltanê Qere Bûrçek - Behrooz Shojai

Di dîroknigarîya eceman de, kurd hertim wekî talanker û şeqawe hatine pênase kirin. Her bi wî teherî jî ev etîketên biçûkxistinê li bapîrê min yê mezin Siltanê Qere Burçek (naznavek ku tirkên azerî lê kiribûn) bi wî ve nûsandinbûn. Bapîrê min yê mezin Siltanê Qere Burçek yek ji serdarên serhildana Simko (1918-1922) bû û fermandeyîya hêzên neteweyî li Geliyê Kotolê di bin komutaya wî de bû. Heger wekî ku ecem dibêjin, ew bi rastî eşqîya û talan ker bûn, çima di navê hêzekê de cih digirt ku paşê yekem rojnameya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê vekir, çima yekem xwandegeha kurdî da vekirin. Yan wekî vekolerê kurd Kamal Soleimanî (2015:2) destnîşan dike: 

Wênekirina Simkoyî wekî serekekê dinê isyankar yê kurd, ku ti daxwazên etnîk nebûn, gelek pirsên giring bêbersiv dihêle. Bo nimûne, mirov dikare bipirse, Simkoyî çima yekem xwandegeha kurdî li Rojhilatê damezrand? Çima di şûna farsî de xwandegeh bi kurdî da vekirin? Heger kurdî nehatibû standardîze kirin û astê xwandewarîya kurdan di kurdî de ji farsî lawaztir bû, Simko çima rîska weşandina rojnameyeka bi kurdî û farsî da ber xwe, nemaze heger ti qazanceka aborî têde nebû? Motîvasyona hilbijartina 

zimanê kurdî wekî zimanê fermî yê herêma hukmranîya wî çi bû?
Mehdî Axassî, nivîskarê Tarîxa Xoyê, çend cihan behsa Siltanê Qereburçek kiriye ku ev jî parçeyek ji vegêrrana wî ye. 

Du rojan piştî hatina wî, kurdên Siltanê Qereburçek û Kotolê li deşta Xoyê dest bi hêrişan kirin û heta 18ê Rebî ul-ewwelê [1338] (1919-12-10), ku Simkoyî bi ser Qara Qişlaqa Selmasê de girt, wan jî Mihelle [Khoy], gundên Rihal, Xaneqah, Pîrmusa û Seelgede talan kirin û birrek xelk kuştin. (Tarîx-ê Xoy, 1971). 

Bêguman rastî ew e, ku ew gund yên kurdan bûn, û hêzên neteweperwer yên kurd di bin serokatîya Siltan de diviyan di hêrişeka koordîne de wan rizgar bikin.

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      58
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84