xwendin: 8220

Sazî, Însiyatîf û Rewşenbîrî -  Ferzan Şêr

Di 8ê gulana 2016an de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê civîn-semînereke Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd hat lidarxistin. Civîn-semîner dibêjim lewra li ser navê civînê, nîv-civîn û niv-semîner bû. Bi vê civînê re dibe çend car e ku tev li civîn û semînerên saziyên me kurdan dibim. Yek ji pirsgirêkên me yên civaka sîvîl jî ev e ku em nikarin têra xwe civînên pirrdengî, saziyên pirrdengî saz bikin.   Cardin min dît ku divê berî her tiştî em şêwazên saziyên xwe biguherînin.

Çawa?

Ez yek ji îmzekarê koma ewil a Akademîsyenên Aştiyê (Barış İçin Akademisyenler=BAK) bûm. Roja ewil metnek derket ser tora civakî, min xwend, îmze kir. Bi demê re, bi taybetî bi saya Erdoğan mesele pirr mezin bû, bandoreke mezin kir di raya giştî de, dengeke mezin da bîr û raya cîhanê. Girtin, avêtina ser malan, lînca tora civakî, gefxwarin û her wekî din berxwedan, hevgirtin her tişt hatin axaftin. Lê ji serî de tiştek bala min kişand, berî her tiştî çalakvaniya awaya rêxistinî ya Akademîsyenên Aştiyê anî vê astê ku îro li gelek cihan ev pêngav xelatên aştiyê  girtin û her wekî din dilê gelek kesan xweş kirin. Ji van jî girîngtir, terorîzma dewletê cara ewil bi dengekî xurt deşîfre kirin. Roja ku mesele krîmînalîze (terorîzma dewletê) bû pê ve ev pêngav şaxên xwe yên rêxistinî ava kirin. Ez dibêm rêxistinî lê bila yên adetî neyên bîrê. Di ser tora înternetê de komên vê pêngavê hatin sazkirin; koma hiquqê, koma hevgirtina aborî, koma navneteweyî, koma diktorayê û her wekî din. Gelek karan kirin ku nayê gotin li vir. A ku rojeva min digre li vir, bûyerek e. Serokwezîr Davutoğlu ji bo ku hêrsa Erdoğan li ser akademiyê nerm bike, ji akademîsyenan xwest ku li dijî wê belavokê tiştek belav bikin bê helwesta xwe ya di navbera xwe û “terorîzmê” de diyar bikin. Ev daxwaz ji hêla akademîsyenan ve qet neket rojevê lê piranî helwest wiha bû “ev koma ku metn amade kiriye û ji imzeyan re vekiriye nikare li ser navê her kesî metneke din amade bike”. Ev fikr xwe dispêre azadiya fikrê. Lewra lazim bû ger metnek derkeve holê jî raya îmzekaran giş bigre. Ez vê çîrokê çima vedibêjim. Gelek sazî bi vî rengî tevnagerin. Îro şert û mercên teknolojîk derfeteke wiha daye mirovan ku bi hêsanî di nav rojekê de dikarin fikra milyonên endamên xwe bigrin, di nav rojekê de analîz bikin û encam jê derxin. Lê sazî piranî komîteyan hildibijêrin, piranî çawa têne hilbijartin ew jî ne zelal e, ew komîte civîn çê dikin, biryar digrin û li ser navê her kesî belav dikin. Helbet bi awakî sembolîk be jî kongre, civîn çê dibin, dengê kesan tê pirsîn lê piranî şêwaz hebkî “olîgarşîk” dimeşe, dûre ew kesên “bijartî” li ser navê her kesî dipeyvin, însîyatîfa peyvên xelkê digrin.

Pirsgirêk di girtina însîyatîfê de ye, ew jî hebkî tevlîhev e. Însîyatîf ew tişt e ku mirov karan bigre, dest û mil bide karan, di vir de bi dildarî takekes xwe dide pêş. Serê pêşîn însîyatîf, însiyatîfa fikrên xwe digrin. Nabe ku sazî, însîyatîfa endamên xwe ji destê wan bigre. Em vê yekê adapteyê rewşenbîran bikin. Rewşenbîr însiyatîf digre, însîyatîfa fikrî û çalakiyê digre. Dibe ku bi keviran jî serê desthilatdariyê bişkêne, dibe ku bi peyvan jî; ango dem tê bes bi bêdengiyê, bi tişt-nekirinê bike. Lê rewşenbîr vîna xwe nade tu kesî û saziyan. Di vê xalê de mijara rêxistinî, dilsoziya partîgerî û bîrdoziyê, aqlê kollektîv vê mijarê kûrtir û aloztir dike. Rewşenbîr ne dûrî van tiştan e, nayê wê mahneyê ku rewşenbîr apolîtîk bin, nekevin karê tu partiyan. Ji xwe herî zêde pêdiviya partiyan bi rewşenbîran heye. Îro bi taybetî di nav partiyên mezin ên kurdan de rewşenbîrên “jidil” hebûna bi rastî jî nakokiyên di navbera wan de evçend kûr nedibû.

