dem: 07.04.2017 23:46 xwendin: 562

Rêwîtiya Kurdistan a Azad

Roja 14ê Meha Adarê, bi balafirê ji Stenbolê çûm Merdînê. Du hevalên min ên hêja, bi otomobîlê hatin min ji balafirgeha Mêrdînê girtin û me ji wir berê xwe da Hewlêr. Li ser rîya Nisêbîn, Cizîr û Silopîyê ji alî tîm û polêsên Tirkiyê, bi dehan caran me rawestandin û nasnameyên me kontrol kirin, li bagaj û çenetyên me gerîyan. Di nav çend saetan da em gihîştin deriye Bacgeh a Xelîl Îbrahim.

Li alî derîyê Xelîl Îbrahîm, memûr û polêsên Tirkiyê bi zimanên tuj, bi pirsen vala û bêhûrmet tevdigeriyan. Gava ku em derbasî alîyê Kurdistan a Azad bûn, bêhna me fire bû, rûyê me kenîya. Ez van dîtin û çavdêrîyên xwe ne ji bo bangeşe be, dibêjim, wek bi çavê rojnevanî û objektif çi dîtîye wan bi awayekî zelal dixwazim bi gelê Kurd û xwendevanên malpera navkurd.net ra parve bikim.

Ji bo wergirtina vîzeyê em ketin hundirê avahiya Bacgeha Kurdistanê, memûr û polêsên Kurd bi rûken û bi kêfxweşîyê pêşvazî li me kirin. Pasaportê me girtin, ji bo vehesînê cîh nîşanî me dan, ji vexwarinê çay û qehwe pêşkêşî me kirin, heta ku me fîncanek qehwe vexwar, Vîza me amade bû.

Dema ku mirov têkilî û xizmeta li her dû alîyên derî dibîne, bide ber hev ferqa Kurdistan a Azad û Tirkiyê tê dîtin. Tu qey dibêjî Kurdistan a Azad dewleteke bi salane û gor sîstemeke hevdem tevdigere û xizmetê dide. Dewleta Tirk jî weke dewletên Afrîkayê bêqeyde û bê sistem tevdigere.

Ji derîyê Îbrahîm Xelîl heta, paytextê Kurdistana Azad, Hewlêrê rîya me 4.5 saet kişand. Em di nav Zaxo û Duhok a rengîn ra derbas bûn. Bi bêhna Kurdistan a Azad em coşbûn, bi dilgermî û zarxweşîya Peşmergêyên ku çend caran me kontrol kirin, em kêfxweş û dilşa bûn. Cara yekemîn bû ez diçûm Kurdistan a Azad. Ji bo vê yekê min nedixwast ez diştekî şaş bikim û an jî bibînim. Lê bê pesn û bêali ez dikarim bibêjim, xwezila tiştên ku min dît hemû Kurd, bi taybetî jî Kurdên Bakur bibînin.

Hewlêr ji her alî da, bi tevgera civakî, bi paqijîya xwe, bi aramî û îhtişama xwe bajarekî hevdem û europayî ye. Heta dikare bêje reqîbê gelek bajarên welatên medenî û pêşketîne. heta gelek tiştan da jî li pêşya wan welatanin. Paqijîya bajêr, bi xanî û avahîyên nû va, bi aramiya ewlekarî va bala mirovan dikişine. Ji tiştên ku bala mirovan dikişîne, yek jî têkilîya gel û hêzên ewlekariyê ne.

Kurd bi hemû rengên xwe, bi zimanên xwe û bi Ala xwe li ser axa xwe azad dijîn. Ez dikarim bibêjim Hewlêr iro bi her awayî, di warê civakî de, di warê dewlemendîyê de qet ji paytextên Avrupayê kêmtir nîne. Bi navendên danûstandinê, bi parkên xwe, bi hêşînayî ya xwe, bi firehîya rîyên nav bajêr û paqijîya bajêr ve gelek pêşketiye.

