dem: 01.12.2017 01:12 xwendin: 210

Raman, Pîrozî û Dîn

Raman, Pîrozî û Dîn

     Ji roja daketina ser rûyê erdê û heta roja me ya îroyîn, mirov her fikirî ye. Li ser gerdûnê fikiriye, li ser dinyayê fikiriye, li ser xwezayê fikiri ye, li ser jiyana xwe, li ser wateya jiyana civakî û hwd. fikiriye û hêjî difikire. Fikirîn yek ji wan xebat û nîrxên mirovî ê hêja ye û bi vê yekê re mirov, ku ji heywanên cur be cur cihêreng dibin. Çimku bi tenê mirov dikare bi hêza xwe ya ramanê hemû gerdûnê, dinyayê, xwezayê û ta civakê jî biguherîne. Heke fikirîna mirovî tunebûya, niha ne gengaz bû ku mirov behsa şaristaniya mirovî jî bike. Çimku fikirîn, wek hêza dahfdanê ye, wek motora pêşveçûnê ye. Bi saya fikirînê mirov li ser wateya wanekan (objeyan) difikire, wan dike lod, ji wan hindek wateyên nû derdixe û di encamê de fikirîn, dibe makîne, firoke, pirtûk û hwd. Ji ber vê çendê jî, mirov tu carî ji hinekên din re nikare bibêje ‘nefikire!’ An jî ‘wek min bifikire!’ Ev gotin an qedexekirin, dawiya jiyana mirovî ye. Mirov çawa ku xwarinê dixwin, avê vedixwin, radibin û rûdinên, wisa jî difikirin. Ev bûyer çawa tiştên xwazî bin, fikirîn û ramanên cihêreng jî, xwazî ne û heta mirov bi hêsanî dikare bibêje ku, tiştên herî mirovî ne jî.

Dema ku mirov bi alîkariya bikaranîna dest û lingên xwe, bi hebûna xwe hesiya; wê demê pêdivî bi watedarkirina jiyanê kir. Ev ê pêdivîyê (hewcedariyê) wiha kir ku mirov, li wateya jiyana xwe bigere. Ez kî me, çi me, di xwezayê de hebûna min bi kêrî çi tê û hwd. Helbet mirov dikare bibêje ku di her heyamê de (serdemê de) bersivên mirov jî cihêreng bûne. Lê dema ku mirovên pêşîn ê ku hê nû nû bi hebûna xwe û bi hêza fikirînê hisiyabû rastê hindek bûyerên xwezayî hat û hêza wî negihijte şirovekirina van bûyeran; wê demê rabû û li heyîneke bihêztir geriya, ku vê heyînê xwe li hemû hawirdora wî rapêçabû. Avê wî dixeniqand, agir wî dişewitand û bayê jî wî kaş dikir.

Li hemberî vê yekê mirovê pêşîn wiha fikirî ku heyîneke ji wî rasertir heye û xwe li hemû warên jiyanê rapêça ye û gerdûnê bi rê ve dibe. Mirovê pêşîn wiha fikirî ku ew jî perçeyekê vê heyînê ye û heke ew tunebe, ew jî bi serê xwe tenê nikare jiyana xwe bidomîne.

Ev ramana mirovî, di civakê de demeka dirêj berdewam kir û rojekê gihêjte radeyake wiha ku bûn delk û zagonên civakî. Bûne perçeyeke jiyana mirovî, perestgehên yekemîn hatin avakirin, oldarên yekemîn di perestgehan de xwe bi cîh kirin û hêdî hêdî ol bû serdetsê hemû jiyana mirovî. Perestgehên wê demê jî, bûn banqeyên toxim û zadê, bûn saziyên alîkariyê, bûn xwarinxana feqîran hwd. Heta dawiya heyama navîn (serdema navîn) vê rewşê kêm zêde wiha berdewam kir. Li ser navê bêolîtiyê an jî bi tawanbarkirina jirêderketinê, bi milyonan mirov di agirên har de hatin şewitan, hatin sêdarekirin. Sedem çi bû? Sedem ew bû ku cuda difikirin. Wateya gerdûnê û jiyanê, bo wan cuda bû. Lê piştî tevgerên ronesansê û şaxên wê reform û hûmanîzmê, mirov bi şexsiyeta xwe, bi şexsbûna xwe hisiyan. Ew êdî ne perçeyeke makroqosmosê bûn, ew bi xwe heyînek serbixwe bûn, şexs bûn, mîkrokozmos bûn.

Di encama vê pêşketinê de hemû nîrx û baweriyên mirovan hatin guherîn, mirovan wê tirs û şerma xwe ya mirovî (di filehtiyê de mirov ji zayîna xwe ve weke gunehkarekê tê dîtin û hemû jiyana xwe bo xwepakijkirinê derbas dike) ji ser xwe avêtin, li hemberî saziyên olî rabûn û heta rexne li Xwedê jî girtin. Lê helbet mirov nikare bibêje ku mirovan xwe wiha ne bi hêsanî gihandine vê qonaxê. Mirovên xwedîaqil û têgihiştî ên ku bi rêzaniya zanayî û zanistê tevdigeriyan, bedelên mezin dane. Ew ramana pêşîn ya ku di gelek serdeman de bibû alîkariya mirovan, êdî demeka wiha hatibû ku bibû astenga hemû xebatên mirovî ên afiraner.

Ev raman jî, ramana pîroziyê ye.

