dem: 23.03.2017 22:22 xwendin: 242

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -II-

Kurd û Mezopotamya (Mezrabotan)

Keyîtiyê Subaruyan-

Nivîsên di derheqê dîroka Subaru yan ji kevalên Hîtîtan hatine girtin.

Angorî van, yên dewleta bi navê Mîtanniya ava kirine, Hurrî’nin. Berî zayînê B.Z. di salên 4000 û 3000 da yên navê çemê Feratê lê danîne ew jî Subaru ne.

Gelek antropolog, zanyar û pispor jî di dîrokê da dibêjin, Gutî pêşîyên Kurda nin.

Ji “Zanîngeha Pennsylvanîa, Prof. Ephraîm Avigdor Speiser” dibêje kû di dîrokêda cara yekem, Berî Zayînê di salên 3000’an da bi navê Gutîum behsa Kurdan hatîye kirin.

Bi gorî “Prof. Howorth” jî navê Kurdistanê ji peyva Gutî çê bû ye.

Keyitiya Gutî– B.Z. di 2700 salîda bûye. Piraniya dîroknasa, dibêjin peyva Gutî, Kurtî bi xwe ye.

Pirsporê Rojhilata Navîn, Pedagog Dr. Honigman jî dibêje peyva Gutî û peyva Kurd wek hevin.

Tê zanîn ku di serdestîya Gutîyan da 21 Keyser hukim kirine.

Keyserîyên Gutiyan:

  • İnkîşuş
  • Zarlagab
  • Şulme
  • Sîlulumeş
  • Inîmabakeş
  • Igeşauş
  • Yarl-agab
  • İbate
  • Yarl-angab
  • Kurum
  • Apîl-kîn
  • La-erabum
  • İrarum
  • İbranum
  • Hablum
  • Puzur-Suen
  • Yarlaganda
  • Tîrigan

Navê Melîkê Gutî ê dawî Tîrigane. Wateya wî ji Tîr û ji Tîrendazîyê tê, ango wek Tîrkevan.

Gelek dîroknas û lêkolînerên li ser van pirsgirêkan hemû dibêjin, Churrîter (Hurrî), Gutî û Subaru yên Berî zayînê di salên 2000’î da jîyane peşîyên Kurdan in.

Imparatorîa Mîtannî:

Ji “Zanîngeha Calîfornîa ê Arkeolog Prof.Yoteshilani”, dibêje ku, Mîtanîyan li der û dora çemê Xabûrê jîyane. Navê Imparatorîya wan Şenak bû ye, di navbera salên 1500- 1250 Berî Zayînê jiyana wan berdewam kiriye.

Navê paytextê Mîtanniyan Vaşukanî ye. Lêkolîner dibêjin ev nav Kurdiye û ji Başikanî û Xweşkanîyê tê.

Koka Mîtanniya jî Aryan (Arî) nin. Bi îhtimalekî pir mezine ew jî Kurd in.

Keyîtiyên Mîtanniyan:

  • Kirta (B.Z. 1500 – 1490)
  • Şuttarna I (B.Z. 1490 – 1470)
  • Baratarna (B.Z. 1470- 1450)
  • Parşatatar (B.Z. 1450- 1440)
  • Sauşşattar (B.Z. 1440- 1410)
  • Artatama I (B.Z. 1410- 1400)
  • Şuttarna II (B.Z. 1400- 1385)
  • Artaşumara (B.Z. 138- 1380)
  • Tuşratta (B.Z. 1380- 1350)
  • Şuttarna III (B.Z. 1350)
  • Mattivaza (B.Z. 1350- 1320)
  • Sattuara I (B.Z. 1320- 1300)
  • Vasaşatta (B.Z. 1300- 1280)
  • Şattuara II (B.Z. 1280- 1270)

Navên gelek Keyitiyên Mitaniya bi Şat dest pê dikin. Peyva weke Şatir, di Kurdiya berê da wateya wî Kargêr e (Rêveber). Di zimanê iranîda Şar, Şahar, Şehr, wersîyonên wî hene. Peyva wek Şah an (Kral) ew jî ji peyva Şat tê darêjtin. Hem bi Kurdî hem bi Farisî, wateya peyva Arta jî weke bi esalet, rastî û maf û zagone.

Keyîtiyên Kommagene:

Kommagene (Komajen) di navbera salên Berî zayinê 162 û 72 li Piştî Zayîneda, li der û dora Samsûrê bi deste eşîra Zîlan hatîiye ava kirin. Çiyayê Nemrud wek Paytextê wan bûye.

“Diroknas û Erdîgnarê Yewnanî Strabo”; di navbera 7-18 da bi navê berhema xwe ya “Erdnîgarî “ya ê binav û deng da behsa Kommagene dike.