Piraniyê xebatkarên ku paqijiya bajêr dikin, bi piranî ji Sudan, Bengladeş, Afganistanê hatine. Sektora xizmetkarîyê da Kurdê Bakûr û Tirk dixebitin. Di nav bajêr da kamyon û otobos nayên dîtine, ji ber ku kes bi otobosan rêwîtîyê nake. Lê mirov ji texsîyan derbas nabe, di nav bajêr da Texsî weke kizmorîkan xuya dikin, ji ber ku ewqas pir in. Ew jî dide xuyakirinê kû ji dewlemendiya niştecîhên bajêr tê.

Min bi xwe heta roja îro bi dehan paytext û bi sedan bajarên europayê yên peşketî dît û di kûçe û kolanên wan da gerîyam, lê ez dikarim bibêjim Hewlêr ji alî gelek xalan va ji wan zêdetir e, kêm nîne.

Kela Hewlêrê ji alî Unesco’yê va gor orginala wê tê restorekirin. Kela wek nexşa Hewlêrê bajêr dinexşî ne. Li ser Kelê her derê bajar tê xûyakirin. Li der dora kelê cafe û dikan, firoşgeh û dezgehên danistandinê yên li meydanê germahîya cîvakê nîsan dide.

Li kûçe û kolanan, li bazar û li navendan da ji sibê heta nîvê şevê dikan vekirîne, lê navendên mezin wek Family Moll, Carrefour û yên din heta yekê şevê vekirîne û bi her awayî di xizmeta gel da ne. Hotel, hoptêlên geştîyarî (tûrîstik) yên pênc stêrk gelekin û hemû jî tijî nin.

Hin tiştên xirab jî hene ku ji wan yek jî zêde qîmetê nadin tendûrîstiya gel. Di vî warî da tişta ku bala kişand ew bû ku, li herderê, li hundir, li der va, di cafeterya û restoranan da, di avahîyên hotêlan da cixare tê kişandin. Kesên ku cixarê nekişînin jî, ji dûmana cixarên cixarekêşan para xwe digrin.
Bila hezar car rehma xwedê li şehîdê Kurdistanê be ku, bi saya wan û bi saya Pêsmergeyên Qehreman, îro milletê me li Kurdistana Başûr bi serkefti û azad jîyana xwe didomînin. Em jî ji dûr va be jî bi wan ra serfîraz û serkeftî ne.

Baweriya bi Peşmergeyên Qehreman û bi rêveberin wan, ewlehiya Kurdistanê di nav aramiyê da ye.
Paytextê Kurdistana Azad, Hewlêr, ji bo welateke serbixwe, di nav çend salan çawa hatiye avakirin, çawa pêşda çûye, mirov bi hêsanî dibîne ku ev yek jî ji bo kêfxweşbûnê bi serê xwe tenê bese.

Roja Newrozê, ji Hewlêrê heta navçeya Soran, Kekê Ezîz û Delal, Koroglu Karaaslan bi ereba xwe ez gerandim. Newroz roja 20ê Adarê bi fermî li Hewlêrê, li Shanadar Parkê, bi gel ra tê pîrozkirin. Roja 21ê Adarê ji gel gor dilê xwe û bi kêfa xwe li parkan û li derveyî bajaran, bi şahîyan Newrozê pîroz dikin.
Kurdên Başûr bi caran qetlîam dîtin û koçber bûn, lê dîsa jî ji erdê xwe neqetiyane û çiyayên Kurdistanê her dem ji xwe ra dost ditine û bi salan Newroza xwe li serê çîya û banîyan pîroz kirine û îro jî bi awayekî din li derva pîroz dikin.

Roja Nevrozê em jî ji Hewlêrê derketin ketin serê rê. Piranîya niştecîhên bajêr jî wek me bi otomobîlên xwe ji bajêr dûr diketin û ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe didan çol û bergan. Çol û bergên derdora Hewlêrê bi Ala Kurdistanê û bi cil û bergên rengin hatibûn xemilandin. Piraniya gel berê xwe didan der û dora Monomentî Şehîdan, ew jî çend sale hatiye ava kirin. Li ser nêvengekî mezin danîne û dora wê jî dar çandine, bûye weke daristan.

