dem: 05.12.2017 03:39 xwendin: 368

Nietzsche û Ramana Xwedayî

Gelo Nietzsche Çima Xwestiye ku Ramana Xwedê Bikuje?

    Çend heval derbarê vê mijarê de hinek pirsan dikin û dibêjin gelo çima Nietzsche gotiye ku 'Xwedê mir!' Nietzsche feylesofekî xwedênenas e û dixwaze ku ramana Xwedê têk bibe. Li gor nêrîna feylesof encax bi nebûna Xwedê, em dikarin behsa serbestiya mirovan bikin. Wate heta ku Xwedê hebe, mirov ne serbest in. Lewma Nietzsche gotiye ku li Ewropayê baweriya Xwedê û ehlaqê filehtiyê ya klasîk ku xwe spartiye vê baweriyê, têk çûye û hilweşiya ye. Û gotiye ku ev yek, rewşeke pirr tirsîner e û wiha pêde çûye: ‘Heyîna herî pîroz û hêzdar di bin derbên xencerên me de, di xwînê de ma. Ev bûyerek e pirr mezin e û mirov nikarin, ji bin bandûra vê buyerê rabin.’

Nietzsche vê rewşê, mîna rewşeke mecbûrî dibîne û li gor baweriya wî, ji bo hebûna hejahî, azadî û ehlaqê mirovî, divê heyîneke ku xwediyê hêzeke bêsînor û bêdawî ye (Xwedê), tune be. Lewre yên bêdawî û bidawî, yên tekûz û ne tekûz, yên tam û kêm, nikarin di heman dinyayê de bihewin. Heke bihewin jî, dê yê kêm û bêhêz, bibe kole, dê xwe radestî yê raser (hêzdar, bêdawî, tekûz) bike û dê nikaribe cewher û ehlaqê xwe biafirîne. Lewma jî ji bo ku mirov bikaribin bi serbestî xwe biafirînin û bijîn, divê dev ji Xwedê berdin.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017 

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Pêveker: xwedê mir nietzsche

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      161
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      133
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      194