dem: 07.03.2017 17:18 xwendin: 418

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd ji milletên heremê yê herî kevn in. Ji çîyayên Torosê heya Çîyayê Zagrosê di erdnîgarîkî mezin da jîyane û hejî lê ser erdê xwe dijîn. Zimanê Kurdî, şaxek ji gruba Hindî û Ewropî (arî) ye. Erdnîgariya (coğrafya) ku Kurd lê dijîn, navê wî Kurdistan e, ku bi navekî din jê ra (Mezrabotan) Mezopo-tamya Bakur jî tê kotin. Angorî çavkanîyên dîrokî koka Kurda heta 5000 hezar sal berê ye.

Peyvnasî: Di çavkanîyên dîrokî da navê Kurdan jî navekî pir kevn e. Lê gelek lêkolîner divejin peyva KUR ji Sümera tê û KUR bi Sûmerî navê Çîyê yê. Peyva TI, xwemalî wî dide zanîn. Ango, peyvên bi KURTI, tê wî wate yê ku, milletê ji çîyayî miletê li çiyê dijîn. Ev nava heta 3000 hezar salî dikûdîne. Weke tê zanîn ku di Erdnîgariya Kurdistanê çîya û zozan zêde ne û erdnigarîyeke çîyayî ye.

Di dema Sûmeran da KURTI, di dema Yewnan a Kewn da jî wek Kurdîene hatine bi nav kirin. Lê, bi texmînî 2200 sal berê Kurdîene yanî Welatê Kurda hatîye gotin.

Gelek dîroknas dibêjin li Mezrabotan, yanê li Mezopotamyayê gelek millet jîyan e. Pirranîya wan milletan ji qewmê Kurdan in.

Wek Lêkolînerê bi nav û deng Dr. Asad Khailayn; di xebata xwe ya di derheqê Kurdan da ji van çavkanî tomarkirî ye û nivîsandîye ku, koka navê Kurdî ji ku tê:

Sumerîyan:

Sumeriyan- (Sumerians- Karda, Kurti ve Guti,

Babîlya- (Babylonians)- Garda ve Karda,

Asûriyan-(yrians)- Qurti ve Guti,

Grekiyan-(Greks)- Kardukh ve Gordukh,

Ermeniyan- (Armenians)- Kortukh ve Gortai-kh,

Farsiya- (Persians) -Gurd veya Kurd,

Suryaniyan- (Syrians) Kardu ve Kurdaye,

Ibranî û Keldaniyan- (Hebrews and Chaldeans)- Kurdaye,

Aramî û Nestûriyan- (Armamic and Nestorians)- Kadu,

Dema despêka Islamêda nivîskarê Ereba (Arabs) -Kurd (piranî, Akrad),

Europîa jî Piştî zayînê di sedsala 7. an da (Europeans)- Kurd gotinin.

Dr. Asad Khailayn, dîsa dibêje Berî zayînê B.Z. di diroka Mezopotamyayê pir qewm cîh girtine, hîmê wan jî Kurdan hatine.

Wek mînak; ji wan qewman ra weke, Subaru, Kurtî, Gutî, Lulu, Kusî, K.… ît Mîtannî, Med, Mannaî, Urartu, Karduk, Cyrtîî, Gord, Kord, Kardakes, tê behskirin ku bi ihtîmalekî mezin ew hemû qewm jî Kurd in.

Lêkolînên li ser peyvnasiya wan hatiyê çêkirin, diwan datêgotin, peşîyê wan jî kürdin ûKurdê îro weke realite di dirokê da cîh digrin ûpêşîyê wan, yanê bav û kalen wan jî cîh girtine.

Gelek Dîroknas û Feylezof li ser Kurdan û dîroka Kurdan xebitîne. Di lêkolînên xwe da şopa Kurdan heta Çax’a kevnar birine û dîroka wan zelel kirine.

Ziman: Zimanê Kurdî di nav gruba Hindî, Ewropa û Iranî da cîh digre, ango jêra Aryan (Arî) tê gotin. Zimanê Kurdî iro li Tirkiye, Iran, Irak, Surye û Dîasporayê da ji alî nezîki 50 mîlyon însanî tê axaftin.

Zimanê Kurdî di warê wêjeyê da gelek dewlemend e. Wêjeya Kurdî, bi du şaxan tê naskirin.

Ya yekem wêjeya bi devkî ye ku, lêkolînerên li ser zimanê Kurdî xebat kirine, dibêjin dîroka wêjeya devkî xwe digîhîne hezar salan. Ya din jî wêjeya nivîskî ye ku, ew jî ji nezîkî hezar salî vir da heta roja îro didome.

Li Başûr, li Rojhilat û Rojava hem û zaravên Kurdî bi tîpên Erebî di wêjeya Kurdi da hatîye bikaranîn. Kurdên li Bakur ji sedsalan bîstan şunda tîpên Latînî, Kurdên li Kafkasya yê jî tîpên kîrilî û yê latînî bi karanîne.

Di dîroka wêjeya Kurdî da mînakek herî baş, bê gûman Hemadanî Baba Tahîre. Wî di salên 935-1010’da li Iranê bi alfabeya Erebî, Kurdî nivîsîye û dayê nivîsandinê.

Di Wêjeya Kurdî da bi zaravayê Kurmancî gelek berhemin baş hatine nivîsandin û ew îro jî cîh digrin.

Ji wan berheman wek berhemên Elî Herîrî (1425-1495), Feqîyê Teyran (1590-1660), Melayê Cizîrî (1570-1640) û yê Ehmedê Xanî (1650-1707)’nin.

1: Elî Herîrî; 2 berhemê wî yê bê hempa hene.

1- Dîvan

2-Maqamet’e.

2: Feqîyê Teyra; 7 berhemên wî hene.

1-Qewlê Hespê Reş

2-Şêxê Senan

3-Qiseya Bersiyayî

4-Ey Avê av

5-Xan Dimdim

6Bersîsê Abid

7-Sîseban

3: Melayê Cizîrî; yek Divan bi navê Melayê Cizîrî heye.

1- Dîvan.

4: Ehmedê Xanî; Çar berhemên bê hempa hene.

1-Nûbîhara Biçûkan

2-Eqîdeya îmanê

3-Mem û Zîn

4-Dîwan.

Dîrok: Di dîroka Kurdan da gelek bûyerên mezin qewimîne. Gelek peyvnas, kolnyar û lêkolîner dibêjin, di Gerdûnê da Nûvedan cara yekem li Mezopotamya yê (mezrabotan) da hatine dîtin.

Ji wan hinek nûvedan ewin ku, wekî kedîkirina Hespan, Zanîsta Bijîşkê (Tıp), Çerxe, Bazirganî, Stran, Mey, Şano û hwd. Mezrabotan ji bo mirovatîye, hembêza xwe vekirîye û, cîh û erdê pîroze.  Di Dîroka dinê da jî Mezopotamya bi erdnîgarîya xwe cîhekî navdar e. Ew jî bê şik, ji Dîjle û Feratê tê.

Di derheqê Kurdan da der û dora Mezopotamya ê bi taybetî ji alî weke Roj hatîye nîşankirin û pêşkêşkirin.

Tevlîker

Sîrac  Oguz
Sîrac Oguz

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      307
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      284
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      368