dem: 12.02.2017 20:38 xwendin: 87

Şamilê Selîm Serbilindîya kurdên Azirêcanê – Têmûrê Xelîl

Derheqa ronakbîrê kurd yê mezin ji Azirbêcanê Şamilê Selîm Eskerov da gelek kesan gotarên giranbuha nivîsîne, kar û barê wî bi layîqî qîmet kirine. Gelekan jî helbest ser wî nivîsîne. Ew bi xwe jî zanyar, helbestvan û welatparêzekî pir mezin bû. Dema min dixwest derheqa wî da gotarekê amade bikim, min gelek nivîsên derheqa wî da xwendin wek ya Nizamettîn Akkurt ya bi sernavê “Yekem şervanê kurdên Azirbêcanê“, ku di pirtûka kurê Şamil Eskerov – Hejarê Şamil ya bi sernavê “Wêjeya kurdên dîasporê“ da hatîye çapkirin, ya Kamiz Cebraîlov, ku di hejmara kovara “Drûjba“ (“Dostanî“), hejmara 27an ya sala 2005an çap bûye. Min helbestên Ayhan Erkmenê ji Qersê, nehîya Daxpinarê, Usivê Feqî Evdile, Barîyê Bala, Qadirê Motî, Egîtê Qadirî xwendin, ku ser kar û mezinaya Şamilê Esker da hatine nivîsar. Ev hemû ji min ra bûne bingeh, ku ez bikaribim jîyan û karê welatparêzê mezin, zanyar, nivîskar û helbestvanê kurdan yê bi nav û deng bi we bidim naskirin. 

Min Şamilê Esker – wî kurdê welatparêz û şayîrê mezin du caran li Rewanê dîtibû, dema ew ji Azirbêcanê dihat û dibû mêvanê mala profêsor Kinyazê Îbrahîm. Ji wê şûnda danûsitendinên me bi nameyan û têlêfonan bûn. Ewî di her rojeke cejinê da ser karteke postê bi helbestkî cejina me pîroz dikir. Û ew nivîsên wî ber dilê min gelek ezîz in û ez wana wek tiberkê bal xwe xwey dikim.

Şamilê Esker sala 1928an, li Kurdistana Sor, li Azirbêcanê, li gundê Axçekendê, li rex bajarê Kelbecarê ji diya xwe bûye. Ew sê dayîreyên xwendinê yên bilind xilaz kirîye û hemû jî bi mêdalên zêr va. Piştî xwedinê di salên cuda-cuda da li Kelbecerê bûye berpirsyarê rojnameyê, serekê rêxistina komsomolan, serwêrê dibistanê, welîyê bajêr, serekê perwerdeya navçeyê û serokê mûzêya êtnografîyê ya wî bajarî. Zên û zîrekîya wî li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê jî texmîn dikin û ber wî pêşnîyar dikin bibe dêkanê Ûnîvêrsîtêtê, lê ew terka bajarê xwe, gundê xwe û miletê xwe nade, ji ber ku ew di nav wan da xwe li perçeyekî Kurdistanê da didît – bi erf û edet û timtêla kurmancîyê va. Lê ew war ji bo wî teng bû, ku xwe li welatê xwe – Kurdistanê texmîn bike. Lema jî bi xwendin û nivîsan xwe gîhande miletê xwe û welatê xwe. Têza doktoraya wî poêzîya Cegerxwîn bû. Ewî destana Ahmedê Xanî ya “Mem û Zîn” wergerande azirî û çap kir, herwiha bi sedan helbestên Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Hejar, Evdila Goran jî. Tîbûna wî bi wê yekê va ne şikest, ewî di nav gelek salan da ferhengeke delal ya azirî-kurdî û kurdî-azirî hazir kir û da weşandinê.
 

Ev zên û zîrekîya wî, ji kal û bavên wî yên ji malbeta Şedadîyan tê, ku bi sedsalan li ser axa xwe mane û di rûyê êrîşên sêlcûk û neyarên mayîn da ew war hatîye zevtkirin û ew gel hema bêje bi tevayî hatîye asîmîlekirin. Şamilê Esker himberî vê asîmîlyasyonê bi xurtî ber xwe da û di gelek hêlan da bi ser ket jî. Gel li xwe vegerîya, li kurdîtîya xwe xwedî derket û niha, dema perçekî axa me rizgar bûye, ew gel ji nû va zindî dibe. Heta nayerên wî jî li Azirbêcanê li xwe mukur tên, ku ew zaneyekî mezin bû û navê “Ênsîklopedîya zindî” lê kiribûn. Û eger behsa kurdên Azirbêcanê tê kirinê, berî gişkî navê wî camêrê mezin û diltenik tê ser zar û zimanan.
 

Şamilê Esker helbestvan, zanyar, êtnograf, werger, zaneyê folklora gelêrî bû û ji bo welatparêzîya wî navê “şervanê yekem yê kurdên Azirbêcanê” lê kiribûn.

