xwendin: 2503

Rewşenbîrên Kurd li Almata ya Qazaxistanê civîyan

Civîna Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd li Qazaxistanê Almata yê pêk hat. Beşdarên civînê hizrê hevbeş weha ragihandin; Bê yekîtî azadî pêk nayê
Kurdên li welatên cûrbecûr yên Sovyeta berê dijîn îro li hev civiyan. Civîna li jêr ala Kurdistanê de bi zimanê Kurdî destpê kir bi gengeşe û şiroveyên giring yên di derbarê Kurdistanê û Rewşenbîrên Kurd de berdewam kir û bi pêşniyar û biryarên giring ve bidawî bû.

Li gel beşdarên herêmê ji welatên cûrbecûr jî hindek endamê Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd bi rêka Skype beşdarî civînê bûn.

Nêzîkî 10 peyamên ji derve bo civînê hatibûn. Di serî de peyama birêz Elî Qazî hate xwendin.

Vekirina civînê ji aliyê Profesorê Kurd Knyaz ibrahîm ve pêk hat.

Piştî vekirinê axaftina destpêkê ji aliyê Profesor û Akademisyenê Kurd Nadir Nadirov ve pêk hat. Profesor Nadirov di axaftina xwe de beriya hertiştî destpêkirina karekî wisan giring destpêkirina avakirina Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd bi pîrozî û giring da zanîn û silav kir. Nadir Nadirov bi taybet li ser hevgirtin û yekbûna Kurdan rawesta û diyar kir ku Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd dive karibe di warê yekîtiya Kurdan de dewreka giring bilîze. Nadirov ji bo dewletbûna Kurdan û ragihandina Dewleta Kurdî jî axifî û diyar kir ku wekî kes eve demeke dirêje di nava hewldanê de ye da tesîrekê li ser helwestê rêxistinên Kurd bike da gavên berbiçav di warê azadiyê de bêne avêtin.

Piştî Axaftina Profesorê Kurd Knyaz Ibrahîm Encamê Komisyona Kar û ragihandinê Agirî Soran, bi rêka Skype beşdarên civînê di derbarê kar û xebatên hetanî neha hatî meşandin dane zanîn. Di dazanîna hatî ravekirin de çar civînên hetanî neha hatî pêkanîn û xalên sereke yên di van civînan de derketî pêş hatine derbirîn. Di dazanînê de hate gotin ku hêviya komisyonê eweye bi taybet ew ked û renca van 60 salên dawî ya Kurdên welatê Sowyeta Berê ya di derbarê Kurdolojiyê de ji bo hemî deverên Kurdistanê û Kurdên cîhanê bête veguhestin. Di dazanîn û daxuyaniya komîteyê de Mamosteyê zimanê Kurdî, Helbestvan, zehmetkêş, kedkarê rojnameya Kurdistan-Jiyana Kurd nemir Hesenê Hecîsilêman hate bibîranîn. Wekî dîtir wekî mînak qala kes û renca xwebexşên kar û jiyana Kurdewarî Nadir Nadirov, Knyazê Ibrahîm, Şirînê Elî, Hesenê Evdî, Bariyê Bala hate kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev civîn ji bo belavkirina derûn û rihê Kurdewarî ji bo hêzên siyasî yên Kurd û hemî deverên Kurdistanê xwedan dewreke dîrokî ye.

Piştî dazanîna karên hetanî neha yên Komîteya Amadekar Profesorê Kurd, Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê û Kurdolog Knyazê Ibrahîm axifî. Axaftina Knyazê Ibrahîm ji bo hizra civînê jî bû çarçoweyek. Di axaftina xwe de Rewşenbîrê Kurd weha got; Em Kurdên Kurdistana Sor ji erda xwe, ji welatê xwe hatine qutkirinê, Em hatine belavkirinê, lê belê Em bi zimanê xwe dijîn, em bi welatê xwe, bi axa xwe dijîn, em bi Kurdên xwe re dijîn. Û weha domand; Ez wî hizrê ku dibêje me Kurdistan avêtiye nav zibil na pejirînim. Ev hinde şehîd, evqas ked û tekoşîn ji bo çi hate dayinê? Eger ne ji bo Kurdistaneka serbixwe be evqas ked û renc ji bo çi bû? Derveyî dewletbûnê, derveyî azadbûnê tu kêşe û problem nayêne çareserkirinê. Azadî jî bi yekîtiyê çêdibe. Knyazê Ibrahîm ji bo partiyên siyasî yên Kurd jî axifî û got ku divê beriya hertiştî ew berjewendiyên Kurd û Kurdistanê bi xwe bingeh bigrin û tekoşîneka hevbeş bimeşînin, eger na Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd di vî warî de divê bibe xwedî karekî berfireh. Knyazê Ibrahîm diyar kir ji bo zimanê Kurdî jî pêdivî bi Elfabeyeka hevbeş heye da Kurd karibin zimanê xwe sererast bikin û karibin yekîtiya xwe xurttir bikin.

