dem: 05.12.2017 02:38 xwendin: 70

Ramana Bingehîn ya Tevgera Fenomenolojiyê

Ramana Bingehîn ya Tevgera Fenomenolojiyê

    Fenomonolojî (phenomenology) (Zanista Diyardetiyê, Diyardenasî) di literatura felsefeyê de, tevgereke ramanî ye û bêtir bi navê Edmund Gustav Albrecht û Edmund Husserlî tê zanîn û naskirin. Ji ber ku em bikaribin baş têbigehêjine ramana bingehîn ya vê tevgerê, divê em hebekî vegerin ser felsefeya Kantî ya rexneyî û li ser têgehên wî yên Numen û Fenomen rawestin. Immanuel Kant, wanekan kiribû du beşan; ango Numen û Fenomen.

Numen, tê wateya tiştê ku di xwe de ye, yan jî tiştê ku bi xwe ve ye. Ango beyî ku di bin bandora hiş û têgihiştina sehekên me de bimîne, tiştek çi be, ew e. Wekî tê zanîn Kant di warê zanayiyê de, zêhna mirovî aktîv dîtiye. Yek jî gotiye ku zanayiyên me bi ezmûnê dest pê dikin, lê bi ezmûnê temam nabin, ango temamiya zanayiyên me ji ezmûnê nayên. Naskirina me ya nesneyan, encax bi aliyên wan yên ku xwe bi me didin xwiyakirin pêk tê. Ji ber ku wesf û çendaniyên wan, xîtabê sehekên me dikin, em bi wan dizanin. Ev yek, aliyê (wesfê) fenomen ya waneka ye.

Nesneyek heke ji wesf û çendaniyên xwe were cudakirin, tiştê ku di dawiyê de dimîne, ji bo me nenas e û em nikarin pê bizanin, ango ew numen e. Lêbelê, Edmund Husserl (1859-1938) dibêje tiştê ku Kant ji wan re dibeje numen û xwedêgiravî mirov nikare bi wan bizanibe, dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê jî, divê mirov naveroka hişê xwe bêxe nava kevaneyekî (parantezekî) û wiha nêzîkê wê bibe.

Lewra, em herdem bi nîyetekî nêzîkê nesneyan dibin û ev yek jî, rê li pêşdarazan vedike. Ji bo ku em bikaribin rê li ber vê yekê bigirin û nesneyek çi be em bixwazin ku wiha wê binasin, beriya her tiştî divê em hemû bîr û baweriyên xwe yên berê deynin aliyekî û wiha, xwe nêzîkê wê nesneyê bikin. Di vê xalê de, di babeta zanîna nesneyan (wanekan, heyberan) de, feraset (pêhesî) dest bi kar dike.

Ji bo pêzanîna hilika wanekan, pêdivî bi feraseta rasterast heye ku ev yek jî, bi rêya pêşniyarên rast û dirist pêk tê. Edmund Husserl wiha bawer kiriye ku divê felsefe xwe bispêre fenomenolojiyê û zanayiya wanekan ya misoger û naguher, encax bi zanîna hilika wan dikare were hilberandin.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      71
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60