xwendin: 6690

Pêşbernameya ÎRK

Em zarokên wî welatî ne, yê erda wê hatî dagirkirin, ziman, çand, hemî mafên mirovî û netewî hatî talankirin û dixwazin bi amûrên şer û asîmîlasyonê tune bikin.

Rewşenbîr ew rêbere, yê mercên daringî û razberî yên civakê li gorî pîvanên zanistî şirove dike, tekoşîna avakirina jiyaneka pêkan ya bi rûmet û hêja dimeşîne.

Li gorî pêvajoya em têde dibihurin, tevgera hevbeş ya rewşenbîran ji hemî deman bêhtir pêwiste. Li himber tekoşîna serxwebûn û azadiyê ya li hemî parçeyên Kurdistanê birêve diçe, ji herkesî bêhtir berpirsiyariya rewşenbîr heye. Bi vî hizir û hestî xizmeta ronahîkirina civakî ya gelê me û ji bo parestina mafên netewî, me birêkketina li jêr seywana ÎRK yê, wekî berpirsiyariyeka dîrokî dît.

Kurdistana di navbeyna Tirkî, Îran, Iraq û Sûriyê de hatî dabeşkirinê, rastî dagirkirineke wisan hatiye ku hempaya wê di dîroka mirovatiyê de nehatiye dîtin, erda wê, başar û gûndên wê hatine hilweşandin û şewitandin. Di Kurdistanê de ya ketiye rewşa dagirbûna navnetewî de, Kurd bi hejmara xwe ya nêzîkî 50 milyonî, ji mafên rewa yên di Beyannameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan de bêpar hatine hiştin. Kurdên dijî zilmê, çewisandinê û dagirkeriyê mafê xwe yê berxwedanê bikar anîne, her carê bi komkujiyan hatine tepeserkirin û nekarîne mafê xwe yê diyarkirina pêşeroja xwe bikar bînin.

-Kurdistana Sor- ya di salên avabûna Sovyetê de ji bo parestina mafê netewî û çandî yê Kurdên Kafkasyayê biparêze avabûyî, ji aliyê rêvebiriya Stalîn ve hatiye têkbirin û bi sedhezaran Kurd hatine derbederkirin. Di encama şerê sala 1990 î de, di navbeyna Azerbaycan û Ermenistanê de rû dayî, welatê Kurdan ji aliyê Ermenistanê ve hatiye dagirkirin, gund û bajarê hatine şewitandin û hilweşandin.

Şerê dijî gelê Kurd hatî meşandin, di heman demê de bûye sedema alozî û pevçûnên xwînî yên Asya pêş û Rojhilata navîn. Di vî wateyê de, gihiştina aramî û aşîtiyê ya Rojhilata navîn, bi çareseriya arîşeya Kurd û Kurdistanê, bi mafê diyarkirina çarenivîsa xwe ya Kurdan ve pêkan e. Her lêgerînên çareseriyê yên xwedan hizrê vî mafî di nava xwe de ranegrin, baş an xirab tevde vala ne.

Dagirkerên Tirk-Ereb û Fars dijî welatê me û gelê me şerekî piralî û qirêj dimeşînin. Kurd ji sedsala 19 an ve dijî van hewldanên tunekirinê di nava berxwedaneka bêhempa de ne. Çonayetiya serhildanan, naverok û hizrên ramyarî yên bernameyên partiyan û derbirînin wan çi dibin bila bibin, di encam de ji bo Kurd di nava malbata netewên cîhanî de pêşeroja xwe diyar bikin û cihekî xwe yê bi rûmet werbigrin şerê serxwebûnê dimeşînin.

Li himber tekoşîna gelê Kurd ya azadî û serxwebûnê, Rewşenbîrê Kurd divê di jêr her şert û mercî de, mafê serxwebûna Kurdistanê biparêze, siyasetên tunekirin û dagirkirinê yê hêzên dagirker aşkere bike, dijî zilmê, zordestiyê û dagirkeriyê raweste.

Di roja me ya îroyîn de, li Kurdistana di jêr dagirkeriyê de, li gorî rewşa her pareçeyekî derfetên taybet yên dîrokî derketine holkê. Her mirovê di dilê xwe de hezkirina welat û gel dijî nikare dijî vê rewşa tê jiyankirin bêxem bimîne. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi sazîbûneka wisan heye ya hemî hewldanên Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn berhev bike.

