dem: 03.11.2018 19:57 xwendin: 392

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê kirine. Kovara navdar a zanyariyê Nature encamên xebatê eşkere kiriye.

 

Ji sê kesên nexweş yek Gert-Jan Oskamê 35 salî yê ji Hollandayê bûye. Gert-Jan Oskam 7 sal berê ji ber paraplejiyê felç bûye û bi xêra teknîka nû a zanyar Grégoire Courtine û hevalên wî, Grégoire Courtine zanyarekî paraplejî û tûrenasiyê ye, emeliyat bûye.

 

Lêkolîner Grégoire Courtine û hevkarên wî împlantekê li marîpiştê û pacemakerekê jî li zikê wî bicîh dikin. Bi saya pacemakerê tûreyên bixesar dikarin sinyalê belav bikin. Sensor li nigên kesên nexweş dihêne girêdan û pacemaker ji sensoran sinyalê werdigire û împlantê bi sinyalên xwe hişyar dike û pê re jî tûreyên bixesar ji nû ve destpê çalakiyên xwe dikin.

 

Piştî xebat û ceribandinên ku bi elektro-şokê tekrar-tekrar pêk hatine, encamên girîng hatine bidest xistin. Oskam bi xêra teknîka nû a niha bi qasî şeş deqîqeyan dikare bênavber bigere, di şeş deqîqeyan de 80metreyê dihere. Li pey xebatên çend meheyan berdewam kirine, pêdivî bi elektro-şokê nemaye, tûreyên bixesar hêdî-hêdî, gav bi gav xwe nû kirine.

 

Oskam wiha dibêje; “Tedewiya elektro-şokê min nediêşand, min bitenê çalakiya tûreyên xwe hîs dikir. Dema împlanta li marîpişta min bicîh kirine, sînyalê werdigire ez pirr pê nahesim û ew bitenê serê xwe jî têrê nake ku ez pê bigerim, divê bi wê sinyalê ez jî cad bikim û gavên xwe biavêjim. Dema ez bixwazim gava xwe ya rastê an jî çepê biavêjim, împlant jî alîkariya min dike û dikarim gava xwe biavêjim.”

 

Oskam wiha berdewam dike; “Divê meriv tim û tekrar-tekrar biceribîne, a rast dema em dixebitîn û vê gavê jî tim tirsa min hebû ku ez ê bikevim û xwe biêşînim lê piştî çend salên bihurî, her çiqas zor û zehmet be jî, ez a niha dikarim hin karên xwe, bi xwe û bi serê xwe bikim.”

 

Lêkolînerên xebatê diyar dikin ku kesên bi paraplejiyê divê di destpêka nexweşiyê de û zû bi zû tedawî bibin. Xebatên li ser împlantê dê berdewam bikin û di sê salên li pêş me de dê li welatên Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê testên berfireh pêk bihînin. Lêkolîner bi wê hêviyê ne ku encamên pirr girîng û serkeftî bidest bixinin.

 

Encamên xebatê ku weke STIMO (Stimulation Movement Overground) binav kirine, di kovara Natureê de hatiye weşandin.

 

Çavkanî: Nature

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      392
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      432
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      635