Em binhêrin çika kurdzanê mezin, profêsor Kinyazê Îbrahîm derheqa Şamilê Esker da çi nivîsîye:

-Şamîlê me yê hêja ku bi çîyayên Kelbecerê û Laçînê û bi mirovên li vê derê re bûbû yek, bûbû rih û can, ka di nav gel da çiqas rêzdarîya wî heye, min wê demê careke din fam kir. Gava ku min got, min berhemek nivîsandîye di mijara têkilîyên wêjeyî yên kurd-azirbaycan da û ezê serî li alîkarîya Şamîl Eskerov bidim, şivanekî bi temenê zarok bi dirûveke jixwebawer wiha gote min: “Mamoste Şamîl merivek wek pirtûkxanê ye. Ew her tiştî zane. Di mijara ku hûn tê da dixebitin da, ew dikare di rojekê da agahîyên têra pirtûkekê bide we. Ev bawerîya bêdawî ya şivan li hember hembajarîyê xwe em heyran hiştin.

 

Li cîkî din Kinyaz ha nivîsîye:

-Li Kelbecerê ez bûm nasdarê hêza muhakeme ya raser, hişpaka kûr, zanebûna ênsîklopêdîk û jîyana bi dissîplîn a Şamîl Eskerov. Bi mijara ku ez li serê dixebitîm, bêyî ku bihizire bersiv dida, ew pirtûkxaneya wî ya dewlemend mirov di nav heyîrînê da dihişt, ji nav wan pirtûkan çavgirtî pirtûkek derxist û got: “di derheqê vê mijarê da li vê pirtûkê ji filan rûpelê hetanî filan rûpelê dikarî agahî werbigirî.”
 

Şamilê Esker 20ê gulanê sala 2005an, di 77 salîya xwe da di maleke kurdewarî da çû ser dilovanîya xwe. Di wê malê da, ku her tişt Kurdistan bîr dianî, li her deran pirtûk û sitiranên kurdî û ser Kurdistanê. Pirtûkxaneya wî ya malê ewqas dewlemend bû, ku di sala 1989an da li tevaya Sovyetê di nav pirtûkxaneyên malê da pirtûkxaneya wî ya here dewlemend bû.

 

Ewî li dû xwe gelek berhemên giranbuha yên çapnekirî hîşt. Wek ku bi kurdî dibêjin, “Gîha ser koka xwe şîn dibe”. Kurê wî – Hejarê Şamil, ku navê Hejarê helbestvanê mezin lê kirine, ew berhemên giranbuha ji berê va dide çapkirin û dike milkê gelê kurd. Hejar bi xwe jî nivîskar e û gelek pirtûkên kurdî û rûsî li ser pirs û pirsgirêkên kurdan û Kurdistanê dane çapkirinê, ku xwedî hêjayîyên dewlemend in.

Guhdarên delal, niha jî çend helbest û çarînên Şamilê Esker bibhên:
 

Va çi bager, çi ba ye,

Li war tu tişt nemaye.

Bona Kurdan — nizanim

Çima bela rewa ye.

 

İro bê eman in em,

Nêçîrên gûran in em.

Tune Ristem Zalê me,

Pezên bê şivan in em.
 

Lawênê kurd bira ne,

Bona milet çira ne.

Bibên, bila bizanin

Halê Ekrad giran e.
 

Birîna me giran e,

Rast e, eme bira ne.

Yektî tune li nav me,

Lê neyar gur diran e.

 

Weten bûye gora me,

Hela maye zora me.

Hezar-hezar sal çûye,

Nehatîye dora me.

 

Li dilê me ar maye,

Ne koçer, ne war maye.

Xûya nake, li zozan

Ne berx, ne jî war maye.

 

Eşîrek me Milan e,

Eşirek me Zîlan e.

Em yekbin, çima bêjin,

Kurdên filan-bêvan e.

 

Li çavê bûk av maye,

Mêr kûştine, law maye.

Hêlandikê — de ba kin,

Qundaxek bê bav maye.

 

Hawar e, ha hawar e,

Niha bo me xew ar e.

Were binhêr birayo,

Wêran bûye ev ware.

 

Kûrê min bi kuda çû,

Li dil arek dada çû.

Pêşkêş da him derd, him kul,

Ew ji min bû, cuda çû.
 

Serê çîyan hêşîn e,

Pez hatiye mêşîn e.

Şivanê wî kûştine,

Derd-dilê me dêşîne.
 

Lawê min hûr fikir ke,

Fehimke, kûr fikir ke.

Ehwalê me giran e,

Tu binhêr, dûr fikir ke.



 

Warê meman xalî ne


 

Nayê dengê kalîn e.


 

Çil sal e ku dilê min


 

Ciyê axê û nalîn e.



 

Ha bager bû, ba nebû,


 

Bextê Kurdan ra nebû.


 

Carek li nav xewnê da


 

Qet dilê me şa nebu.



 

Tarî çiye, xew çiye,


 

Nîvro çiye, şev çiye?


 

Li meydana mêrxasan


 

Kurd nizane rev çiye.



 

Pepoyê bixulxule,


 

Ne baz e, ne bilbil e.


 

Ji derdê te Kurdistan,


 

Nava dilê min qul e.



