dem: 03.12.2017 02:57 xwendin: 254

Ramana Xwedê di Teoriya 'Made û Formê' de

Ramana Xwedê di Teoriya 'Made û  Formê' ya Arîstotales de 

   Çawa ku teoriya îdeayan ya Platon, navenda giştî ya felsefeya wî be, teoriya Arîsto (Arîstotales) ya Made û Formê jî, mirov dikare bibêje ku navenda felsefeya wî ye. Di teoriya xwe ya Made û Formê de Arîstotales, rexne li teoriya îdeayan ya mamosteyê xwe Platon digre. Arîstotales dibêje, îdeayên Platon ji cîhana madî cihê ne û jê dûr in û ji bo ravekirin (şirovekirina) cîhana madî jî, bêhêz in. Ji ber vê çendê jî, rexne li teoriya Platon girtiye.

   Li gor baweriya Arîstotales jî, îdea çawa ku Platon dibêje; ne li derveyê nesneya ne û ne jî li derveyê demê û war in. Îdea, hilika hemû heyîna ne û di nava wan de ne. Nesneyên ku em wan bi saya sehekên xwe dinasin, bi temamî xwediyê hilikeke hevpar in (lewnek, formeke xwe hene) û ev xala wan ya hevpar, nûneritiya yekîtiya wan dike.  Ango yekîtiya wan temsîl dike.   

     Form (lewn), şekl dide madeyê û ya ku em wê yeko yeko di hemû heyînan de dibînin jî, ew form bi xwe ye. Di vê xalê de tê dîtin ku Arîstoteles ji bo pirsgirêkên (hişkegirêkên) mîna yekîtî, pirranî, naguhêrbarî û çêbûnê, rêyeka nû ya çareseriyê peyda kiriye. Made, derfet (îmkan) û dibetiyek e, wekê hêzekî ye û ya ku dê bigihêje şeklekê ye.

Form, wê madeyê digihêjîne şeklekê (şeklekê dide madeyê) û wiha dike ku ew dibe tiştekê li holê ya bilewn û rasteqîn. Made di destpêkê de ne nesneyeke diyar (kifşkirî) e, hê ne bûye  yan jî  nesne. Çimku hê wê demê bi sînor e û hê nebûye heyîneke misoger.

    Ji bo hemû heyînên di gerdûnê de jî, em dikarin vê yekê bibêjin. Arîstoteles gerdûnê, ji hêla made û formê ve wek giştek qedemebûyî dibîne. Heyîna ku li dereceyeka jêrîn e, ji bo heyînekê ku li jora wê ye (raserê wê ye), made ye. Lê ji bo heyîna ku di binê (jêra) wê de ye, form e.

Mesela keresteyên înşaatê li gor xanîyekî, made ye û xanî, forma wê ye. Lê li gor darê, keresteyên înşaatê form e. Di binê herî kûr ya vê qedemebûnê de, madeya yekemîn ya ku bi temamî bêform e, heye. Di cîhê herî bilind ya vê qedemebûnê de jî, forma zelal heye. Forma zelal ne hewcedarê madeyê ye. Ev bi xwe nalive (tevnagere), lê ya ku madeyê dilivîne, forma zelal e.

Têgeha forma zelal ya Arîstotales, dişibe nousa  yan jî qenc ê/a herî gewre ya Platon. Bi gotineke din ramana forma zelal ji bilî Xwedê ne ti tişt e. 

Ali Gurdilî 

[email protected] 

03.12.2017

Çavkanî: Çend Fragmentên Felsefî - Ali Gurdilî 

Ji www.rewanbej.net hatiye wergirtin.

Pêveker: xwedê arîsto delîl

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      228
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      203
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      281