Avakirina sazîbûneka wisan ya; xwe qet ne sipêre hebûnên siyasî, avabûna Kurdistanê û serxwebûna wî bigre navenda hizir û karên xwe, berjewendiyên netewî ser berjewendiyên partiyan re bigre, xwedî li partî û rêxistinên Kurdistanî derkeve lê belê di heman demê de wekhev navberê bixe navbera wan, şaşîtiyên wan rexne bike û piştevaniya rastiyên wan bike.

Ev sazî, dê avankirina zemînekî saxlem yê dijî derketina xirabkirina şûnwar û bajarên Kurdistanê, dijî kiryarên asîmîlasyon û qirkirinan bike armanc, dê amûrên bêkêrkirina hemî sazî û hebûna hêzên dagirker yên leşkerî, siyasî û çandî yên dagirkeran ava bike. Wê têkeve nava hewldaneka wisan ya belavbûna netewî û civakî werçerxîne yekîtiyê, wê li gorî rêbazên dada gerdûnî tev bigere.

Bi van hizir û hestan, bi armanca arîşeya Kurdistanê di nava rastiyên berbiçav de şirove bikin, hizrên di xizmeta welat, civak û mirovatiyê de biafirînin, piştevaniya saziyên siyasî û çandî yên Kurdistanî bikin me biryar girtiye bi navê “Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd” saziyekê ava bikin.

Rêbazên sereke yên Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd
ÎRK – Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd, bo xwe dike armanc; li gorî pîvanên gerdûnî hizra Kurdistanî pêş bixe û belav bike.

ÎRK, -Kurdistana Serbixwe û Hizra azad- bo xwe dike dirûşim.

Kesên di nav karên ÎRK de, ji bo hemî taybetmendiyên her parçeyekî rêz digrin. Di encam de “Kurdistana serbixwe û yekbûyî” bo xwe wekî armanc dipejirîne.

ÎRK, Kurdistana serbixwe, yekbûyî, azad û demokratîk bo xwe dike armanc, Kar û berhemênana hizrî xwe di vê çarçoweyê de pêk tîne. Tevlî hola partiyên siyasî, yên rojane siyasetê diafirînin, rewşê diyar dikin û li gorî vêya jî têdikoşin nabe. Xalên xizmeta armanca sereke nakin rexne dike û pêşniyara pêşkeş dike.

ÎRK; girêdayî rewşa taybet ya her parçeyekî, hemî karên siyasî yên dagirkera qels dikin wekî serxwebûn, federasyon, xweserî wekî destkeftî dibîne û piştevaniya wan dike.

ÎRK; hemî çemk û têgihiştinên parçegeriyê diparêzin û pêş dixin, pevçûnên navbera Kurdan germ dikin, parçeyekî gorî parçeyê dîtir dikin, berjewendiyên rêxistinî û partîyan ser berjewendiyên netewî re digrin û hevkariya li gel dagirkeran diparêzin na pejirîne û dijî derdikeve.

ÎRK, nêzîkatiyên nijadperestên civakî, sepandinên “Enternasyonal” yên gelê Kurd ji doza serekî ya di rêka welatê xwe, xaka xwe de dide dur dixin, hizir û têgihiştinên desthilatiya netew û –Ummetgeriya- Tirk, Fars û Ereban diparêze bi tundî piştdest dike. Dijî siyasetên veşartî yên nokeriyê yên Kurdistanê rasterast an jî ne rasterast pêşkeşî dagirkeran dikin tekoşîneka hizrî birêve dibe.

Hebûna ÎRK, bi wê yekê bawer dikin, zilim û zordestiya li ser Kurdistanê, bêdadiya dagirkeriyê û li gorî navê mirovatiyê şerma mezin dê bi avakirina Kurdistana Serbixwe û Yekbûyî bidawî bibe.

Kurd ji sedsala 19 an ve hetanî neha, bi sextên siyasî, leşkerî û aborî ji welatên xwe hatine koçkirin, Kurdistan bê mirov hatiye hêliştin, hebûna xwe ya demokrafîk hatiye xirabkirin û paqijiya nijadî hatiye pêkanîn. Kurdistan ji aliyê hêzên dagirker ve “Welat” hatiye ragihandin. ÎRK çavkaniya van xirabiyan tev di “Bêdewletbûna Kurdistanê” de dibîne. Bi wê yekê bawer dike Azadî û aramiya civakî dê bi avakirina Kurdistana Serbixwe û Yekbûyî pêk bê.

