xwendin: 5939

PÊNÛSA HEMBER JÊBIR Ê - Ronî Reşo

Em nivîsa xwe gotinek La Fontaine destpê bikin; ‘’Çi serfirazî, rêyên kulîlk derbas nabe.’’ Gotinek wisa berîya sed salan hatiye gotin. Ev hevok tu dibe qey îro ji bo rewşenbîrên me yê Kurdan hatiye nivîsandin. Em, gelê Kurd pir zor û zehmetî de derbasbûn e. Hîn jî çi awayî jiyana me aram nebûye. Me mîna madeyên hişbirê serxweş kirin. Bi ol xapandin, dibistanê wa de gelek ji me şibî wan lêhatin. Em ketin çerxa pişavtinê û hinek ji me xwe xelas kir, hinek ji me jî, li wê çerxê de man.

Cîhanê de dewletên serketî; demokrasiyek xurt, aboriyek baş, zanistiyek ji bo mirovahîyê kêrdar, bi pîrtûkxanêyên pir hwd… tên nasîn. Em dizanin ku dewletbûn her çiqasî girîft be jî, bingeha dewletbûnê dive mirov saz bike. Ev saz kirin serî de peywira; rewşenbîr, zanyar, civaknas, nivîskar, aborînasa ye. Ev çend salên dawî de ev kesên hêja derketine holê û gelê Kurd bi va alîya ronî dikin.

‘’Înîsiyatîfa rewşenbîrên Kurd’’ jî tiştekî wisa hilgirtiye ser milê xwe û destê wan de argûrek, tevahî jibo ronakkirinê Kurdistan ê dimeşin. Ev rê, rêyek zor be jî dive ku rewşenbîrên me, bi vê riyê de wek Thomas Edîson bin; heya serkeftina gelê Kurd û Kurdistan ê û tarîya ser Kurdistan ê ronak bikin; xebatê bimeşîn in! Her çiqasî nivîskarê kurdan hebe jî lê bi hevdû re înîsiyatîfek wisa negirtin. Her rewşenbîr û nivîskar bi serê xwe xebat meşand. Albert Einstein wisa dibeje: ‘’xiyalkirin, zanebûnê baştir e.’’ Ez bawerim ev fikir zûdeye serê rewşenbîrên me de hebû, îro jî ev xiyal, ji xiyaltiyê derxistin û zend û bend badan. Badana va zend û benda hêz, hiş ê bidê me. Ev çend sale, civaknas, nivîskar mamoste Qadîr Amaç bi pîrtûkên xwe yê ‘’Qeyra Îslama Siyasî’’ (Siyasal İslamın Krizi) û ‘’Li Kurdistan ê Ol û Siyasêt a Civaknasî’’ (Kürdistan’da Din ve Siyaset Sosyolojisi) ser mijara ol de Kurd bi çawa çi şiklî hatine xabandin, nivîsîye. Bi sedan meqale û nivîsê xwe ev rewşa ku trajîk em tê de anîye ser ziman. Dîsa nivîkarên me ê roman û helbesta bi zimanek wêjeyî dinivîsin him me ronî dikin, him jî me ferî ziman dikin. Me bi zimanê me didin hez kirin. Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Seydayê Cigerxwîn, Fawaz Husên, Muradov Hamlet, Newaf Miro, Ebdulla Peşevî, Rênas Jiyan… Tenê çend mînak in.

DIVÊ REWŞENBÎR ÇI BIKIN?!

Sernivîsek wisa min nedixwest binivîsim, lê ev tiştê ku dinivîsim ne aqil dane, ne peşnîyare, tenê ramanên min in.

1. Heger taybetî mijara sereke Kurd û Kurdistan be, her alî paşdemayîna gelê Kurd be, dive bi zimanê zikmakî, zimanê dayîkê, her wiha zaravayên Kurdî perwerde werê dayîn an jî meqale, nivîs bi Kurdî û zaravayên Kurdî werê nivîsandin. Meqale, pîrtûk wergerîn in Kurdî.

2. Vê pêvajoya wisa giring, tevlîhev, gengeşe de; dive her rewşenbîr jibo pêşeroja Kurdistan ê bixebite û nebe alîgirê partî, sazî; propagandaya ola nekê!

3. Serî de pîrtûkên Kurd ê zanyar, rewşenbîr, civaknas, wêjekar, helbestvan, aborînas pêşnîyar bike û bide xwendin!

4. Jibo em xwe nas bikin, piştî ziman, dîroka meye. ‘’Dîrok zevîyê netewan e, her civak li vê zevîyê de, paşerojê çi çandibe, ê pêşerojê jî wê tiştê bidirû’’ (Voltaîre) Jibo vê yekê, divê em bizanin me paşerojê çi çandîyê kû, jibo pêşeroja gelê Kurd li gora wê tevbigerin! Dîrok û dîroknas jibo gelê Kurd cîhek watedar digire. Pêşî ziman, piştre dîrok bê zanîn!

DAWÎNK

Kurtasî em hevî dikin ku ev înîsîyatif bigêjê armanca xwe. Jibo civaka Kurd bibe argûr û rîya me ronî bike. Me ji bin qaşo rewşenbîr û nivîskarên dagirkeran derxîn in! Ez, ê ku ev barê hanê, înîsîyatîf hilgirtîye ser milê, wan rewşenbîran yek yek spas dikim, rêz û slavê xwe pêşkêş dikim. Taybetî mamoste Qadîr Amaç.

MARCH 7, 2016

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      183
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      159
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      228