dem: 27.12.2016 13:29 xwendin: 1205

ŞEWITANDINA KURDISTANÊ

Divê herkes vê yekê zanibe ku ne PDK û ne jî PKK ne li hemberî Kurdistanê ne. Lewma jî em nikarin ji Ocalan re jî ji Barzanî re jî bêjin xayin û xwefiroş e.  

  Lê mixabin PKK jî PDK jî berjewendiyên partiyê ji Kurdistanê pîroztir dibînin. Wek mînak PKK ji bo ku nebêjin "Eger ne ji Pêşmerge bûya ew bi ser nediketin" li Rojava bi Pêşmerge re nabe yek. Dewsa vê bi Ereban re dibe yek.

  Hêzên YPG'ê hezkirina Rûsyayê ya li hemberî Kurdan pir pîroz dibîne. Lê ne wisa ye (Di dîrokê de Rûsyayê gelek caran Kurdan firotiye). Esad li Rojava ji bo Kurdan statuyekê naxwaze û dema ku destê wî biquwet bibe, dema ku roja wê bê dê li hemberî YPG'ê jî şer bike. Ku ew roj hat bila kes xwe nexapîne, dê Rûsya li hemberî Kurdan bi Sûriyê re rûnê. Dibe ku gotinên xweş yên Pûtin ên ji bo Kurdan ji bo wê yekê be ku Kurd hesabên nerast bikin ji xwe re. Dê Esad bi teklîfan Erebên di nav YPG û HSD'ê (QSD) de ji Kurdan veqetîne û dê YPG'ê wekî veqetînxwaz an jî terorîst nîşan bide. Ew roj ku hat dê DYE ji zû ve dev ji Kurdan berdabe/qeriyabe jixwe. Yek çareyeke YPG'ê heye ji bo ku di dawiya şer de Rojava ji dest nede ew jî yekîtiya li gel Pêşmerge ye. Lê ji bo vê yekê jî divê Pêşmerge jî dev ji berjewendiyên xwe û berde û ji bo dahatûya Kurdistanê bêşert bi YPG'ê re bibe yek. 

Dem hat YPG wekî bûyera Tirba Şêx Silêman bi Tirkiyê re, dem hat bi Esad re û di serî de jî bi mûxalîfên Ereb re bû yek lê tenê bi Pêşmerge re îttîfaqek pêk nehanî. Lê ev tenê ne sûcê YPG'ê ye, Pêşmerge jî dewsa ku tevlî YPG'ê bibe xwest bi navê Pêşmerge hêzeke nû ya çekdarî li Rojava biafirîne û bi YPG'ê re îttîfaq çêke. Ev ji bo çi ye? Ma çi ferqa te û YPG'ê ji hev heye tunebûnê didî ber çavên xwe lê bi YPG'ê re nabî yek? Qê bêhna tirên te misk e?

Niha li Rojava her tişt di rê de be jî dê ev yek wisa nedome. Divê YPG û Pêşmerge bi hev re yek artêşekê ava bikin ne ku wek du hêzên biyanî werin cem hev û bibin îttîfaq. Îttîfaq di nav du hêzên neteweyên cuda de dibe, ne di navbera hêzên heman neteweyî de.

  Û PDK, ew jî bi heman rengî berjewendiyên partiyê ji Kurdistanê pîroztir dibîne. Li Başûr ji hêzên Tirk re deng nake lê bi daxuyaniyên xwe yên li hemberî PKK'ê aşkere kir ku ji xwînrijandina birayên/xwişkên xwe re amade ye. Di ser de dema ku şer hebû digot "PKK hêzeke Kurd e û ew jî dikare ji bo gelê xwe li vir şer bike." lê dema şer qediya PKK bû dagirker, wele bavo, xweş bazar e!

  PDK li Başûr, PKK jî li Rojava dixwaze serkêşiyê bike. Digel xetereya şerê li hemberî hev jî bi paş ve gav naavêjin. Ev jî ji bo Kurdistanê xetereyek pir mezin e, qiyamet e. Ev destnîşankirina fermana mirina Kurdan e, li bin navê PKK'ê jî PDK'ê jî heye. 

  Eger Rojava bikeve dê 100 salên din jî û belkî heta dawiyê jî Kurd bindest bimînin. Ev fersenda dîrokî dibe ku careke din hew were. Lewra divê PKK jî PDK jî tunebûna 'navê xwe' bide ber çavê xwe û bi hev re bibin yek. Kurd dikarin di bin serkêşiya PKK'ê an jî PDK'ê de bijîn lê nikarin di bin serkêşî û serdestiya Tirk û Ereban de bijîn.

  Eger ev fersenda dîrokî ji ber ego û erna partiyên ji dest here dê dîrok me efû neke û tifke ser rûyê me. 

Gernas Nenas
[email protected]

Tevlîker

Gernas Nenas
Gernas Nenas

[email protected]

Ji sala 2008'an û vir ve Azadiya Welat de jî di nav de di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nivîskarî kiriye. Niha ji bilî karê wergerê di Kovara Golik û www.amedtoday.org de nivîskarî dike. Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      60
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      93
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      421