dem: 01.01.2018 19:59 xwendin: 101

Papîrûsên Misira Kevn û Teknîka Nû

Lêkolînerên Londrayî vedîtina teknîkeke nû ya lêgerînê pêk anîn, bi teknîka nû bi hêsanî li ser pelên papîrûsê çi nivîsîne û darbestên mûmyayê yên ji pelên papîrûsê ne li kuderê çêkirine, dihêt dîtin û xwendin.

Darbestên mûmyayê bi awayeke pirr baş bi pelên papîrûsê xemilandî ne û meyîdê kesên mirî, mûmyakirî ne û di darbestê de veşartî ne. Misiriyên ji wê serdemê bi xêra pelên papîrûsê danûstandinên xwe yên rojane û dana baca xwe ya salane pêk dianîn. Bi xêra teknîka nû perdeya li ser jiyana rojane ya li Misira kevn radibe.

Ji hiyeroglîfên li ser dîwar û gorên Farao/Fîrewûn dihêt zanîn ku kesên dewlemend û bihêz bi çi awa û rengê jiya ne ku di wê serdemê de eyankirina hêz û dewlemendiyê weke nirxeke pirr bilind dihat qebûlkirin. Profesor Adam Gibsonê ji University College London wiha dibêje; “Zanyarên Misira kevn bi alîkariya teknîka nû dikarin agahiyên rast û berfireh ji jiyana rojane ya Misira kevn werbigirin.”

Darbestên mûmyayê nîşana îtibarê bûn lê tiştê balkêş, darbest ji pelên papîrûsê (kaxiz) dihatin çêkirin. Nivîsên li ser darbestê ji ber şîrqalê ku pê jîps li hev dizeliqandin, nediyar bûn. Lêkolîner bi teknîka nû dikarin nivîsên di binê şîrqal û jîpsê de mane, bibînin. Lêgerîna li nivîsên li ser darbestê bi tîrêjên cihêreng yên nivîsên li ser papîrûsê ronî dikin, pêk dihêt.

Lêkolîner diyar dikin ku bi teknîka nû astengî û zehmetiyên li ser dîtin û xwendina nivîsên li ser darbestên mûmyayê ji holê radibin. Xebata pêşin li ser baholeke piçûk ya mûmyayê ya li muzeyeke li Chiddingstone Castle ya li Kentê ye, pêk hatiye û encameke serkeftî diyar kiriye. Lêkolîner nivîseke ku meriv bi çavên serê xwe nedikaribû bibîne, bi bikaranîna teknîka nu tespît kirine. Di nivîsa nedîtbar de naveke ku li Misirê pirr dihat zanîn, hebûye. “Irethorru” û wateya Irethorru jî ev e: “Çavê Horus li hember dijminên min e.”

Lêkolîner heya vê gavê ji bo dîtin û xwendina nivîsên li ser papîrûsê xebateke dûr û dirêj pêk dianibûn û bêgav diman ku darbestê ji hev bikin. Bi teknîka nû pêdivî bi ji hev kirina darbestê namîne.

Çavkanî: BBC

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      59
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84