Mirov dikare bêje, roja Newrozê li Hewlêrê, di nav kûçe û kolanên bajêr da, di nav sûkê da tu kes namîne. Bajar bêdeng dibe, ji otomobîlan vala dibe ku, tu dibêji qey bajêr di xewê da ye.

Em hedî hedî ji Hewlêrê derketin û me bere xwe da Şeqlawayê. Di nav xwezaya çol û bergê xemilandî da em heta navçeya bi nav û deng Şeqlawa yê çûn. Şeqlawa li navbera çiyaye Sefîn û Çiyayê Sorik da, li ser berpalê wek bûkek xemilandî cîh digre. Bi rêz û baxçeyên xwe, bi bereketa axa xwe va bi nav û deng e. Li Şeqlawayê piranî Kurdên Sûryanî dijîn. Di nav bajêr da ji jorî wê heta jêrî wê qanalê avê diherikin. Ji bo avdana bax û baxçeyan ji sed an jî dused metreyi benden avê yê piçûk hatinê çêkirin. Li Şeqlawayê çend avahiyê bi deh qatî hatine çêkirin.

Ji bo bajarekî dîrokî û geştîyarî ne xweşe ne jî li bajar hatiye. Wek gotina gel ew wek xêncerek li nav bajêr da çik bûne. Li pêşpêrî bajêr da bi hezaran Xaniyê nû bi modelên xweş û berfireh ava bûne, ji bo malbatên şehidan û ji bo gelê neçar. Tîpê hem û xaniyan wek kaşane nin (villa). Lê tiştekî dine jî hema bala mirova dikişine ku ew jî Serdabek (Tûnêl) nû nin. Her du alî va girêdayî şahrê ne (otoban) û li trafica der û dora bajêr û çûyîn û hatina ji bajarên din gelek hêsan dikin.

Li ser rîya Geliyê Elî Begê navçaya bi navê Herrîr de em derbas bûn. Ew jî bi rengê xwezayî ya bi dewlemendî bala mirovan dikişîne. Ji wê şunda em ketên nav newala Geliyê Elî Begê, der û dorê newalê bi Şikeft û Zinaran hatiye dorpeçkirin. Bi bedewîyekî bêemsal û bêhempa aqilê mirov ji serê mirov dibe. Heta Sûlava Geliyê Elî Begê, Sûlava Bêhal tu dibêjî qey Xwedê bi destê xwe neqişandiye ku, dîtina wir bila xwedê bike nesîbê her Kurdekî. Li ber Sûlavê xanîkî dirokî he ye, li ser kaş û newalan Kaşane û Otel hatine avakirin ku, bi nivîsê mirov nikarê bedewîya wê bîne ziman, ditîn jê ra lazim e. Bi temaşekirina bedewîya Gelî em heta nav navçeya Rewandiz û Soranê çûn.

Rewandiz jî di navbera du geliyan da, li ser berpalê tîk û kûr da bi sûlavê xwe, wek durreyek (încî) cîh digre. Bajêr li ser du geliyan da hatîye avakirin. Xwezaya Rewandizê jî bi rastî mirov nikare bi peyvan bîne ziman. Hem bajarekî stratejik, hem jî bajareki dîrokî û geştîyarî ye. Rewandiz bi navçeya Soran ra cînar e û her du navçe hema hema girêdayî hevin. Nav bajêr bi peykerên Peşmerge xemlîne. Bi hatina biharê va her der bi rengên kesk hatibû nixûmandin. Newal û geliyê bajêr bi peyvan, ez bawerim tû kes nikare bîne ziman. Welhasil lemaşekirina li bajêr wek torinî û bimirês (haşmetli) e.

Qeza Soran jî li Kurdistanê bi serê xwe weke bihuşta li vê dinyayê ye. Ji Hewlêrê 130 km dur e. Di navbera çiyayê Korek, Zozik û Hesenbegê da cîh digre. Li heremê Hotel, mezringehên Korek û Telleferîk he ye. Teleferîk ji Sûlavê heta serê ciyayê Korek û Gelîyê Elî Beg dxebite. Sûlava bê hempa ya bi navê Bêhal ji wir cîh digre.