 

Dilê min bi lerz bûye,


 

Ji birîn sed merz bûye.


 

Werin keko-birano,


 

Mirin bo me ferz bûye.



 

Va xizan çi xizan e,


 

Kes tune wan bizane,


 

Hewar bikin, warên me


 

Cîyê şêr û bazan e.



 

Rûyê ezman sayî bû,


 

Li malê me şayî bû.


 

Ewrek reş girt serê me,


 

Malê me bê xayî bû.



 

Hilweşiya gundê me,


 

Şehîd bûne çendê me.


 

Ev xûn li erdê namîne,


 

Heye ji dil sondê me.



 

Serê kanî pêjik e,


 

Rojê me sor nêzîk e.


 

Waranê bav, mam, xalan


 

Ji neyaran gêzî ke.



 

Bi dilê min jana te,


 

Ez qûrbana canê te.


 

Carê veke çavê xwe,


 

Wêran bûye xanê te.



 

Ji rû bikşîn perda xwe,


 

Bi min bide derdê xwe.


 

Ez qûrban im, tu rabe


 

Nemerd meke merdê xwe.



 

Çû û nehat bavê min,


 

Pirs tune ji lawê min.


 

Şev û roj xûn dirêje,


 

Rijîyaye çavê min.



 

Piling im ez, şêr im ez,


 

Zaro ninîm, mêr im ez.


 

Kurdistanê, ji te ra


 

Berxek bona kêr im ez.



 

Pilingim ez, şêr im ez,


 

Warên rind im, zêr im ez.


 

Kurdistanê bextreş im,


 

Ji derdan pir têr im ez.




 

BÛYE



 

Ê, derdên me bêjimar in,


 

Şuxulên me dijwar bûye.


 

Li warên xwe em bê war in,


 

Li nav dijmin navdar bûye.



 

Çima îro gelê mêrxas,


 

Maye tezî, maye pêxas.


 

Lawên egîd, xortên gernas,


 

Bo neyar ra beytar bûye.



 

Millet maye gelek li paş,


 

Em reben in, dijmin qellaş.


 

Gel hûr dibe li bin beraş,


 

Bê ziman û bêzar bûye.



 

Şamîl, pir-pir meke fikir,


 

Alîyê gel her çax bigir.


 

Şikir, şikir, hezar şikir,


 

Feryarên me dîdar bûye.





 

DİGERİM



 

Ez goncalê Rojhilat im,


 

Ez bê çar im, çar digerim.


 

Ez li welat, bê welat im,


 

Ez bê war im, war digerim.



 

Va çi qeyde, va çi bende,


 

Li serê min seyîd çend e?


 

Dîyara min dewlemend e,


 

Ez bê par im, par digerim.



 

Ez Şamîl im, va çi jan e,


 

Va çi tajan, çi lêdan e?


 

Evîna min Kurdîstan e,


 

Ez bê yar im, yar digerim.




 

EZ

Îro bê gel û bê war im,

Bê mal mame, zibar im ez.

Ne tîndar im, ne zeftkar im,

Li va jîyîn tewkar im ez.
 

Ne raza me, ne şîyar im,

Ne tarî me, ne şewqdar im,

Bê welat im, şermezar im,

Bo nêçirvan şikar im ez.

 

Ne dilsar im, ne rimdar im,

Bo Kurdistan nihêrdar im.

Li destê gel peltindar im,

Bi niştîman peşkar im ez.
 

Ez Xanîme, ez Dilzar im,

Ez Goran im, ez Hejar im,

Ez Sebrî me, ez Dildar im,

Bo Cegerxwîn paşkar im ez.
 

Bona welat yek şerkar im,

Serhildan im û peykar im.

Şamil im, gel parastkar im,

Serxwebûn û rizgar im ez.

 

(Di sala 25. 2. 2009a de di malpera krd.sputniknews de hatiye weşandin)   

Nivîsên Dawî

Bill Gates û Dermankirina Alzheimerê
Zanistî

Bill Gates û Dermankirina A..

16.11.2017 22:13    Metîn Eser

Bill Gates mîsyona xwe ya nû eşkere kir, Bill Gates dixwaze dermanê nexweşiya alzheimerê vebîne. Lêkolînerên cihêreng bi salan e xebatên xwe yên li ser peydakirina dermanê nexweşiya alzheimerê pêk dihînin, heya vê gavê h&ecir..

Bixwîne
      39
Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên Bixesar û Kevn
Zanistî

Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên ..

11.11.2017 19:17    Metîn Eser

Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne. Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina met..

Bixwîne
      77
Stephen Hawking û Metirsiya Tunebûna Mirovahiyê
Zanistî

Stephen Hawking û Metirsiya..

07.11.2017 22:12    Metîn Eser

Profesorê bi nav û deng Stephen Hawking li Pekîngê di konferansê de li ser tunebûna mirovahiyê axivî ye û dîsa hişyarî daye ku gerdûna me gav bi gav postê xwe diguherîne û vediguhere baloneke sor. Stephen Hawking wiha dibêje; “H..

Bixwîne
      70