dem: 30.06.2017 23:54 xwendin: 358

Serxwebûn û serwerî

Serxwebûn û Serwerî

In: Sıraç Oğuz

Wateya serxwebûnê ewe ku, beri her tiştî bi serê xwe dewletbûyîne. Dewlet jî ji alî hemwelatî û an jî ji milletê xwe bi nifûsa xwe, bi azadî û bi serwerî tê bêrêvebirin. An jî li ser erdê welat bi nimînandina hikûmetê û bi desthilatdarîkî navendî û merkezî. Bi yekîtiya neteweyî û serwerî, bê şert û merc hebûna millet û pêşveçûyînêye.

Bi hezar salane milletê Kurd, di xewn û xeyalen xweda li benda dewleteke serbixwe ye. Di dîroka Milletê Kurd da bi dehan komkujîyên mezin qewimîn. Jiber ku dagirkeran ferman didan û li dijberî damezrandina Kurdistaneke serbixwe derdiketin.

Miletê Kurd serî hildida, dagirker bi komkujî ew tek dibirin.

Lê dîsa jî Kurd, li ser axa xwe, bi rengê neteweyî û bi çand û zimanê xwe, serê xwe xwar nekirin û dest ji tekoşîna ji bo dewleteke serbixwe bernedan û ew tekoşîna ku bi sedsalan berê dest pê kiribû, hejî didome.

Kurd hêjî êşa ji bo pirsgirêkên serxwebûnê di mêjî û dilê xwe da dişopînin. Sedem vê yekê mirov nikare bibêje tu Kurdekî serxwebûnê naxwaze, tune. Bêguman, daxwaza milletê Kurd tenê dawa dewletbûnê ye ku ew jî ancax bi Kurdistaneke serbixwe va diqede.

Helbet di nav her milletî da çawa bêxîret hebin, di nav Kurda da jî kesên bêxîret û bêrûmet he ne.

Yên bi navê biratiya gelan, an jî bi navê biratiya olî û ji bo berjewendiyên xwe hatine xapandin jî hene ku, ew jî di nav Kurdan da ne zêdene, ne jî bi bandor in.

Şukir ji Xweda ra, îro milletê Kurd bi pirranî li ser pirsgirêka serxwebûnê xwedî yek deng e. Bi sed hezaran malbatê şehîdan hene ku, ew bi malbatî û bi dengê bilind alîkariya doza serxwebûna Kurdistanê dikin.

İro hinek partî û kesên ku daxwazên ji bo yekîtiyê, an jî ji bo Kongreya Neteweyî tînin ziman jî bila bizanibin ku, heta dewleteke serbixwe neyê damezrandin, Kongreyekî Neteweyî jî nayê avakirin. Jiber ku Kurdistan çar parçeye û her perçeyekî wê jî xwedî proplemê ji hev cûdanin.

Lê belê Kurd li ser her perçeyekî kurdistanê di nav xweda dikarin yekîtiyê çêkin.

Jiber ku daxwaz û armancên Kurdên her perçeyekî ne wekhevin û çar perçên Kurdistanê gelek ji hev cûdanin.

Hinek partî otonom, federasyon an jî xweserîyê dixwazin, hinek ji ne daxwazên wan, ne jî kirin û kiryarên wan kifş in.

Wekî mînak, hemû rêxistinên Kurdistana Bakur hê zimanê xweyên zikmakî bi kar naynin û jê dûr in. Piraniya Kurdên Bakûr bi zimanê neyarên xwe dijîn û xebata xwe ya sîyasî jî bi zimanê wan dikin.

Halbûkî ji alî gelek cîvaknasan jî tê dîyar kirin ku, Kurd bindest in û heta ku zimanê xwe bi kar neynin nikarên bi serkevin.

Sedem vê yekê mirov dikare bibêje, berî her tiştî ji bo yekîtiyê divê raxêreke hevbeş hebe.

Ji bo vê yekê PDK rolekî gring dilîze ku, pêwîst e partî û rexêstinên Kurd yên li çar aliyê welat PDKê ji xwe ra wek mînak bigrin.

Jiber ku PDK, di warê dîplomasî û nav neteweyî da rolek gelekî giring û sereke dilîze.

Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî, bi hasasiyetekî mezin, li mirasê bavê xwe û li xeta neteweyî xwedî derdikeve û di nav çar perçê Kurdistanê û di dinyayê da xeta PDKê kiriye xeta neteweyî û dîplomasiya Başûr didomîne. Ev yek ji bo Bakûr, Rojava û Rojhilat jî wek xelatek zêrîne.

Divê Kurd li her perçeyên Kurdistanê bi xeta siyaseteke neteweyî bimeşin. Û ji rewşa Başûr, ders bigrin û ji milletê xwera xizmet û rêveberiya baş bikin.

Îro li Başûr doza Milletê Kurd hatiye qonaxa herî bilind. Rroja 25ê Îlonê, ji bo serxwebûn û serwerîyê, biryara xwe dide. Hevîya me hemûyan ew e ku, Kurd di referandumê da dengê xwe ji bo serxwebûnê, rengê xwe jî bi ala rengîn nîşan bidin.

Ew kesên ku bi reng û dengekî din tevbigerîn piştgiriyê nedin referandumê, ew jî hebin hebin, xulam û xizmetkarên neyarê xwe nin…

3o.06.2017

[email protected]

Pêveker: serxwebûn û serwerî

Tevlîker

Sîrac  Oguz
Sîrac Oguz

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      280
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      255
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      333