Mirovan ji xwe re pîroziyan afirandin û hawirdorê wan bi sîtîriyan pêçan û gotin ku

Têkoşîna mirovan ya li hember ramanên pîroz jî, ji vê xalê der çû û wek hûn zanin, hêjî didome. Hinek radibin û dibêjin:

Lewra pîrozî rexneyê qebûl nake û rasterast dixwaze ku rast were pejirandin. Rexne tune, bi tenê bi çavekî dadayî pejirandin heye û ne tu tişt. Lê wek ku gelek zanyaran jî destnîşan kirine, çawa ku fikirîn xebateka mirovî ye; rexne jî xebateka mirovî ye û xwazî ye jî. Li wê dera ku raman hebe, fikirîn hebe, bêgav e ku wê rexne jî hebe. Nexwe tu guherîn pêk nayên û wê hemû tişt wiha sekinî bimînin. Ev e dogme, ev e doxmatîzm, ev e bi çavkorî pejirandin. 

Helbet divê mirov vê yekê jî bibêje: Dibe ku nêrîna miroveke oldar û yekî ne oldar ji hevdu cihêreng bin. Ji xwe ev yek tiştekî xwezayî ye û ti kes nikare tiştekî jî ji vê yekê re bibêje. Kê çî dixwaze dikare ji wî tiştî bawer bike, an jî neke. Lê mixabin, sed car mixabin; dema ku babet pîrozî ye, rewş diguhere. Çimku ol ne tenê jiyana şexsî, an jî em bibêjin rê û rêzikên olî diafirîne, herweha rê û rêzikên civakî jî diafirîne û dixwaze ku hemû mirov jî li gor van rê û rêzikan tevbigerin. An na, ew kafir in. (Her olek jî, ên ku nebawermendên wê ne; wan bi kafiriyê sucdar dike.)

Çimku, hemû ol xwediyê taybetmendî û rê û rêzikên cuda ne; rabûn, rûniştin, dêlindêz, dûa, nimêj, rojî û heta Xwedayê wan jî cihêreng e. Çimku her olek dixwaze ku rasteqîniya xwe îsbat bike û ji bo vê yekê jî, çî ji destê wan hatiye kirine û dikin jî.  Oldar jî dixwazin ku ola wan ya rasteqîn li hemû cîhanê serwer be û bibe rêveberê hemû jiyana civakî. Di dawiyê de şerê oldarî dertê û em dibînin ku mal û milkên bawermendên cuda û heta jin, heywan û zarokên wan ên di pêçokê de jî têne talankirin. Bi awayekî bêrehm û hov. Li ser çi? Li ser navê Xwedê. Lê kîjan Xwedê? Xwedayê dilovan an Xwedayê Cîhadê? Xwedayê ku hemû gerdûnê bi rê ve dibe, an ew Xwedayê ku hemû gerdûn e? Min berê jî di çend gotarên xwe de bal kişandibû ser vê mijarê û li ser hindek xalan ramanên xwe vegotibû. Lê nûçûyeka netkurdê û şiroveyên hindek xwendevanên kurd ên odlar, bûn sedemê nivîsandina vê nivîsarê.

Ev nûçe jî (Xwe sipart modela pêxember ‘keçikek 1 salî jî dikare bizewice.’) bû. Tiştê ku ez gelekî pê êşiyam ew bû ku, hindek xwendevanan rasterast heqeratê li hewdu kirine û ta radeya dijûnan (sîxefan) ji hevdu re tişt gotine. Lê en ku bi hişkebaweriyeke li hember ramanên mirovên cuda radibin, ez dibêjim bila ew hinekî ramanên pêşiyên ola xwe bixwînin, ka wan çi gotine? Ew ê rastê ramanên wiha werin ku, wê şaş û ecêbmayî bimînin û wê wiha bawer bikin ku ramanên wan, rasterast ji ol derketinek e. Lê em dizanin ku gelek mirovên zanyar û oldar, di serdema xwe de hatine qetilkirin, lê piştra rûmeta wan li wan hatiye wegerandin û heta gorên wan niha bûne ziyaretgah jî.

Di dawiyê de ez ê tiştekî din nebêjim, lê ên ku bixwazin ji kerema xwe re bila çav li wê nûçeya navborî ya netkurdê bigerînin, wê ew ê têbigihêjinê ka zordestiya olî çi ye, ka xweşdîtin çi ye, ka hesta empatiyê çi ye, ka rêzdarî çi ye. Heta radeyeke mirov dikare wek neynîka civaka me jî bibîne, ka em kurd çiqasî bi tolerans in!?

Ez wiha difikirim ku ol, di têkiliyên mirovî ên civakî de derketiye holê û bi beşdarbûna tirsê û hiş re jî, bûye malê hemû civakê. Ji bilî vê yekê ez niha ji tu tiştî bawer nakim û tu hêz jî, nikare tiştekî din, bi min bide bawerkirin. Lê ez ji hemû bawermendên din re jî, bi rûmet im. Ew rûmetê nîşanê vê ramana min didin an nadin, ew jî bi qîma xwe ne. Kurdayetî jî, ez bawer nakim ku bi tenê (wek gotina hinekan) wê bi saya misilmantiyê bi pêş bikeve. (An jî bi saya oleke din) Hele hele balkêş e ku dibêjin, bi dijmanatiya ol têkoşîna kurdan nabe. Kê dibêje bila wiha pêk were nizanim? Lê mafê tu kesî jî tune ku vê yekê wek astengekî derxe pêşiya mirovên ne bawermend an jî bawerdên olên din.

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Pêveker: dîn destpêk raman

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      229
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      203
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      282