dem: 31.12.2016 03:00 xwendin: 496

Saleke çawa?

Saleke çawa?

Ji sala nû re çend seet mane. Emê bikevin sala nû. Lê sala nû ber û bizrê xwe ji salên kevn digire. Saleke çawa li hêviya me ye?

Li Amerîka serokekî nû ku meriv hê nizane çi jê derkeve. Ew zilamê kapîtal e. Û hatina wî ya li ser desthelatê bi mijarên regez, zayen û olperestiyê dagirtî bûn. Li şûna mijara aştiya global, nakokiyên global bikaranîn. Lewma jî siberoj û kiryarên dikarin bi qewimin ne zelal in.

Rûsya di bin serokatiya Pûtîn de bi xwe aliyek ji yên şerê rojhilata navîn e. Ew di nava xwe de bi pirsgrên aborî û civakî re rû be rûye. Her weha bi awakî ji awa çi Ûkraînê û li hin welatê din re di nava şer de ye. Dostaniya wî Erdogan ya nû dê bi xwe re gelek bûyerên nû bîne.

Li Ewropa û yekîtiya Ewropa bi xwe di nava pirsgrêkên cûr be cûr de ye. Ji bo çareseriyên pirsgrêkên, aborî, civakî, hawîrdorparêziyê ne xwedî konzepteke hevbeş in. Her weha bi hatina penabera re, rêjeya regezperesta zehf zêde bûye. Û ew di hewisandina (hewandin) penabera de li hev nakin.

Li welatê ez lê Almanya rêjeya rastrewa her roj zêdetir dibe. Şêwirmenda Almanya Angela Merkel çi di nava partiya xwe de û çi bi hevparên Desthelatê re di nîvê nakokiya de ye. Dijberê biyanî û olên din roj be roj zêdetir dibe.

Li tirkiyê pîleya tundrewiyê roj be roj bilindtir dibe. Desthelata Erdogan ji mêjde sola Turkêş di teqayê re avêtiye. Muxalefet êdî ne muxalefete, ew ji desthelatê tundtirin. Dijberiya kurd û hemû hindikayiya di asta xederê de ye. Kesek nikare li tirkiyê hesabekî dûvedrêj bike. Siberoj qet ne zelal e.

Li Îran û hemû dewletên misilman di serî de dijminatiya dewleta Îsraîl û hemû ne misilmana di asta teqandinê de ye. Kîn û nefret di nava civakê de weke axê ye.

Di nava kurda de, rewş qet ne baştir e. Dijmintiya alî û hêzên polîtîk ji ya, dagerkera qet bi qat zehftir e. Li şûna hêza xwe bikin yek, yan bi yek alî ve biherikin, berê tifingê wan bi hev de ye. Bingeha hişê wan hê ya beriya bîst, heta bi pêncî sal berê ye. Liv û tevgerê wan li gorî dunya global û rûdanên nû ne. Bingeha siyaseta wan kîn, neyartî û hev reşkirine.

Nêzîkbûna partî û hezên kurd, ya êzîdiya ne di asta pêwîst de ye. Ne brînê brîndarên Şengalê hatin pêçan. Ne jî projeyek heye, ji bo vegera êzîdiya ya Şengalê. Heta niha jî hewldaneke lêborînê nehatiye kirin ji bo dilê êzîdiya li hêz û aliyên kurd vebe. Ne jî lêpirsîneke ber bi çav çê bû daku êzîdî dilsoziyekê bibînin. Di rewşa îro de di serî de Hukumeta herema Kurdistanê û hemû aliyên kurd û êzîdî ji hev diqetin. Civaka êzîdî bi xwe di nava xwe de ji hev diqete. Helbet pê re jî nirxên hezarê sala erzan û pûç dibin.

Tevî ku rewş ne zelale, lê ne zelalî derfetê nû bi xwe re tîne. Yên ji her karvedanê re ne amade be dê nikaribe bibe xwedî bext û mirad jî.

Sersala we pîroz be.

Serkeftî û bi xwe re aşt û bi dunyayê re jî..

 

Newaf Mîro 30.12.16

Pêveker: saleke çawa?

Tevlîker

Newaf   Mîro
Newaf Mîro

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      59
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84