dem: 05.12.2017 02:47 xwendin: 103

Ramana Xwedê di Felsefeya  Descartes de

Ramana Xwedê di Felsefeya Descartes de

     Descartes dibêje ku ew bingeha ku lê digeriya bi saya Rêbaza Şikber û bi pêşniyara Difikirim, nexwe ez he me- Cogito ergo sum derketiye holê. Encax bi tenê hebûnatî, têra misogeri û zelaliya zanayiyê nake. Lewra mirov dema ku difikire, ev yek tê wê wateyê ku hê jî di bin bandora wî cinî ku Descartesî qala wî dikir, de ye û bandor berdewam e.

Nexwe divabû ku Descartes di nav ramanên xwe de tiştekî wiha bidîta ku bi awayekî eşkere ev yek ji dereka din bihatana. Ev yek jî, ramana Xwedê ye. Ramana Xwedê ya teqûz, jiber ku ne hilbereka ramanên wî ye, ev yek tê wê wateyê ku pêzanîna Xwedê, bi tenê jiber Xwedê ye. Heger ramana Xwedê li cem mirovî bi tenê xeyalek bûya, wê demê ji ber ku mirov zîndiyek dawîndar e; dê ramana Xwedê jî ramanek dawîndar bûya. Ev yek jî, rewşeke nakok e.

Descartesî çima wisa xwe bi ramana Xwedê ve girê dide?

Lewra heke Descartesî bikaribe bipeyîtîne ku mirov dikare li Xwedê bifikire, wê demê dê di nav sînorên de nemîne û wê demê ji bilî xwe, dê bikaribe bi nesneyên/wanekên din jî bizanibe. Ango, dê bikaribe derbasî cîhana nesneyan (wanekan, heyberan) jî bibe.

Bi fikra Xwedê, Descartesî xwe ji wê rewşa neyînî a ku şikê (gumanê) rê didayê, rizgar dike. Heke bi tenê bigota Difikirim, nexwe ez he me> wê demê nikaribû ji şikê xwe rizgar bike û derbasî cîhana nesneyan bibe, derheqê wan de zanayiyan bidest bixe. Hasilê: Descartesî wiha bawer kiriye ku mirov ji zayîna xwe ve, xwediyê behreya (qabilîyeta) zanînê ne.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Pêveker: descartes

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      71
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60