xwendin: 7267

Newroza gelê me yê ji bo Azadî û Serxwebûnê li ber xwe dide Pîroz be!

Welatê berxwedanan, serhildan û efsaneyan dayika me Kurdistan bi qolincên candanê kete roja nû ya vejînê.

Li Parçeyê me yê Başûr gavên berbi Serxwebûnê ve, li Rojavayê Kurdistanê gavên berbi Federasyonê ve hêviyên gelê me yên pêşerojê yên berbi azadiyê ve bêhtir hilperandiye.

Komkujî, êş, û nijadkujiya tevayî ya dewleta dagirker ya Tirk li himber gelê me yê Bakur dayî jiyankirin careka dîtir pêşan daye ku nijadperestiya Dewleta Tirk tawaneka bêaman ya mirovatiyê pêk tîne. Awayê ku siyaseta çalak ya Bakurê Kurdistanê jî pêk aniye şûna Gelekî Serkeftî pêk bîne bûye sedem girseyên hejar zêde bibin. Kurdistan welatê me ye. Dewleta Tirk di rewşa dagirkerde ye. Em di wê baweriyê de ne divê Siyaseta Bakur divê wî hizrî bi sepêne ku hêzên dagirker bi biryar ji welatê me bê birîn û avêtin.

Rojhilatê Kurdistan jî, em di wê baweriyê de ne ku di sala nû de xaka mirî ser xwe bavêje û ji xweliya xwe ji nû ve bivejê.

Bi ramana ku sedsala 21. –Sedsala Kurdistanê- ye, beyî em ji jiyana bi rûmet bidin xwarin, di rêvingiya hêviya Kurdistana Serbixwe de em refên xwe pirtir bikin û bi baweriya mil bi mil em dê bi gavên vîndar bimeşin, em Newroza gelê xwe û dostên xwe yê dilê wan bi evîna Kurdistanê lê dixe û ji bo azadî û serxwebûnê li berxwe dide pîroz dikin.

Komîteya Amadekar ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd

MARCH 23, 2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      280
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      255
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      333