dem: 24.06.2017 16:38 xwendin: 269

MIROVAHÎ VEDIMIRE.

Mirovahî bi hezar salane 
nikare ji hovîtîyê dûr bikeve,
nikare ji xerabîyê biqete
nikare rêya heqda bimeşe
lewra bi derewa mezin dibe ne azade
                                                xwe nasnake   
dijî hevdu radiweste…


Tê kirîn firotan rastî, edalet,
Dunêda vê mestir tune cînayyet.

Dîroka mirovahîyê zulm, zor, dagirkerîye, bîna xwînê tê hertim ji dîroka mirovahîyê. Mirov ku vê dîrokê dixûne pêdihese şerm dike, xemgîn û matmayî dimîne…
Di hêla desthilatdarên gerdûnîve di Rojhilata Navînde li pêş çavê alemê mirovahî tê vemirandinê.
Ên ku bi navê nirxên mirovahîyê (dêmokrasîyê) dipeyivin, xwe wek parêzvan ê mafên mirovan nîşan didin dunya me xerab dikin, li ser tunekirin û kuştina milyona fermanê jî didin, cîvaka, netewa hemberî hevdu radikin, bi vî awayî mafê wan ê jîyanê pêpez dikin wan tehlûkê mezinra rû bi rû dihêlin. Mirovahîyêra bi durîtî zelal bê şik îxanetê dikin. Ji bo van desthilatdarên dîrokî tu tiştek ê evra tune. Ew bi fend fêla dijî îrade û azaya gelan dertên. Bi şera hewil didin cîvaka têkin bin bandor û kontrola xwe, bixin koleyê nefsa xwe.
Ku buhurîya, paşeroja dîroka Avropîyan û Amêrîkayan pêş cavara derbaz bikin hovîtî û xemsarîya wan a li hemberî mirovahîyê aşkar û zelal xuya dibe. Ew hewl didin hertim pêşengîya cîvak û gelan bikin. Ev daxwaza wan a hezar salane. Bi van meramava Rojhilata navîn hildişînin. Zirar û derbeyên mezin li gelên binecî dixin, hewl didin hemû pêşketinên li vê herêman bidin rûxandin, çand û kultûra hezar salan ji holê bidin rakirin. Zirarek mezin li şaristanîyê dixin, talankarîyêra mijûlin. Dîrok dubare dibe. Dagirkerîyêda, li şerada edeb, tore, exlaq têk diçe, mirovahî tê vemirandin.

Belê çi ku îro Rojhilata Navînda tê qewimandin torîvanê van bûyerana dewletên desthilatdarin, ên ku xwedê bernegiravê xwe wek parêzvan û alîkarê nirxên gelan, cîvakan nîşan didin. Li pey rûxandin û hilweşandina împêratorîya Osmanîyan virda ev dewletana sêrîda jî Amêrîka  vê herêmê li bin bandora xweda xayî dikin (dewletên ereba, Tirkîye).
Li pey şerê yekemîn ê cîhanê li gorî berjewendîyên xwe stratêjîk ev herêm  dîzayn kirin. Kurd li bin tehlûkek mezin da hîştin, kurd bê maf, bê haf, bê par hiştin. Li pey vê projeyê a navnetewî ra 100 sal  temam dibe, dibuhure. Nava vê sedsalîda meram evbû ku kurda tune bikin. Li hemberî kurda sîyasetek qirêj hevbeş a gerdûnî di hêla dewletên navnetewî ên desthilatdarve dihat meşandin. Hemû derfet û mecalên pêşketin û serkeftinê bi hevkarî dihatin tepisandin. Ji bo kurda tune bikin destê wan çi hat kirin. Lê kurd li ser pîya man. Kurda bi serhildana bi berxwedanî xwe îfade kir. Lê mecal nedidan kurd bi serkeve. Hemû kirinên netewa kurd dihatin kontrol kirin, kurd dihatin xapandin. Gel çiqasî tê xapandinê hawqasî biçûk û bê hêz xuya dike.
Îro jî bi destê wan dewletana fursetek çêbûye ku careke din ji nûva li gorî berjewendîyên xwe guherandina pêjda bînin. Vê care jî kurda ji bo menfeetên xwe kar tînin. Aşkara xuyaye ku hemû hêzên kurd li bin kontrol û bandora dewletên desthilatdar dane. Ev dewletana derfetê nadin ku ev hêzên kurd bihevra têbikoşin. Teko teko kurd kirine xizmeta xwe. Projeyek, xastekek rêxistin û partîyên kurda a hevbeş stratêjîk tune. Kurd perakendene kêra ji bo çi şer dikin, çi dixwazin ne zelale. Partî-partîne şepirzeîne. Hevdura astengîyan, problêman çêdikin, gellekî dûrî hevdune. Demeke wehada rewşeke weha de hêjayî kenandinêne, bêkenîne, mînanî zarokan xuya dikin…
Her partî hewil dide pêşengîyê a gel bike û xwe berpirsîyar dihesibîne, vê rewşêda tu pirsgirêk jî ên netewî dîrokî bi xastek û armancên meva yê çareser nebe, bi vî awayî alozî û pirsgirêkên netewî herêmî lap jî kûr dikin . Rewşeke wehada ev helwest wek îxanetê dikare were navkirin û nirxandin.
Lê dagirkerên dîrokî li gorî proje û xastekên xwe hezar sale ji wan konkrêt aşkare pêk tînin. Hin beşên kurdan bi cekan destek dikin,hin beşan jî bi damxa têrorîzmêva tehdîd dikin. Di qadên tewrebilindda ên navnetewîda ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu mêyl daxwaz jî xuya nîne.
Bi pesin û bêjeyên vala û bê qinyatva terê hercar pêşengên kurdan balkî dikin kurda dişînin enya şeran ên giran.
Pêwîste gel jîr û hişîyarbe kurd leyîstok û rûdanek dîrokîdane, bûyerên gewre û guharandinên dîrokî ên gerdûnî li pêşîyê pêşerojêda me cavra dikin, bi hewla dewletên gerdûnî kurd roleke mezin û berbicav dileyizin di Rojhilata Navînda.
Di vê asta dîrokî de ji bo ku kurd bi giştî dîsa bê par, bê maf, bê cî nemînin pêwîste HEMÛ BEŞ, HÊZ, RÊXISTIN hevdura bawer bikin û hevbeş têbikoşin. 
Gelo heye kurd ku ji bo qedera netewa xwe neêşe, qedera me temam bi êş û jane... Dema dawîya beş beşîbûnêye ku kurd bi hevra bimeşin diroka nûjenda di şexsê kurdada edalet,wekhevî, biratîya gelan bi giştî mirovahî yê serkeve. Di demên antik de kurda ev rastî testîq kirine. Îro dîrokê ev şans û derfet dîsa dûyarî kurda kirîye… Dîrok dubare dibe. Kurd bi giştî şervanê mirovahîyêne şerê edaletê hertim  dikin, kurd xîlaskarê dîrokîne, lê li bin ala dagirkeranda hertim ser ketine.