Parêzgerên Kommageneyên bin av û deng: B.Z. 290-163

  • Sames I (B.Z. 290-260)
  • Arsames I (B.Z. 260-228)
  • Xerxes (B.Z. 228-201)
  • Ptolemaeus (B.Z. 201-163)

Keyîtiyên Kommagene, B.Z. 163- P.Z. 72

  • Ptolemaeus (B: Z. 163-130)
  • Sames II Theosebes Dikaios (B.Z. 130-109)
  • Mithridates I Callinicos (B.Z. 109-86)
  • Antiochus I Theos Dikaios Epiphanes Philorhomaios Philhellen (B.Z. 86-38)
  • Mithridates II Philhellen (B.Z. 38-20)
  • Antiochus II (B.Z. 29)
  • Mithridates III (B.Z. 20 -12)
  • Antiochus III (B.Z. 12- M.S 17)
  • Derbasî Imparatorîa Roma ê bû. (P.Z. 17-38)
  • Antiochus IV Epiphanes (P.Z. 38-72)

Li Kommagene eserên dîrokî:

Li Samsurê îro bi bilindayîa 2150 metreyî çîyayê Nemrudê, wek li hemû herêmê tê darizandin.

Melikê(Keyser) Kommagene yê bi navê Melîk 1. Antîochos, ji xwera, Gorek Bimirês çêkirîye. Li ser oda gora xwe, bi kevirên birî, Qadê wek pîroz daye avakirin. Her Peykerek (Pût) bilindayiya wî 9 metroye. Li rojhilat û rojava mîna blok, di rêzadane û her yekî wan 8-10 metre bilind in. Li ser peykera, wêneyên ji Qertel (êlo) û ji Şêran hatine neqiş kirin. Tê wî wateyê kû, Keyserê Sewala Şêr, qûweta rûyê erdê, Qertel jî, nûçevanê Xwedayane û qûweta asîmanî sembolize dikin.

Keyîtiyên Korduene:

Fîlozofê Yewnanî ê diroknasê bi nav û deng Ksenefon (B.Z. 430- 355), di pirtûka xwe ya bi navê Anabasîs (rêwîtî) da dibêje “Kardukhî”bi navê keyitîyê Korduene hatîye ava kirin.

Di salên 200’î berî zayînê da Keyitîyên Kurd li Anatolîyê:

Sophene, Gordyene, Mardîa, Cortea û Kommagenenin.

Paşê keyitîye Korduene di salên 55 da B: Z dibe wek eyaletek ji împaratorîya Romî û heta salên 384’an di bin bandora Romayê da dimîne.

Keyserên Korduene:

  • Zarbienus (M.Ö. 74)
  • Maniasurus (M.S. 115)

Keyîtiyê Sophene:

Di navbera çemê Dijle û Feratê ava bûye. Li alî rojava û başûrê Ermenîstanê da Keyitiya Sophene pirî caran, ketîye bin bandora, Ermeniyan, Persan û Imparatorîya Roma yê.

Dîroknas Prof. Mehrdad îzadî, dide xuyakirin ku, Sophene (Şupanî) yanî li Xarpêtê, behsa eşîrekî bi navê Suphanê ye. Dibêje ku ew eşîret hejî li hêla Xarpêtê dijîn.

Dîroknasê Ereb yê bi nav û deng, Yakup îbn Hamavîm, di salên 1179-1229 da Jiyaye û bi navê “Mücem ül-Buldan “di berhema xwe ya li ser Ferhenga erdnîgarî, tiştên dîrokî û biyografik û çend û hûnerî da bi giranî behsa Kurdan dike.

Min bi kurtayî pelek ji ji dîrokê da xuyakirin. Mirov dikare bêje, dîroka millete Kurd dîrokekî herî kevn e. Di dîroka Kurdan da bi sedan keyserî hatine ava kirin. Lê mixabin îro Dewleteke Kurda nîne. Kurd xwedî ziman û, çand û dîrokekî pir dewlemend in.

Ji bilî Kurdan her kes dîroka dîroka kurda baş dizane, lê kurd bixwe nizanin.

Ji dema kevnar, heta dema Islamiyetê, mirov Kurd û dîroka kurdan fehm dike.

Kurd di salên 670’yî da divin misilman û derbasî ser dînê Islamê dibin.

Kurd heta roja îro, di bin desthilatîya dewletên misilman da jîyan. Gelo çima ji xwe ra, dewletek ava nekirine?

Kurd hê ji netewa xwe dûr in. Bi dehan dewletên Misilman ê Ereb, Fars û Tirkan ava bûn. Milletê kurd hê bindest e, hê li çavên neyare xwe dinêre.

Li Rojhilata navîn û li gerdûnê, iro ji bilî Kurdan, lê tu milletekî bê netew û bê Dewlet nemaye.

İro firsendên ku ketine desten Kurdan firsendên bê hempa ne. Li Başûrê Kurdistanê hêvîyeke mezin heye ku, Kurdistanek serbixwe ava bibe. Li Rojava, eger Kurd rêveberîyeke baş bikin, li wir jî gavên ji bo hîmê federalîyê û serxwebûnê bavêjin.

Lê gava mirov dîrokê di şopîne û li dîroka Kurdan dinêre, xemgîn dibe. Ji ber ku milletekî wek Kurdan, di dîrokê da bi pir alî dewlemend, lê îro hê jî xwedî dewlet nîne.

Di dîroka Kurdan da gelek keyserî derbasbûn. Bawerîya miletê Kurd, bawerîya min bi xwe jî ewe ku, Serokê Herema Kurdistanê birêz Mesud Barzanî, wê Kurdistaneke Serbixwe ragihîne û xelatek bê hempa pêşkêşî millete Kurd bike û ewê herdem, di dile Kurdan da û di dîroka Kurdan da bijî……

[email protected]

Tevlîker

Sîrac  Oguz
Sîrac Oguz

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      59
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84