dem: 17.12.2017 00:47 xwendin: 295

Pengûena Bejndirêj ya Ji Beriya Dîrokê

Paleontolog li Zelandaya Nû, vedîtina cureyeke nû ya pengûenê ragihandin. Pengûena nû heya a niha ji pengûnên heyî û yên tunebûyî ya herî mezin e. Pengûeneke bi qasî bejna benî-adem dirêj, balkêş e ne? Pengûen bi qasî 60 mîlyon sal berê, piştî tunebûna îzdeharan jiya ye. Lêkolîner danasîna pengûena mezin ya ji beriya dîrokê di kovara Nature Communicationsê de pêk anîne.

Pengûena ji beriya dîrokê 1,77metre dirêj û bi qasî 100 kîloyê jî giran bûye ku ji pengûena herî bejndirêj ya bi navê împarator-pengûenê, pirr mezintir e. Împarator-Pengûen bi bejna xwe ya 1,20metreyê dikare rasterast li nava çavên zarokekî 7-8 salî bimeyzîne. Lêkolîner ji berê ve dizanibûn ku bejna pengûenên ji beriya dîrokê ji bejna pengûenên ji sedsala me dirêjtir bûye. Lê pengûena nû ji pengûenên sedsala me û ji fosîlên pengûenên bidest xistî, pirr mezintir e. Navê cureya nû ya pengûenê jî “Kumimanu biceae”ye.

Paleontolog Lars van den Hoek Ostendeyê ji Naturalisê li Leidenê ye, li ser bejndirêjiya pengûenê wiha dibêje; “Meriv pêdihese ku piştî tunebûna îzdeharan, bejna pirraniya endamên malbata guhandaran û balindeyan dirêj dibe, helbet pengûen jî para xwe jê distîne. Lê pengûena mezin li hember hût, fok, şêrê deryayî û guhandarên din nikare li ber xwe bide û tune bûye.” Van den Hoek Ostende berdewam dike; “Hût, fok, şêrê deryayî û guhandarên din jî weke pengûena bejndirêj bi masiyên mezin têr dibûn. Bextê pengûenên bejnkurt ne weke ya pengûena bejndirêj reş bûye, lewre pengûenên piçûk bi masiyên piçûk têr dibûn û ajalên din ên bi pengûenên piçûk re berevaniyê bikin jî pirr kêm bûn.”

Dema em pengûen dibêjin, helbet cemed jî dihêt bîra me lê Kumimanu biceae li ciheke germ jiyaye ku ne sar bûye û ne jî cemed hebûye. Komeke paleontologên Almanyayî vedîtina fosîla kumimanu biceae li giraveke, li başûrê Zelandaya Nû pêk anîne. Dema pengûena bejndirêj jiya bûye, Zelandaya Nû bi cemsera başûr ve girêdayî bû ye lê li wir çend mîlyon sal şûnde tebeqeya cemedê çêbûye.

Çavkanî: De Volkskrant

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      60
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      93
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      421