dem: 24.02.2018 19:32 xwendin: 346

San Actun û Şikeftên Mayayiyan

Şûnwarnas li Meksîka yê, di rêze şikeftên herî dirêj yên di bin avê de, vedîtina hestiyên benîadem yên 9.000 salî kevn û seramîka ji çanda Mayayiyan pêk anîn. Di şikeftekê de hestiyên ajalên bi navê megatherium (ajalek ji malbata ajalên teral e), gomphotherium (ajalek ji malbata bigerdebilan e) û cureyeke ji hirçên mezin yên ji serdema pleistosenê vedîtine.

Vedîtina hestiyên benîadem, seramîk û hestiyên ajalên cihêreng li pergala Sac Actunê ya li tenişta bajarê Mayayê ya bi navê Tulumê ku li perava Karayîbê ya nîvgrava Yucatán a li Meksîkayê ye, pêk hatiye. Meheya çûyî pergaleke şikeftan ya 263 kîlometre dirêj ya bi pergala şikeftan a bi navê Dos Ojosê (84 kîlometre) ve girêdayî bû, hatibû vedîtin. Pergala şikeftan ya 263 kîlometre dirêj û ya Dos Ojosê 84 kîlometre dirêj bi hev re pergala herî dirêj ya di bin avê de ye, pêk dihînin.

Lêkolîner diyar dikin ku di pergala 347 kîlometre dirêj de, 200 şûnên arkeolojîk vedîtine ku 140 şûnên arkeolojîk çanda Mayayiyan destnîşan dikin. Şûnwarnas diyar dikin ku hin cenoteyên (navê taybet yên şikeftên di bin avê de ne) di bin avê de taybetmendiyên dînî yên Mayayiyan eşkere dikin. Lêkolîner di bin avê de bi vedîtina “mîmariya balkêş” yên weke “dîwarên bilind û dirêj”, “rê û dirbên tenik”, “gorî û pîrozgeh” û “nêvdangên” cihêreng xoşnûd dibin.

Lêkolîner wiha dibêjin; “Asta ava li hawirdora Meksîkayê piştî serdema qeşayê, bi qasî 11.700 sal berê di dawiya serdema pleistesonê de, bi qasî 100 metreyê bilind bûye ku Sac Actun di bin avê de maye. Lêkolîner Guillermo de Anda wiha berdewam dike; “Şert û mercên li şikeftên di bin avê de têra parastina jêmahiyên megafaunaya tunebûyî dike. Gumana me jê nîne ku pergala şikeftên herî dirêj yên di bin avê de ya li San Actunê ye, cihê herî girîng ya şûnwarnasiyê ye.

Çavkanî: Belga

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      56
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      83
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      416