GEL Ê KU XWE NASNAKE NIKARE pêşkeve.
Şoreşek dîrokî, gerdûnî, erdnîgarî, olî, gelemperî dest pêkirîye, rêveberîyek bi gorî şert mercên demê bi giştî ji me kurda ra lazime. HEYA KURD BI HEV RE BIRATÎYÊ NEKIN pêş nakevin...


Kurd hertim mêrxasê demêne
Lê mixabin ne hevrane
Xêrxwez û aldarê gelane
Li bin alên xelqêde
S E R K E T I N E.
Jîndarê mirovahîyê
Bangdêrê wekhevyêne
Cîhana bê edalet bê toreda
Li hemberî bê mafîyê
Metel mane…

KURD DENGÊ RASTÎYÊ
EFRANDARÊ EDALETÊNE, 
LÊ MIXABIN 
DUNYAKE BÊ EDALET BÊ SÎYANET DE
BEŞ BEŞÎNE
METEL MANE.

Êdî bese ez eztîyê ra 
Sûc buxtanên nezanan ra 
Xizantîya netewîra. 
Ey lawê kurd 
Ey geça kurd 
Bi yekbûnê ji holê rake 
Dujmintaya li nava kurdan 
Bi yekbûnê tu qut bike 
Muxenetîya hezar salan 
Li meydanê bi cesaret bibe çeleng 
Raweste dijî hovan 
Îxanetê tu alt bike 
Dunyayêra yekdeng bêje 
Durîtîyêra zulm zorêra derewyêra
KOLETÎYÊ RA
Êdî bese............bese …………

Ey kurd, em welatê xwe ra secde bikin, yekbûna xwe ra jî îmanê bînin. Kurda çend cara biryar, rênîş û êrîşa dîrokê a hember mirovahîyê bi îsrar û adilyane vala derxistine.Vê care jî li ber yekbûn û berxwedana kurda êrîşa dîrokê a ku li ser mirovahîyê xuya dibe yê vala derê. Lewra kurd altindarê, parazvanê, efrandarê, evîndarê nirxên mirovahîyê û torîvanê dostanî, biratîyê û wekhevîyêne. Lê ji bo heyîn û hebûna gelê kurd îro em hewcî yekbûna netewîne. Em li ber dîrokê peywir û pêdivîyê xwe bikar û bi cî bînin.                  .
Dunya bi derewanva hatîye dagir kirin. Mirovahî bizava nijadperestanva bi sînoran hatîye parçe-parçe kirin. Tu ol û hêz jî nikare dema meda dunyayê yek jî mirovahîyê ji vê rewşa xirab, ne baş biparêze. Mirovahîyeke xwedênas, saxlem, têgêhîştî dikare dunya me ji dagirkerîyê û ji derewan rizgar bike. Gerdûnêra mirovahîyeke xwedênas, azad û zane lazime. Ev biryar û xasteka Xwedayê mezin, dilovan û pîroze. Ji me ra jî dunyake azad, mirovahîyeke saxlem bi menewîyat pêwîste. Dunyak weha ku em yekbin eme avakin. Em çelengê edaletê ê dîrokîne. Rêwîyê hezar salane. Em Kurdin.
           Kurd stun a dîroka mirovahîyê, temsîlvanê pêşeroja mirovahîyê û şêr ê altindarîyêne, dilsozê xweda û rêwîyê dîrokêne. Li qada jîyanêda vê balkêşîyê îsbat û testîq dikin…

20.05.2017.
BÊWAR  BARÎ  TEYFÛRÎ. 

Pêveker: mirovahÎ vedimire.

Tevlîker

Barî Têyfûrî
Barî Têyfûrî

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      47
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84