Mezringehin Korekê 2 hezar metro bilindin û Soran û Rewandiz di navbera Çiyayên Korek, Zozik û Hesenbegê da wek bi desta hatiye neqişandin. Sedem bedewbûnê herêmeke tûrîstîk û bi taybete. Ji bo vê yekê hukûmetê çêkirina bendavê di cîh da hîştîye û dest jê berdaye. Ji bo vê yekê jî gelê heremê gelek bi kêfxweşî bû ye.  Hukûmeta Kurdistanê gelek mezringehên Tûrîstîk ava kirine. Ew ji destpêka geliyê Elî Begê heta Bajarê Rewandiz û Soran ê bi çavên zelal tên dîtin.

Destê êvarê bû, em ji navçeya Soran ketin serê rê û me bere xwe da Hewlêrê. Li ser riya me, li kêleka rê, tank û topên ku di sala 1991 da ji alî peşmergeyên qehrémanên ku di bin fermandariya Serok Mesud Barzani hatibun bidestxistin, hê di cîhê xwe da sekinîbûn. Mixabin dem şev bû, me wan baş nedit û wêne nekişand.

Gava mirov li Kurdistanê digere û temaşe dike, tişten bala mirovan dikişine gelek in. Ji wan yek jî Xaniyê wek Kaşane (villa) bala mirova dikişînin. Mirov wan li her derê, li gund û li navçe û bajaran da bi çaweke zelal dibîne. Di gundan da jî her malek ji xwe ra li ser zeviyeke xwe kaşane ava kirîye. Li her derê malekî dsedî sed otomobîlek he ye. Gelek gund ji nûva hatine ava kirin. Xanîyê wan jî weke kaşanê hatine çêkirin û li ber derên wan jî baxçê wan hene.

Wekî tiştên siyasi û civatî yên ku min bi çavê xwe dîtû bala min kişandin ew in ku, şexsîyetên sîyasî, perpirsiyarên hukûmetê û rêvebirên partiyan bi rabûn, rûnişkandinên kurd in. Di tevgerên xwe da bi rez û hurmet in û di karê xwe dîplomat in.

Ew Kurdên li derweyî welat û li perçên Kurdistanê yê din dijîn, ewên ku neyartiya malbata Barzani û hikûmeta Kurdistan a Azad dikin, bira bi kerema xwe herên Kurdistanê û her tiştî bi çavê xserê we bibînin. Ewê wê deme fam bikin ku ka azadî û niştimanî çi ye.

Gava min avahiya Banka Navend a Kurdistanê dît, ez gelek şa bûm. Ji ber ku ev yek nîşana serxwebûna Kurdistanê ye.

Ji bo çûyîna xwe ya Kurdîstan a Azad ez gelek kêfxweşim. Ew tiştên ku ji 15-16 saliya xwe virda xewn û xeyalê min dixemiland, min ew di vê rêwîtîya xwe da yekoyek dît. Çend roj be jî, ez bi al û bi ziman û bi avahiyên fermî û bi zagon û bi kargeriya dewletî û bi ewlekarî û ewlehiya Kurdistanê jîyam û pir şad û bextewar bûm..

Şukir ji Xwedê re bi xwîna şehîdên qehreman û lehengên Kurd, Kurdistana Başûr azad bû. Îro bi rêveberîya Serok Mesud Barzani û kadroyên şiyandar û qedirbilind va Kurdistan gav bi gav nezîkî serxwebûnê diçe.

Tiştên ku min bi çavên xwe dît, ez bi wan kêfxweş û serbilind bûm. Ew hemû îşaretên dewleteke serbixwqe bûn ku, ez dikarim bi hêsanî bibêjim serxwebûna Kurdistanê ji ne dûr ê.
14/24.2017
[email protected]

Tevlîker

Sîrac  Oguz
Sîrac Oguz

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      228
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      203
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      281