Dagirkeran dema hebûnên jêrerd û sererdên Kurdistanê dagir kirin, gelê Kurd jî di nava hejarî û şerpezeyiyê de hiştin. Bi hatiniya ji dagirkirina Kurdistanê bidest ketî çekên pêşketî sitandine û gelê Kurd pê van çekan hatiye qirkirin. Erda Kurdistanê, bajar û gund hatine şewitandin û hilweşandin.

Li gorî dadweriya gerdûnî, Makeyasaya Neteweyên Yekgirtî, Peymana mafên çandî, civakî û aborî yên Navnetewî, hebûna welatên dagirker li Kurdistanê ketiye rewşeke ne rewa de.

ÎRK di vê çarçoweyê de, wî hizrî diparêze, Dewletên Tirkî, Îran, Îraq û Sûriyê li Kurdistanê ne hêzên rewa ne.

KARÊN DI DEMA NÊZÎK Û NAVÎN DE BÊNE KIRIN

ÎRK;

  • Bi zanebûna ku gelê Kurd bi asîmîlasyon û tunekirineke nijadî ya jidil ve beramberî heve, pêşdebirina têkiliyê di navbera partî, sazî û kesayetên Kurd de, hevkarî û arîkariyê ji bo xwe bingeh digre û karekî berbiçav dimeşîne.
  • Li gel pêşniyar û piştevaniya doza netewî ya li her parçeyên Kurdistanê pêş dikeve, di navbeyna parçe û partiyan de dewra pirê dilîze.
  • Piştevaniya Pêşbirka xizmetê ya navbeyna partiyên Kurd dike, pevçûn û şikestinan wekî zirar bo tekoşîna neteweyî dibîne. Ji bo di navbeyna Kurdan de aşîtî pêk bê hewl dide da di berjewendiyên hevbeş de bighin yek.
  • Bo pêkanîna yekîtiya Netewî û avakirina Kongreya Netewî di nava kar û hewldanan de ye.
  • Bi armanca dijî dijminên Kurdistanê eniyeke hevbeş ava bibe, karê hizrî û kiryarî pêş dixe. Ji bo parestina stratejîk ya Kurdistanê, bi rêxistin û partiyên Kurdistanî re di nava hevgirtinê de projeyan pêk tîne.
  • Ji bo hevgirtina hizirê Kurdistanî ya hemî rewşenbîran, yên li hemî parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, xwedan her hizrê felsefî û nêrînên siyasî tev digere.
  • Ji bo bidawîanîna bindestiya gelê Kurd û parçebûna Kurdistanê di warê hizrî, hunerî û zanistî de, karên bi rêk û pêk pêş dixe. Parezvaniya azadiya Akademîk dike.
  • Kurdistan dagirbûneka navnetewî ye. Bi wê zanebûna ku arîşeya Kurdistanê tenê bi şer û peywendiya li gel Tirkiyê, Îranî, Iraqê û Sûriyê ve nayête çareserkirin, arîşe divê derbasî holên navnetewî bibe, hewl bide da ku ji bo desttêwerdan û nêzîkatiyên derve jî vekirî bimîne û bibe dengekî yekbûyî yê doza Kurd di zemînên derve de.
  • Ji bo nirxên gerdûnî, dad, mafên sereke û azadî li Kurdistanê pêş bikevin û bicih bibe kar dike.
  • Ji bo pêşketina Demokrasiya piralî û başdarber bo pêkanîna mafên desthilatiyê li Kurdistanê kar dike.
  • Alîgirê wekhevî û azadiya jinê ye. Di Kurdistanê de pêkanîna mafên hindikgirseyan û cûdaxwaziya erênî(pozîtîf) ya baweriyan (Elewî, Ezîdî, Kakaî, Yarasanî, Mesîhî, Mûsewî û hwd) diparêze.
  • Bi lez gihiştina serxwebûnê û dewletbûna Herêma Federalî ya Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê), Federaliya Rojavayê Kurdistanê û gihiştina asteka fermî ya navnetewî diparêze. Piştgiriya wê yekê jî dike da li parçeyên dîtir yên Kurdistanê jî hemî hêza Kurdan bibe xwedan asteka siyasî.

Komîteya Sazkar ya ÎRK

Mijdar 2016

 

NOVEMBER 16, 2016

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      228
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      203
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      281