Pofesor û Editorê Rojnama Jiyana Kurd Hesenê Evdî jî bi taybet li ser giringiya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd axifî û di vî warî de peyamên giring bo beşdaran derbirîn.

Xizmetkarê kar û çalekiyên Kurdewarî, têkoşerê kar û barên Kurdî Şirînê Elî kêfxweşiya xwe ya beşdarbûna rewşenbîrên Kurd û hewldana avakirina Însiyatifê derbirî. Şirînê Elî piştevaniya xwe ya bi her awayî derbirî û serkeftin bo vî karê giranbûha xwest.

Endamê Komîteya Amadekar, siyasetvan û rojnamevanê Kurd Dursun Elî Kucuk jî bi rêka Skype beşdarî civînê bû û di derbarê rewşa Kurdan û pêdiviyên gelê Kurd de axifî. Dursun Elî Kucuk jî li ser giringiya civîna Almatayê axifî û diyar kir ku hemî kar, pirtûk, wêje û tekoşîna rewşenbîrên Kurd ji bo Kurdistaneka serbixwe bête meşandin. Û pêşniyar kir da ku di nava Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd de wekî şandeyeke Rûsipiyan bête avakirin da ku karê Înîsiyatîfê birêve bibe.

Rojnamevan, Nivîskar û serokê Veqfa Îsmail Beşîkçî û endamê komisyona kar û peywendiyê ya ÎRK Îbrahîm Gurbuz jî bi rêka Skype beşdarî civînê bû û li ser dewletbûn û bê dewletbûna Kurdan axifî. Bi taybet li ser giringiya serxwebûnê û pêdiviya Kurdan bi vêya axifî.
Edîtorê Riya Teze Yura Nebiyev jî di axaftina xwe de piştgiriya xwe ji bo Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê ragihand û li ser giringiya vê Înîsiyatîfê axifî. Yura Nebiyev di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wekî Riya Teze ewana bi her rengî di xizmeta kar û barê Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd de ne.

Helbestvanê Kurd Bariyê Bala ji ber nexweşiyê beşdarî civînê nebû lê peyama xwe bo civînê şiyand.

Wekî dîtir Bêjer û berpirsê radyoya Ronkayî û Riya Teze Bella Sturkî (bi rêya Skype) , Profesor Mihemedê Misto, Professor Mihemedê Silêman, Serokê Komeleya Almata Siyabend Kaloev, Helbestvan Evdille Şemoyî, bijîşk Talabanî Hesenov û gelek kesên dîtir piştevaniya xwe, hizrê xwe û pêşniyarên xwe raveyî civînê kirin.

Endamê Komîteya Amadekar Hejarê Şamil jî di dawiyê de li ser karê Înîsiyatîfê û bi giştî giringiya înîsiyatîfê axifî. Şamil diyar kir ku ev civîn û kombûna van mirovên giring li cihekî wekî Qazaxistanê dê bibe gaveka mezin ji bo kar û barên serkeftina Kurdewarî û welatê azad yê Kurdan. Hejarê Şamil diyar kir ku hîna Înîsiyatîf ava nebûye û mebesta van civînan ewe ku vê gavê li vira ji aliyê van birêzên beşdar bûyî ve bête ava kirin, gavê avakirinê bêne avêtin. û got ku her civîn ji bo avakirina vê Înîsiyatîfê dewra kevirekî dilîze da ku sazîbûneka pêgihiştî û bihêz ava bibe.

 

Di dawiyê de biryar hate girtin komisyona Kar û peywendiyê yê Welatên Sowyeta berê bête hilbijartin û di nava vê de komisyonên ziman bêne diyarkirin.

Herweha ji bo Înîsiyatîfê bi gihştî jî hate pêşniyarkirin ku Komisyon an jî şandeyeke Rîsipîyan bête hilbijartin ev kom jî bibe rêvebirê Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd. Her weha hate pêşniyarkirin ku di nava komisyonan de Komisyona Ziman, Komisyona Hundur û derve bêne diyarkirin.
Di civîna Almata yê de jî biryar derket ku Derbirînnameya (Deklerasyona) Serxwebûnê bi navê Însîyatîfê bête Amadekirin.

Civîna Almatayê bi xwendina sirûda netewî ya Kurdî Ey Reqîb bi dawî bû.

Screenshot_20160626-124019 IMG-20160626-WA0002 Screenshot_20160626-112029

JUNE 26, 2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84