dem: 05.06.2017 13:38 xwendin: 350

Riz(Birinc) û Dewlemendiya Rizê

Qafikê rizê(birinc) ku bikêrî tiştekî nahêt, û ji ber vê jî dihêt avêtin, çavkaniyeke xurt ya proteîn, rûn, mîneral(berbes) û vîtamînê ye. Lêkolîner diyar dikin ku qafikê rizê dikare ji bo mirovahiyê alternatîfeke pirr baş û bisûd be.

Qafikê rizê bi gelemperî ji bo têrkirina ajalan dihêt zanîn û hema bêje qet bikêrî mirovahiyê nahêt. Profesor Elizabeth Ryanê ji Colorado State University û rêvebira xebatê li hember vê yekê derdikeve û wiha dibêje; "Porsiyoneke qafikê rizê ya 28 gramê beramberî xwarina danekî(nîvroj) dihêt ku tê de vîtamînên girîng û sereke B1, B3 û B6 heye.

Lêkolîner ji bo xebata xwe serî li amûra bi navê spektrofotometreyê (spektrometre, spektrograf an jî spektroskop) dane û bi spektrofotometreyê xebatên xwe li ser molekûlên di qafikê rizê de bûne pêk anîne. Lêkolîner ji ber encamên bidest xestî yên ji sê cureyên rizê yên li Amerîkayê dihêt dîtin, pirr kêfxweş bûne. Di hin beşên molekûlên qafikê rizê de tespîtkirina madeyên ku rê li ber îltihabê digirin û tansiyonê dadixînin, pêk dihêt. Dîsa qafikê rizê xwediyê potansiyeleke xurt ya proteînê bûye, radeya proteînê ya di qafikê rizê de ji sedî dehûdudo(12) heya dehûpênc bûye û ev jî dikare rê li ber birçitiya li seranserê cîhanê bigire.

Elizabeth Ryan wiha berdewam dike; "Riz, ji bo pirraniya mirovên li darê dinê xwarina sereke ye. Hejmara welatên ku li wir çandina rizê rû dide, ji sedî zêdetir e. Qafikê rizê dikare têra 400 madeyên xwarinê bike û divê em xebata biberfirehî berdewam bikin."

Çavkanî: IPS

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîtina Nekropolê Pêkhat
Zanistî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîti..

24.02.2018 22:51    Metîn Eser

Berpirsiyarên ji wezerata serdema Antîk ya Misirê vedîtina nekropoleke kevn eşkere kirin. Li bajarê El-Minyeyê, an jî bi kurtî Minye, vedîtina nekropoleke kevn pêk hat. Di nekropolê de, bi gotineke din di bajarê miriyan de, maskeyeke zêrinî, 40 h..

Bixwîne
      0
San Actun û Şikeftên Mayayiyan
Zanistî

San Actun û Şikeftên Mayayi..

24.02.2018 19:32    Metîn Eser

Şûnwarnas li Meksîka yê, di rêze şikeftên herî dirêj yên di bin avê de, vedîtina hestiyên benîadem yên 9.000 salî kevn û seramîka ji çanda Mayayiyan pêk anîn. Di şikeftekê de hestiyên ajalên bi nav..

Bixwîne
      18
Xebatên Li Ser Zimanê Îşaretê û Zarok
Zanistî

Xebatên Li Ser Zimanê Îşare..

24.02.2018 14:32    Metîn Eser

Pêçekên me dişibin sungêrên kefikê û her îşaret/tevgerên ku em pêk dihînin û gotinên ku em dibêjin, yekser ji me werdigirin. Lêkolîna nû ya li ser pêçekên heya yek salî diyar dike ku pêç..

Bixwîne
      28