dem: 24.12.2017 13:58 xwendin: 409

Parkinson û Hunera Joy Milneyê

Zanyar û lêkolînerên ji seranserê cîhanê bi salan e dixebitin ku ji nexweşiya parkinsonê re çareyekê peyda bikin. Heya vê gavê xebatên li seranserê cîhanê pêk hatine, çareseriya wê nexweşiyê diyar nekirine, lêbelê lêkolînerên ji du zanîngehên li Îngiltereyê bi xêra jinikeke bihuner gihîştinê wê qonaxê ku vedîtina testekê pêk bihînin.

Navê wê xanima bihuner Joy Milne ye, hemşîreyeke ji Îskoçyayê xwediyê hunereke nenas û nedîtî ye. Joy Milne dikare kesên bi nexweşiya Parkinsonê tespît bike û vê yekê jî bitenê bi rêya bêhnkirinê pêk dihîne. Xanima ji Îskoçyayê dikare bêhna ji laşê kesên bi nexweşiya parkinsonê difûre bêhn bike. Joy Milne ji vê hunera xwe 20 sal berê agahdar dibe. Joy Milne 20 sal berê pêdihese ku bêhneke xerab ji mêrê wê yê bi navê Les, difûre ku mêrê wê a niha çûye ber rehma Xwedê. Bêhna ji laşê mêrê wê difûre weke bêhna dara hişkbûyî bûye.

Xanima hunerwer ji mêrê xwe Les gilî û gazincê xwe dike û gumana wê jê hebûye ku Les serê xwe naşo û laşê xwe jî paqij nedikiribûye. Mêrê wê dike-nake bi jina xwe nikare bide fahmkirin ku serê xwe dişoye û xwe paqij dike. Joy bi ya xwe dike, çendekê serê mêrê xwe dişo û wî paqij dike lê piştî mehekê dîsa heman bêhn ji laşê wî dihêt û bêgav dimîne dest ji şûştinê berdide. Lê rojekê li nexweşxaneyê bi çend kesên nexweş yên bi nexweşiya parkinsonê konferensek dihêt lidar xistin ku bêhna ji çend kesên li wir amade bûne û bêhna ji laşê mêrê wê dihat, heman bêhn bûye. Jixwe deh sal li pey wê konferensê di mêrê wê de nexweşiya parkinsonê tespît dikin.

Dema lêkolînerên ji zanîngeha Edinburgh û Manchesterê bi hunera wê xanimê dihesin, diherin bi wê re diaxivin û ji wê dixwazin ku bihêt zanîngehê da ku bi wê re hin testên cihêreng pêk bihînin. Lêkolîner bi çend penyeyên cihêreng yên kesên nexweş û ne nexweş testên xwe pêk dihînin. Joy Milne testên cihêreng bi rengekî serkeftî pêk dihîne û yek bi yek penyeyên kesên nexweş û ne nexweş destnîşan dike. Ji penyeyên kesên ne nexweş penyeyekê jî weke kesekî bi nexweşiya parkinsonê destnîşan dike ku lêkolîner matmayî dimînin, xebatên xwe li ser xwediyê wê penyeyê pêk dihînin lêbelê nikarin tespît bikin xwediyê wê penyeyê nexweş e an na, lê piştî çend salên din pêdihesin ku Joy Milne mafdar bûye, lewre di xwediyê wê penyeyê de tespîtkirina nexweşiya parkinsonê pêk hatiye.

Lêkolînerên ji her du zanîngehên li Îngiltereyê ji ber encamên girîng û serkeftî xebatên xwe berdewam kirine. Lêkolînerên ji zanîngeha Manchesterê bi berdewam kirina xebatên xwe vedîtina deh molekûlên nû pêk anîn. Deh molekûlên nû bi awayeke pirr zêde di mêjiyê kesên nexweş de dihêne dîtin û lêkolîner jî ji vê yekê pirr bihêvî ne ku wê bikaribin vedîtina testekê pêk bihînin. Lêkolîner dixwazin xebatên xwe berdewam bikin û têkiliya deh molekûlên nû bi nexweşiyê re heye an na, tespît bikin. Eger bikaribin têkiliya molekûlên nû bi nexweşiya parkinsonê re bipeytînin, wê destpê perwerdekirina kûçikan bikin.

Çavkanî: BBC, The Telegraph

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      280
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      255
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      333