Wek ku di paragrafa dawî de jî dixuye mijara rewşenbîriyê xwedan nakakoyên kûr e; bo nimûne însîyatîfa xwe nade tu kesî lê di heman demê de dikare bibe partîger. Însîyatîfa xwe nade lê dixwaze însîyatîfa kesan bigre. Gelo mirov dikare bibêje ku ji xwendin û nivîsandinê heya şervanî û çalakvaniya polîtîk gelek kirasên wê hene. Belê, lê bi ya min tiştekî tenê dikare van hemû tiştan di bin sîwanekê de kom bike. Ew tişt jî kujtina bav e, bavkujî ye.

 

Orhan Pamuk di romana xwe ya bi navê Kırmızı Saçlı Kadın (Jina Porsor) de mijara bavkujtin û lawkujtinê di ser Rojava (Odîpûs) û Rojhilatê (Rustem û Sohrab) re dide xwendin. Odîpûs bavê xwe dikuje, Rustem lawê xwe dikuje. Di hejmara heftemîn a Zaremayê de nivîsa Xosro Sina li ser zargotina Beyta Seydewan heye, ew çîroka tê de jî dişibe Rustem û Sohrab di mijara lawkujiyê de. Heya dawiya romanê em li bendê bê ka tercîha Pamuk kîjan e, dê bav lawê xwe bikuje, an dê law bavê xwe bikuje. Rojhilat ango Rojava dê bi ser keve. Têgeha Rewşenbîr têgeheke ji têgehsaziya Rojavayî ye. Lewra bi şîroveyek “ekstrem (pirole)” ez jî têkiliyek di navbera wan de saz dikim.  Rewşenbîr, berî serê bavê xelkê bişkêne, serê bavê xwe dişkêne. Di kurdî de pêşiyan gotine: “Golikê malê ji gayê malê natirse”. Ev fitûyek e ji rewşenbîriya kurdî re. Bav helbet wekî metaforek, dewlet e, saziyên dewletê ne, bi giştî sazî ye, eşîr e, serok e,  mêranî ye, dagirkerî ye, desthilatî ye û her wekî din hemû celebên pederşahiyê ne. Di binê van de jî mirov dikare bi dehan formên rewşenbîriyê derxe holê. Em dikarin bi mînakan dest nîşan bikin. Li ser imzekirina belovaka Akademîsyenan ji Ahmet Insel hat pirsîn bê “te çima îmze daye”, bersive wî wiha bû: “têkiliya min û dewletê heye, têkiliya min û PKKê tune ye”. Em nêrînên wî yên di derbarê PKKê de, an wekî din bi giştî deynin cihekî, ev helwest helwesteke rewşenbîrî ye. Di nav îmzekaran de, îmzekirina me kurdan ne rewşenbîrî bû, tiştekî asayî bû. Ev mînak tarîfeke din jî bi xwe re tîne, şertên rewşenbîriyê ji bo her kesî diguhere, guherbar e. Çawa ku bavê her kesî cuda be, ev  şert jî cuda ne û piranî jî li gor nasnameyê û xwemaliyan teşe digre.

 

Di vê çarçoveyê de gelek tişt li ber Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd e. Ger rewşenbîran bîne cem hev û saziyek ji wan re saz bike, divê li gor rewşenbîriyê bi awakî pirdengî temsîla wan bike. Bêyî ku fikra wan bigre, bi çend kesan biryar neyê girtin. Di nûçeyan de jî bala raya giştî dikşînin ser daxwaza Kurdistana serbixwe, ez dibêm ev daxwaz û pîvan ji bo rewşenbîriyê, yanî wekî saziyek bo rewşenbiriyê çewt e. Helbet daxwazeke pir bi qîmet e, helbet gotina her takê kurd di vî warî de heye. Lê çiqas pîroz (û xwezayî) be jî ev daxwaz daxwazeke polîtîk e. Dibe ku rewşebîrên din di fikra federasyonê de, di fikra xweseriyê de ango di fikra entegrasyonê de bin. Ev fikr wan ji rewşenbiryê naşo û her wekî din daxwaza Kurdistana serbixwe jî bi tena serê xwe paye li rewşenbiriyê bilind nake. Ev daxwaz û fikr tenê rewşenbîrên Kurdistanxwaz tîne cem hev. Ew dem jî angaşta ku Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd hemû rewşenbîrên kurd tîne cem hev pûç dike. Angaşateke din jî ew bû ku Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd dê di navbera hemû partiyên kurdan de mesafeyeke wekhev saz bike. Ev daxwaza polîtîk bi vê nevê dê wê mesafeyê jî bêsîmetrî dike. Her ku bêalîbûna di navbera partiyan de bilêv bike jî bivê nebê ew ê wekî partiyekê tevbigere. Bi ya min, îro çawa di cîhanê de polîtîkayên major cihên xwe ji qadên mînor re dihêlin; divê Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd karên mînor bide ber xwe. Wekî avakirina çandeke rewşenbîriyê, wekî parastin û geşekirina azadiya fikrî, wekî avakirina tolerans û tehamûla adiniyê, wekî hişkkirina terha lînckirinê. Encax takên rewşenbîr dikarin saziyên bi vî rengî pirçandî, pirdengî, pirfikrî ava bikin.

Çavkanî: Basnûçe

MAY 14, 2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      280
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      255
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      333