dem: 05.12.2017 03:29 xwendin: 173

Şikparêziya Xezalî

Şikparêziya Xezalî

       Xezalî di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayiyê vekola ye. Xezalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekolaye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan fêr bibe. Lê herdem derheqê rastiya wan de, di gumanê de bûye. Axirê bi xêra vê yekê beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne, ramanên xwe parastiye.

Herweha wiha bawer kiriye, ku divê mirov bi çavê ti kesî li dinyayê mêze neke û wan texlîd neke. Ji ber vê yekê jî, texlîdkirina fikran; weke xirabiyeka mezin hesibandiye.

Li gorî nêrîna Xezalî divabû du tişt pêk bihatana:
1- Destnîşankirina bingeha zanayiya misoger û rast.
2- Peyîtandina vê zanayiyê, ku rasterast nesneya xwe vedibêje.

Ji bo hilberandina zanayiya rast û misoger, di destpêkê de prensîpên têgîhan û sehekên me û prensîpên fikirînê yên bivênevê, divê werin destnîşankirin. Lê di dawiyê de, Xezalî dibêje ku sehek û têgîhanên me, xapînok in û dikarin herdem me bixapînin. Ji ber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirovî jî bixapînin. Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekê dinê, yekê ku serwerê sehek û têgîhanên me be, derbikeve holê.

Xezalî, ji fikrekê wiha dest pê dike û behsa beradayîtiya vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû heyberên li cîhanê ji rewşa wan ya niha, cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cih ya niha, rasteqîniyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017 

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Xebatên Li Ser DNAya Rûyê Benîadem
Zanistî

Xebatên Li Ser DNAya Rûyê B..

25.02.2018 15:38    Metîn Eser

Lêkolînerên ji KU Leuven, zanîngeha Pittsburg, Stanford û Pen Stateê vedîtina 15 genên nû pêk anîn. 15 genên nû xetên li ser rû û rûçikê me diyar dikin. Bi vedîtina 15 genên nû hinek karên ji..

Bixwîne
      20
Li Bajarê El-Minyeyê Vedîtina Nekropolê Pêkhat
Zanistî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîti..

24.02.2018 22:51    Metîn Eser

Berpirsiyarên ji wezerata serdema Antîk ya Misirê vedîtina nekropoleke kevn eşkere kirin. Li bajarê El-Minyeyê, an jî bi kurtî Minye, vedîtina nekropoleke kevn pêk hat. Di nekropolê de, bi gotineke din di bajarê miriyan de, maskeyeke zêrinî, 40 h..

Bixwîne
      83
San Actun û Şikeftên Mayayiyan
Zanistî

San Actun û Şikeftên Mayayi..

24.02.2018 19:32    Metîn Eser

Şûnwarnas li Meksîka yê, di rêze şikeftên herî dirêj yên di bin avê de, vedîtina hestiyên benîadem yên 9.000 salî kevn û seramîka ji çanda Mayayiyan pêk anîn. Di şikeftekê de hestiyên ajalên bi nav..

Bixwîne
      86